Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 22:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Serda jî minrʼa got: «Xeberêd pʼêxembertîyêye vê kʼitêbêda veneşêre, çimkî wext nêzîk e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

10 Hingê wî ji min re got: «Peyvên pêxemberîtiyê yên vê kitêbê mor neke, çimkî wext nêzîk e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

10 Сәрда жи мьнрʼа гот: «Хәбәред пʼехәмбәртийейә ве кʼьтебеда вәнәшерә, чьмки ԝәхт незик ә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 اَوی گُتَ مِن: «قِسه نَبوَته وه کِتِبه مُهر نَگَ، چون گو اَو وقت نِیزوکَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 22:10
21 Iomraidhean Croise  

Çi ku Ez teʼrîyêda werʼa dibêjim, ewî nav rʼonayêda bêjin û çi ku hûn guhada dibihên, ser bana bikine dengî.


Vê yekê bikin, çimkî hûn zanin ev çi zeman e. Niha îdî wext e hûn ji xewê hʼişyar bin, çimkî niha xilazbûn hê nêzîkî me ye, ne ku hingê gava me bawer kir.


Şev gelek çûye, sibeh nêzîk bûye, awa kirêd teʼrîstanîyê em ji xwe dûr xin û çʼekêd rʼonayîyê ser xweva kin.


Bira tʼu kes we tʼu tiştîva nexapîne, çimkî ew Rʼoj nayê, hʼeta ku rʼaberîbûn pêşda neyê û ew Merivê Neheqîyêyî pʼara ceʼnimê kʼifş nebe.


Axirîya her tiştî nêzîk bûye. Awa serwaxt û ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin.


ku got: «Çi tiştê ku tu dibînî, kʼitêbêda binivîse û her hʼeft civînarʼa bişîne, yêd ku bajarêd Efesê, Simîrnayê, Pergamayê, Tîyatîrayê, Sardeysê, Filadelfyayê û Lawdikyayêda ne».


Xwezî li wî, ku vê yekê bixûne û xwezî li wan, yêd ku van xeberêd pʼêxembertîyê bibihên û tiştêd ku vêda hatine nivîsarê dilê xweda xwey kin, çimkî wext nêzîk e.


Gava wan her hʼeft gurʼînîyêd eʼwra xeber dan, min kir ku binivîsim, lê ji eʼzmên dengek hat û got: «Ew tiştêd ku her hʼeft gurʼînîyêd eʼwra gotin, wan eʼyan neke, nenivîse».


«Min, Îsa, milyakʼetê Xwe şand, wekî şeʼdetîya van tişta nava civînada bide. Ez Tamar û Rʼikʼinyata Dawid im û Ez Steyrka Şewqe Sibehê Zû me».


Ez şeʼdetîyê didime her kesê ku xeberêd pʼêxembertîyêye vê kʼitêbêda dibihê: Heger yek tiştekî ser vanda zêde ke, Xwedê jî van belayêd ku vê kʼitêbêda nivîsar in wê ser wîda zêde ke.


Ewî ku şeʼdetîya van tişta dide, dibêje: «Belê, Ezê zûtirê bêm». Amîn! Were, ya Xudan Îsa.


Îsa dibêje: «Va ye Ezê zûtirê bêm. Xwezî li wî, yê ku xeberêd pʼêxembertîyêd vê kʼitêbêda xwey dike!»


Lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan birêd te pʼêxembera û wan hʼemûya me, yêd ku xeberêd vê kʼitêbê xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne».


Hingê min destê Wîyî rʼastêda, Yê ku li ser tʼext rʼûniştibû, kʼitêbeke gulomatkkirî dît ku her du alîyava hatibû nivîsarê û bi hʼeft mora hatibû morkirinê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan