Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 22:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 «Min, Îsa, milyakʼetê Xwe şand, wekî şeʼdetîya van tişta nava civînada bide. Ez Tamar û Rʼikʼinyata Dawid im û Ez Steyrka Şewqe Sibehê Zû me».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 «Ez Îsa, min milyaketê xwe şand, da ku ew ji bo civînên bawermendan li ser van bûyeran ji we re şahidiyê bike. Ez ra û dûndana Dawid im, ez stêra sibê ya şewqdar im.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 «Мьн, Иса, мьлйакʼәте Хԝә шанд, ԝәки шәʼдәтийа ван тьшта нава щьвинада бьдә. Әз Тамар у Рʼькʼьнйата Даԝьд ьм у Әз Стәйрка Шәԝԛә Сьбәһе Зу мә».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 «اَز، عیسی، مِن میلیاکَته خو رِگِرَ لاره وَ گو شَهادَتا وان دِشدانَ بِدَتَ کلیسایا. اَز، رَه و نَسلا داوود پاشا مَ. اَز سِتِرا روناهیَ سِبیزو مَ.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 22:16
30 Iomraidhean Croise  

Ev e rʼeqema rʼikʼinyata Îsa Mesîh, rʼikʼinyata Dawid, rʼikʼinyata Birahîm:


û gotin: «Kʼanê Pʼadşê cihûyayî ku gerekê bibûya? Me steyrka Wî li rʼohilatê dît û em hatine, ku serê xwe li ber Wî daynin».


û got: «Hûn bona Mesîh çi difikirin, tʼexmîna we Ew kurʼê kʼê ye?» Jêrʼa gotin: «Kurʼê Dawid e».


Heger Dawid Wî ‹Xudan› hʼesab dike, Ew çawa dibe kurʼê wî?»


Ji rʼeʼm û hʼuba Xwedêyê me çawa jorda rʼo ku dertê, usa wê serîkî bide me,


Awa heger Dawid Wî ‹Xudan› hʼesab dike, îdî Ew çawa dibe kurʼê Dawid?»


Îşaya jî dibêje: «Tamareke Yêşa wê derê, bibe mîrê necihûya û necihû wê gumana xwe bidine ser Wî».


Kal-bav jî ji wan in û Mesîh jî alîyê xûn û goştda ji nav wan hat, ku ser hʼemûyarʼa Xwedêyê hʼeta-hʼetayêyî hêjayî şikirîyê ye. Amîn.


Awa gotinêd pʼêxembertîyê jî bona me hê mak dibin. Qenc e wekî hûn dîna xwe bidine wan, çimkî ew mîna çʼirakê ne, ku teʼrîyêda rʼonayê dide, hʼeta sibeh zelal be û steyrka berbirʼo dilê weda derê.


Eva eʼyantîya Îsa Mesîh e, kʼîjan Xwedê da Wî, wekî ew wan tiştêd ku gerekê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamêd Wî ke. Îsa pê destê milyakʼetê Xwe şand û eʼlamî xulamê Xwe Yûhʼenna kir.


ku got: «Çi tiştê ku tu dibînî, kʼitêbêda binivîse û her hʼeft civînarʼa bişîne, yêd ku bajarêd Efesê, Simîrnayê, Pergamayê, Tîyatîrayê, Sardeysê, Filadelfyayê û Lawdikyayêda ne».


Ji Yûhʼenna, her hʼeft civînarʼa, yêd ku qeza Asyayêda ne: Kʼerem û eʼdilayîya Wî li we be, Yê ku heye, Yê ku hebû, Yê ku wê bê û ji her hʼeft rʼuhʼêd ku li ber tʼextê Wî ne,


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve ji mirina duda wê qet zirarê nebîne.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve Ezê ji wî manayê veşartî bidime wî û usa jî kevirekî sipî bidimê, ku wê navekî nû li ser kêvir nivîsar be û tʼu kesê wî navî nizanibe, pêştirî yê ku wî kevirî bistîne.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve, Ezê îzinê bidime wî, wekî ji wê dara jîyînê bixwe, ya ku buhişta Xwedêda ye.


Paşê wî milyakʼetî çʼemekî ava jîyînê, mîna xirûstalê zelal nîşanî min kir, ku ji tʼextê Xwedê û Berx derdikʼet û nava meydana bajêrva dikʼişîya.


Ewê ku neheqîyê dike, bira hê neheqîyê bike, ewê ku kʼirêt e, bira hê kʼirêtîyê bike, ewê ku rʼast e, bira hê rʼastîyê bike û ewê ku pîroz e, bira hê pîroz be».


Ewî ku şeʼdetîya van tişta dide, dibêje: «Belê, Ezê zûtirê bêm». Amîn! Were, ya Xudan Îsa.


Wî milyakʼetî minrʼa got: «Ev xeberne amin û rʼast in. Xudan Xwedêyê ku Rʼuhʼê Xwe dide pʼêxembera, milyakʼetê Xwe şand, wekî tiştêd ku wê zûtirê biqewimin nîşanî xulamêd Xwe ke».


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna».


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna.


Hingê ji rʼûspîya yekî minrʼa got: «Negirî! Va Şêrê ji qebîla Cihûda, tamara Dawid serkʼet û dikare her hʼeft morêd wê kʼitêbê jê rʼake û veke».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan