Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 4:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 ew her bîst çar rʼûspî ber Yê ku li ser tʼext rʼûniştî deverʼûya diçûn, serê xwe ber Wî dadanîn, Yê ku hʼeta-hʼetayê Sax e û tʼacêd xwe davîtine ber tʼext û digotin:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

10 bîst û çar rihspî li ber yê ku li ser text rûniştiye deverû diçin ser çokan, diperizin wî yê ku her û her dijî û tacên xwe datînin ber text û dibêjin:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

10 әԝ һәр бист чар рʼуспи бәр Йе кӧ ль сәр тʼәхт рʼуньшти дәвәрʼуйа дьчун, сәре хԝә бәр Ԝи даданин, Йе кӧ һʼәта-һʼәтайе Сах ә у тʼащед хԝә давитьнә бәр тʼәхт у дьготьн:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 اَو بیست و چار رِدین سِپی، دِکَوِنَ بَر پِیه اَوه گو سَر تَختَ رونِشتیَ و اَوه گو اَبَده حَتا اَبَده ساخَ، پَرستِش دِگَن. اَو تاجه خو تاوِژِنَ بَر پِیه وه تَختی و دِبِژِن:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 4:10
28 Iomraidhean Croise  

çûne hindurʼ, Kurʼik tʼevî dîya Wî Meryemê dîtin, li ber Wî deverʼû çûn, serê xwe li ber danîn û xiznêd xwe vekirin, pʼêşkʼêşêd zêrʼ, bixûrê eʼrebî û zimir dane Wî.


Şagirta jî serê xwe ber Wî danî, bi eşq û şa vegerʼîyane Orşelîmê.


Lê ez bi kʼerema Xwedê me çi jî heme û kʼerema Wî ku bi minrʼa ye, boş-betal nîbû. Lê serda ez ji wan hʼemû şandîya zeʼftir xebitîm û ne ku ez bûm, lê kʼerema Xwedêye ku bi minrʼa ye.


û pê Ewî sond xwar ku hʼeta-hʼetayê Sax e, awa gotî pê Wî Yê ku eʼzman, hʼemûyêd wêda, eʼrd, hʼemûyêd wêda û beʼr, hʼemûyêd wêda eʼfirandine û got: «Îdî wextê derengî nekʼeve.


Ew her bîst çar rʼûspîyêd ku li ber Xwedê ser kʼursîyêd xwe rʼûniştibûn, xwe deverʼûya avîtin, serê xwe ber Xwedê danîn


Xudan, kʼî ji Te wê netirse û rʼûmetê nede wî navê Te? Çimkî Tu tʼenê Yê pîroz î. Hʼemû miletê berbi Te bên û serê xwe ber Te daynin, çimkî kirêd Teye rʼast xuya bûn».


Hingê ji her çar rʼuhʼbera yekî hʼeft tʼasêd zêrʼîne xezeba wî Xwedêyîva tʼijî, Yê ku hʼeta-hʼetayê Sax e, dane wan her hʼeft milyakʼeta.


Her bîst çar rʼûspî û her çar rʼuhʼber deverʼûya çûn û serê xwe li ber wî Xwedêyê li ser tʼext rʼûniştî danîn û gotin: «Amîn, Halêlûya!»


Hema hingê Rʼuhʼê Pîroz hate ser min, min dîna xwe dayê, wê tʼextek li eʼzmên hebû û yek li ser tʼext rʼûniştî bû.


Li dora wî tʼextî bîst çar kʼursî hebûn û li ser wan kʼursîya bîst çar rʼûspî rʼûniştibûn. Kʼincêd çîle-qerqaş li wan bûn û tʼacêd zêrʼîn jî li serê wan bûn.


Gava wan her çar rʼuhʼbera, rʼûmet, hurmet û şikirî didane Yê ku li ser tʼext rʼûniştîye û hʼeta-hʼetayê Sax e,


Û wan her çar rʼuhʼbera digotin: «Amîn!» û rʼûspî deverʼûya çûn, serê xwe ber Wî danîn.


Çaxê Wî ew hilda, ew her çar rʼuhʼber û her bîst çar rʼûspî li ber wî Berxî deverʼûya çûn. Destê her yekîda çeng û tʼasêd zêrʼîne tʼijî bixûr hebûn. Ew bixûr duayêd cimeʼta Xwedê ne.


Hingê ew hʼemû milyakʼetêd ku li dora tʼext, rʼûspîya û wan her çar rʼuhʼbera girtibûn, ber tʼext deverʼûya çûne eʼrdê, serê xwe ber Xwedê danîn


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan