Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 6:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Çaxê Wî mora şeşa vekir, min dîna xwe dayê, eʼrd qayîm hʼejîya. Rʼo mîna kʼurxê ji pirʼçʼê çêkirî rʼeş bû û hîv serda-pêda bû mîna xûnê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

12 Gava ku Berx mora şeşan vekir, min dît ku erdhejîneke mezin çêbû. Roj wek xirariyê ji mû, reş bû û tevahiya heyvê bû wek xwînê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

12 Чахе Ԝи мора шәша вәкьр, мьн дина хԝә дайе, әʼрд ԛайим һʼәжийа. Рʼо мина кʼӧрхе жь пьрʼчʼе чекьри рʼәш бу у һив сәрда-педа бу мина хуне.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 وقته گو اَوی بَرخِگه مُهرا شَشه شِگاند، مِن بَرخودا، ایجا، عَرد هَژیانَگه مَزِن چه بو و رُژ بینا پالاسَگه، رَش بو و تواوی هَوی بینا خونه له هات.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 6:12
31 Iomraidhean Croise  

«Wey li te Xorazîn! Wey li te Beytsayda! Heger ew kʼeremetêd ku nava weda bûn, Sûr û Saydêda bibûna, ewanayê zûva bi kʼurx û kʼozîyê tʼobe bikirana.


Li pey tengasîya wan rʼojarʼa, rʼûyê rʼoyê wê bê girtinê û hîvê jî rʼonaya xwe nede, steyrkê ji eʼzmên bikʼevin û tʼopêd eʼzmana wê ji rʼîyêd xwe derên.


Miletê rʼabe li ser milet, pʼadşatî li ser pʼadşatîyê, cî-cîya wê xelayî-celayê û eʼrdhʼejê bibin.


Nîvro ji sihʼeta donzdeha hʼeta sihʼeta sisîya tʼemamîya eʼrdê bû teʼrî.


Çaxê sersed û ewêd ku tʼevî wî nobedarîya Îsa dikirin, eʼrdhʼej û ew hʼemû tiştê qewimî dîtin, rʼisasê ew girtin û gotin: «Rʼastî jî Eva Kurʼê Xwedê bû!»


Nişkêva eʼrd qayîm hʼejîya, çimkî milyakʼetekî Xudan ji eʼzmên hate xwarê, kevir ji ber tʼirbê wêda kir û ser rʼûnişt.


Nîvro ji sihʼeta donzdeha hʼeta sihʼeta sisîya, tʼemamîya eʼrdê bû teʼrî.


Wê sihʼetê eʼrd qayîm hʼejîya, ji dehe pʼara pʼareke bajêr hilşîya û wê eʼrdhʼejêda hʼeft hʼezar meriv mirin, yêd mayîn jî çʼeʼvtirsîyayî bûn, şikirî didane Xwedêyê eʼzmên.


Hingê birûskê lê da, bû gurʼînîya dengê eʼwra û eʼrd usa qayîm hʼejîya, ku ji wê rʼoja însan dinê kʼetîye hʼeta niha eʼrd aha nehʼejîyaye. Eʼrdhʼej haqas qayîm bû!


Milyakʼetê çara tʼasa xwe rʼête ser rʼoyê û wêrʼa hate dayînê, ku merivayê bi êgir biqelîne.


Milyakʼetê çara li borʼîyê xist, ji sê pʼara pʼareke rʼoyê, ji sê pʼara pʼareke hîvê û ji sê pʼara pʼareke steyrka derb standin, usa ku ji sê pʼara pʼareke wan qarîya û ji sê pʼara pʼareke rʼojê rʼonayî neda, usa jî ji sê pʼara pʼareke şevê.


Paşê milyakʼet ew bixûrdang hilda, ji agirê gorîgehêva dagirt avîte ser eʼrdê. Bû gurʼînîya dengêd eʼwra birûskê birq veda û eʼrd hʼejîya.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan