Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 22:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Wî milyakʼetî minrʼa got: «Ev xeberne amin û rʼast in. Xudan Xwedêyê ku Rʼuhʼê Xwe dide pʼêxembera, milyakʼetê Xwe şand, wekî tiştêd ku wê zûtirê biqewimin nîşanî xulamêd Xwe ke».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

6 Milyaket ji min re got: «Ev peyvên ha dilsoz û rast in. Xudan, Xwedayê ku Ruhê xwe dide pêxemberan, milyaketê xwe şand, da ku tiştên ku divê di nêzîk de çêbin, nîşanî xulamên xwe bide.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

6 Ԝи мьлйакʼәти мьнрʼа гот: «Әв хәбәрнә амьн у рʼаст ьн. Хӧдан Хԝәдейе кӧ Рʼӧһʼе Хԝә дьдә пʼехәмбәра, мьлйакʼәте Хԝә шанд, ԝәки тьштед кӧ ԝе зутьре бьԛәԝьмьн нишани хӧламед Хԝә кә».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 میلیاکَته گُتَ مِن: «هِتبار وان قِسانَ دِتَ گِرِن و راستِن. خاده، خدایه رِحه پِیغَمبَرا، میلیاکَته خو رِگِریَ گو هَچی دِشدا گو گَلَک زو دِبی بِقَومیت، نیشا خُلامِت خو بِدَت.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 22:6
26 Iomraidhean Croise  

Kurʼê Mêriv wê milyakʼetêd Xwe bişîne û ewê ji Pʼadşatîya Wî hʼemûyêd ku merîya ji rʼê derdixin û neheqîyê dikin bibijêrin


çawa Ewî hê berêda bi devê pʼêxemberêd Xweye pîroz gotîye,


Zemanê Qanûn û pʼêxembera hʼeta Yûhʼenna kʼişand, ji wir şûnda Pʼadşatîya Xwedê tê dannasînkirinê û her kes diceʼdîne bi qewatê bikʼeve wir.


Hingê Petrûs ser hʼişê xweda hat, got: «Ez niha rʼast zanim ku Xudan milyakʼetê Xwe şand, ez ji destê Hêrodes û ji wan hʼemû tiştêd ku cihû hîvîyê bûn xilaz kirim».


Lê Xwedê çawa berî vê yekê bi devê hʼemû pʼêxembera bona cefê Mesîhê Xwe gotibû, usa jî kir.


ya ku Wî hê pêşda nivîsarêd pîrozda bi zarê pʼêxemberêd Xwe soz dabû.


Û rʼuhʼêd pʼêxembera bin seʼvîtîya pʼêxemberada ne,


Ez werʼa dibêjim birano: Wext hindik maye. Ji vir şûnda ewê ku jina wî heye bira usa be çawa yê bê jin,


û yêd ji we tengasîyêda ne, tʼevî me bide hêsakirinê. Evê aha be, gava Xudan Îsa tʼevî milyakʼetêd Xweye zor ji eʼzmênva bi kʼûra êgir xuya be,


Heger em ku ji bavêd xweye xûn-goşt têne şîretkirinê vedikʼişin, hê çiqas zêde gerekê em gurʼa Bavê rʼuhʼê xweda bin, wekî em bijîn?


Çimkî tʼu pʼêxembertî bi xwestina dilê meriva nehatîye dayînê, lê meriva bi rʼêberîya Rʼuhʼê Pîroz ji Xwedêda xeber dane.


Dixwazim wekî hûn gotinêd pʼêxemberêd pîroz, ku pêşda gotibûn û wê tʼemîya Xudan û Xilazkir, ku bi şandîya hatine gotinê bîr bînin.


Eva eʼyantîya Îsa Mesîh e, kʼîjan Xwedê da Wî, wekî ew wan tiştêd ku gerekê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamêd Wî ke. Îsa pê destê milyakʼetê Xwe şand û eʼlamî xulamê Xwe Yûhʼenna kir.


Eʼzmano, cimeʼta Xwedê, şandî û pʼêxemberno! Dilê xwe şa kin li wî bajarî, ku Xwedê hʼeyfa we ji wî hilda.


Hingê wî milyakʼetî minrʼa got: «Binivîse: Xwezî li wan, ku bona şayîya deʼwata Berx hatine tʼeglîfkirinê!» Serda zêde kir got: «Ay ev in xeberêd Xwedêye rʼast».


Hingê Ewî li ser tʼext rʼûniştî got: «Va Ez her tiştî nû çêdikim». Û minrʼa got: «Binivîse, çimkî ev xeberne amin û rʼast in».


Milyakʼetekî ji wan her hʼeft milyakʼeta, yêd ku hʼeft tʼasêd wane hʼeft belayêd xilazîyêva tʼijî hebûn, hat tʼevî min xeber da û got: «Were vê derê, ezê bûkê nîşanî te kim, dergîstîya Berx».


Paşê wî milyakʼetî çʼemekî ava jîyînê, mîna xirûstalê zelal nîşanî min kir, ku ji tʼextê Xwedê û Berx derdikʼet û nava meydana bajêrva dikʼişîya.


«Min, Îsa, milyakʼetê Xwe şand, wekî şeʼdetîya van tişta nava civînada bide. Ez Tamar û Rʼikʼinyata Dawid im û Ez Steyrka Şewqe Sibehê Zû me».


Îsa dibêje: «Va ye Ezê zûtirê bêm. Xwezî li wî, yê ku xeberêd pʼêxembertîyêd vê kʼitêbêda xwey dike!»


Pey van tiştarʼa min dîna xwe dayê, va eʼzmênda derîk vekirî ye. Û ew dengê ku min berê mîna dengê borʼîyê bihîstibû minrʼa got: «Rʼabe were vê jorê, Ezê wan tiştêd ku gerekê ji vir şûnda biqewimin, nîşanî te kim».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan