Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 6:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Wan bi dengekî bilind kirine gazî û gotin: «Ya Xweyî-Xudanê pîroz û rʼast! Tê hʼeta kʼengê dîwanê nekî û hʼeyfa xûna me ji binelîyêd rʼûbarî dinê hilnedî?»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

10 Wan bi dengekî bilind gazî kir û gotin: «Ey Xudanê hukumdar! Tu pîroz û rastîn î. Ma heta kengê tu dîwanê nakî û tu heyfa xwîna me ji wan ên ku li dinyayê rûdinin nastînî?»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

10 Ԝан бь дәнгәки бьльнд кьрьнә гази у готьн: «Йа Хԝәйи-Хӧдане пироз у рʼаст! Те һʼәта кʼәнге диԝане нәки у һʼәйфа хуна мә жь бьнәлийед рʼубари дьне һьлнәди?»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 اَوان بِ دَنگَکه بِلند دِگِرنَ هَوار: «اَی خادیه حُکمدار، اَی تِ گو مُقدسی، اَی تِ گو حَقی، حَتا کَنگه تِ دیوانه ناگَی و تُلا خونا مَ ژه اَونه گو سَر رویه عَردینَ ناستینی؟»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 6:10
33 Iomraidhean Croise  

«Ya Xweyî, niha li gora sozê Xwe bi xêr û silamet berdestîyê Xwe berʼde.


Çimkî ew rʼoj, rʼojêd hʼeyfhildanê ne, wekî her çi ku hatîye nivîsarê bê sêrî.


Hʼeyfê hilnedin, delalno, lê cî bidine hêrsa Xwedê, çimkî nivîsar e: «Hʼeyfhildan destê Min e, Ezê hʼeyfê hilînim, Xudan dibêje».


û nêzîkî Îsayê ku navçêtîyê peymana nû dike û xûna Wîye rʼeşandî bûne, ku ji xûna Habîl qenctir xeber dide.


Pʼêxemberêd derew jî nava cimeʼta Îsraêlêda derkʼetine, çawa li nava weda jî wê dersdarêd derew derên. Ewê hînkirinêd zewal vedizine nava we, wî Xweyîyê ku ew kʼirʼîn jî înkʼar kin û zûtirekê belayê bînine serê xwe.


Pʼûtpʼarist qilqilîn, lê xezeba Te hat. Wext pêrʼa gihîştîye, ku dîwana mirîya bikî, xelata bidî xulamêd Xwe, pʼêxembera û cimeʼta Xwe usa jî yêd ku ji Te ditirsin, ji biçʼûka hʼeta mezina. Wext hat, ku qirʼa wan bînî, yêd ku dinê xirab dikin».


Eʼzmano, cimeʼta Xwedê, şandî û pʼêxemberno! Dilê xwe şa kin li wî bajarî, ku Xwedê hʼeyfa we ji wî hilda.


Û xûna pʼêxember û cimeʼta Xwedê kʼete stûyê wî bajarî, belê xûna wan hʼemûya ku li ser rʼûyê eʼrdê hatine rʼêtinê».


Dîwanêd Wî rʼast û heq in. Ewî dîwana wê qavê kir ya ku pê qavîya xwe dinê hʼerʼimand û hʼeyfa xûna xulamêd Xwedê ji wê hilda».


Te ku tʼemîya Min xwey kir û sebir kir, Ezê jî te ji wî wextê cêrʼibandinê xwey kim, ya ku wê bê ser tʼemamîya dinyayê, ku binelîyêd li rʼûbarî dinê bicêrʼibîne.


Milyakʼetê civîna Filadelfyayêrʼa binivîse bêjê: Ewî pîroz, Ewî rʼast, aha dibêje, Yê ku xweyê kʼilîta Dawid e, ku vedike û tʼu kes nikare dade û dadide tʼu kes nikare veke:


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan