Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 3:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Lê Sardeysêda çend kesêd te hene ku wan kʼincêd xwe nelewitʼandine. Ewê bi kʼincêd çîle-qerqaş tʼevî Min bigerʼin, çimkî ewe hêja ne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

4 Lê di Sardeysê de çend kesên te hene ku wan cilên xwe nelewitandine. Ewê bi min re bi cilên spî bigerin, ji ber ku ew hêja ne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

4 Ле Сардәйседа чәнд кәсед тә һәнә кӧ ԝан кʼьнщед хԝә нәләԝьтʼандьнә. Әԝе бь кʼьнщед чилә-ԛәрԛаш тʼәви Мьн бьгәрʼьн, чьмки әԝә һежа нә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 «بِ وه حالی تَ هِندَ ناو، ناو ساردِسه دا هَنَ، جَماعَتَگ گو جِلِگه خو پیس نَگِرِنَ و اَو وه حالیدا گو جِلِگه سِپی بَرگِرِنَ دیه گَل مِدا ره بِن، چون گو گِیرهاتی نَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 3:4
31 Iomraidhean Croise  

Çi bajar yan gundê ku hûn bikʼevinê, maleke hêja bibînin û li wir bimînin, hʼeta ku hûn ji wir diçin.


Û çaxê çûne hindurʼê tʼirbê, dîna xwe danê, xortekî çuxê sipî wergirtî wê li alîyê rʼastê rʼûniştî ye. Kʼulfet gelek zendegirtî man.


Lê ewêd ku hêjayî wê dinê bin û bigihîjine rʼabûna mirîya, ne wê bizewicin û ne jî mêr kin.


Hʼişyar bimînin û her gav dua bikin, wekî hûn bikaribin ji wan hʼemû tiştêd ku wê biqewimin birʼevin-xilaz bin û li ber Kurʼê Mêriv rʼûspî bisekinin».


Wan rʼojada Petrûs nava bawermendada rʼabû, (ku li wir qasî sed bîst merivî bûn) û got:


Ev yek îzbat dike, ku dîwana Xwedê rʼast e. Û bi vî awayî hûnê hêjayî Pʼadşatîya Xwedê bin, bona kʼîjanê jî hûn wan teʼlî-tengîya dibînin.


Hineka jî ji agir birʼevînin xilaz kin, dilê we ser yêd mayîn jî bi tirs bişewite, lê jîyîna wane gunekʼare mîna kʼinca lewitʼî ber çʼeʼvê we rʼeş be.


ku got: «Çi tiştê ku tu dibînî, kʼitêbêda binivîse û her hʼeft civînarʼa bişîne, yêd ku bajarêd Efesê, Simîrnayê, Pergamayê, Tîyatîrayê, Sardeysê, Filadelfyayê û Lawdikyayêda ne».


Wê sihʼetê eʼrd qayîm hʼejîya, ji dehe pʼara pʼareke bajêr hilşîya û wê eʼrdhʼejêda hʼeft hʼezar meriv mirin, yêd mayîn jî çʼeʼvtirsîyayî bûn, şikirî didane Xwedêyê eʼzmên.


Evana ew in, yêd ku serê xwe jinarʼa danenîne, ew yêd bikʼir in. Evana pey Berx diçin, kʼuda ku ew diçe. Evana ji nava meriva hatine kʼirʼînê, çawa berê deremeta pêşin ku Xwedê û Berxrʼa bêne dayînê.


Ordîyêd eʼzmên jî li hespêd boze sîyar kʼitanêd çîl-qerqaşe paqij li wan pey Wî diçûn.


Bona li xwekirinê kʼitanê birqokî paqij jêrʼa hate dayînê». (Ew kʼitan nîşana kirinêd cimeʼta Xwedêye rʼast in.)


Ez vê tʼemîyê didime te: Zêrʼê ku bi êgir hatîye safîkirinê ji Min bikʼirʼe, wekî tu dewletî bî û kʼincêd çîle-qerqaş ji Min bikʼirʼe, ku li xwe kî, wekî şerma teʼzîbûna te bê nixamtinê, usa jî dermanê çʼeʼva, ku li çʼeʼvêd xwe dî, wekî bibînî.


Ewê ku serkʼeve, ewê aha kʼincêd çîle-qerqaş li xwe wergire. Ezê navê wî ji kʼitêba jîyînê tʼu car rʼesît nekim û navê wî li ber Bavê Xwe û li ber milyakʼetêd Wî aşkere kim.


Li dora wî tʼextî bîst çar kʼursî hebûn û li ser wan kʼursîya bîst çar rʼûspî rʼûniştibûn. Kʼincêd çîle-qerqaş li wan bûn û tʼacêd zêrʼîn jî li serê wan bûn.


Hingê ji wan her yekîrʼa çuxêd çîle-qerqaş hatine dayînê û wanrʼa hate gotinê, ku hinek wext jî hêsa bin, hʼeta ku hʼesabê heval-xulamêd wan û xûşk-birêd wane ku wê mîna wan bêne kuştinê, tʼemam be.


Pey vê yekêrʼa min dîna xwe dayê, va eʼlaleteke usa mezin, ku tʼu kesî nikaribû bijimarta ji her miletî, ji her berekê, ji her cimeʼtê û ji her zimanî li ber tʼext û wî Berxî sekinî bûn. Çuxêd çîle-qerqaş li wan bûn û çʼiqilêd xurma jî destêd wanda bûn,


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan