Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 21:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Ewê ku serkʼeve, her tiştê pʼara wî bikʼevin, Ezê Xwedêyê wî bim, ewê jî lawê Min be.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

7 Yê ku bi ser bikeve wê ji van tiştan parê bistîne û ezê Xwedayê wî bim û ewê kurê min be.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

7 Әԝе кӧ сәркʼәвә, һәр тьште пʼара ԝи бькʼәвьн, Әзе Хԝәдейе ԝи бьм, әԝе жи лаԝе Мьн бә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 اَوه گو سَرکَویت، دیه بِبیتَ خُدانه وه میراثه و اَزه بِبِمَ خدایه وی و اَو دیه بِبیتَ گوره مِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 21:7
26 Iomraidhean Croise  

Û hʼemûyêd ku mala xwe, yan birêd xwe, yan xûşkêd xwe, yan bavê xwe, yan dîya xwe, yan jina xwe, yan zarʼêd xwe, yan eʼrdêd xwe bona navê Min hiştine, ewê sed qat bistîne û wê jîyîna hʼeta-hʼetayê jî war be.


Axayê wî gotêda: ‹Eʼferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştêd hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bikʼeve şayîya axayê xwe!›


Hingê Pʼadşa wê yêd li milê Xweyî rʼastêrʼa bêje: ‹Werin bimbarekbûyîyêd alîyê Bavê Minda! Ew Pʼadşatîya ku bona we ji wextê eʼfirandina dinyayêda hazir bûye war bin.


Gava Îsa rʼîya Xweda diçû, yek berbi Wî bezî, çû li ber Wî çok da û jê pirsî: «Dersdarê qenc, ez çi bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê war bim?»


Ewêd ku bi Rʼuhʼê Xwedê têne rʼêberîkirinê, ew in lawêd Xwedê.


Hʼemû eʼfirîn jî bê sebir çʼeʼvnihêrʼî xuyabûna lawêd Xwedê ne.


Yan jî çi hevaltîya pʼaristgeha Xwedê tʼevî ya pʼûta heye? Çimkî em pʼaristgeha Xwedêyê sax in! Çawa Xwedê got: «Ezê nava wanda bimînim, nava wanda bimeşim, Xwedêyê wan bim û ewê jî cimeʼta Min bin».


Bavê we bim, hûnê jî kurʼ û qîzêd Min bin, Xudanê Hʼemû Zorayîyê dibêje».


Lê ev e ew peyman, ya ku Ezê tʼevî mala Îsraêl girêdim, pey wan rʼojarʼa, Xudan dibêje: Ezê qanûnêd Xwe bikime hʼişê wan û dilê wanda jî wan binivîsim û Ezê Xwedêyê wan bim, ewê jî cimeʼta Min be.


Ji ber xirabîyêva xirabîyê nekin, yan ji ber bêhurmetkirinêva bêhurmetkirinê, lê ji ber vanva dua-dirozga li wan bikin, çimkî hûn vê yekêrʼa hatine gazîkirinê, wekî dua-dirozgê sozdayî ser weda bê.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve ji mirina duda wê qet zirarê nebîne.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve Ezê ji wî manayê veşartî bidime wî û usa jî kevirekî sipî bidimê, ku wê navekî nû li ser kêvir nivîsar be û tʼu kesê wî navî nizanibe, pêştirî yê ku wî kevirî bistîne.


lê tʼenê çî we heye qewîn bigirin, hʼeta ku Ez bêm.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve, Ezê îzinê bidime wî, wekî ji wê dara jîyînê bixwe, ya ku buhişta Xwedêda ye.


Min ji tʼext dengekî bilind bihîst ku got: «Va ye konê Xwedê nava merivada! Ewê Xwexa nav wanda bijî, ewana wê bibine cimeʼta Wî û Xwedê Xwexa jî wê tʼevî wan bimîne, çawa Xwedêyê wan.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan