Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 4:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Pey van tiştarʼa min dîna xwe dayê, va eʼzmênda derîk vekirî ye. Û ew dengê ku min berê mîna dengê borʼîyê bihîstibû minrʼa got: «Rʼabe were vê jorê, Ezê wan tiştêd ku gerekê ji vir şûnda biqewimin, nîşanî te kim».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Piştî van tiştan min dît ku va ye, li ezmên deriyekî vekirî heye. Ew dengê ku min pêşî bihîstibû û wek dengê boriyê bû, ji min re got: «Hilkişe vir û ezê wan tiştên ku divê ji niha û pê ve çêbin, nîşanî te bidim.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Пәй ван тьштарʼа мьн дина хԝә дайе, ва әʼзменда дәрик вәкьри йә. У әԝ дәнге кӧ мьн бәре мина дәнге борʼийе бьһистьбу мьнрʼа гот: «Рʼабә ԝәрә ве жоре, Әзе ԝан тьштед кӧ гәрәке жь вьр шунда бьԛәԝьмьн, нишани тә кьм».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 پاشه وه یگه مِن بَرخودا، ایجا، دَرَگه وَگِری اَسمانی دا! و اَو دَنگا اَوِلی، هَمَن اَو دَنگا گو بینا دَنگا زِرنایه بو و مِن بیهیسته بو گو گَل مِدا قِسَ دِگَت، گُت: «ژِلَل وَرَ، و اَزه هَچی دِشدا گو وِنَ وِداتِر دِبی بِقَومیت نیشا تَ بِدَم.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 4:1
21 Iomraidhean Croise  

Hema çawa Îsa hate nixumandinê û ji avê derkʼet, nişkêva eʼzman vebûn û ewî dît ku Rʼuhʼê Xwedê mîna kevotkekê hate xwarê û ser Wî danî.


Hema çawa Îsa ji avê derkʼet, dît ku eʼzman vebûn û Rʼuhʼ mîna kevotkekê li ser Wî danî.


Gava hʼemû cimeʼt dihate nixumandinê, Îsa jî hate nixumandinê. Wê demê ku dua dikir, eʼzman vebû


Lê gava ew Rʼuhʼê Rʼastîyê bê, Ewê we berbi tʼemamîya rʼastîyê bibe. Çimkî Ewê ne ku xweserîxwe xeber de, lê çi ku bibihê, Ewê wê yekê bêje û tiştêd ku hê neqewimîne wê werʼa gilî ke.


Û wî dîna xwe dayê, va eʼzman vebû, tiştekî mîna destexana mezin her çar goşava dardabû, dihate xwarê ser eʼrdê.


û got: «Va ye ez eʼzmana vebûyî dibînim û Kurʼê Mêriv li milê Xwedêyî rʼastê sekinî!»


Rʼoja Xudanda Rʼuhʼê Pîroz hate ser min û min li pişt xwe dengekî bilindî mîna dengê borʼîyê bihîst,


Ez ser wî dengîda vegerʼîyam ku bibînim, kʼa kʼî ye minrʼa xeber dide û çaxê ku ez vegerʼîyam, min hʼeft şemdanêd zêrʼîn dîtin.


Awa binivîse çi ku tu dibînî, çi ku niha hene û çi wê paşê bibin.


Hingê wan her duya dengekî bilind ji eʼzmên bihîst ku wanrʼa got: «Werine vê jorê». Û ewana ber çʼeʼvêd dijminêd xwe eʼwrava hilkʼişîyane eʼzmên.


Pey vê yekêrʼa pʼaristgeha Xwedêye eʼzmên vebû û wêda Sindoqa Peymana Wî xuya bû. Birûskê birq dan, gurʼînîya dengêd eʼwra hate bihîstinê, eʼrd hʼejîya û teyrok barî.


Milyakʼetê hʼefta tʼasa xwe rʼête ser hewê û ji tʼextê pʼaristgehê dengekî bilind derkʼet û got: «Hate sêrî!»


Hingê min dîna xwe dayê, eʼzman vebû, va ye hespekî boz, ku sîyarê Wîrʼa Amin û Rʼast digotin. Ew dîwankirinê û şerʼê Xweda ser rʼastîyê ye.


Wî milyakʼetî minrʼa got: «Ev xeberne amin û rʼast in. Xudan Xwedêyê ku Rʼuhʼê Xwe dide pʼêxembera, milyakʼetê Xwe şand, wekî tiştêd ku wê zûtirê biqewimin nîşanî xulamêd Xwe ke».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan