Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 21:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Usa jî gote min: «Her tişt hate sêrî. Ez im Alfa û Omêga, Destpêbûn û Axirî. Ezê yêd tʼî, ji kanîya ava jîyînê bêheq bidime vexwarinê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

6 Û ji min re got: «Her tişt çêbû. Ez Alfa û Omêga, Destpêk û Dawî me. Ezê ji kaniya ava jiyanê belaş bidim yê ku tî bûye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

6 Ӧса жи готә мьн: «Һәр тьшт һатә сери. Әз ьм Алфа у Омега, Дәстпебун у Ахьри. Әзе йед тʼи, жь канийа ава жийине беһәԛ бьдьмә вәхԝарьне.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 و گُتَ مِن: «خُلاص بو! اَزِم الف و اَزِم ی، دَستبه گِرِن و دوماییگ. اَوه گو تِرنیَ، اَزه آوا کانیا ژیانه مفتَ بِدَمه.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 21:6
26 Iomraidhean Croise  

Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger te dayîna Xwedê bizanibûya û bizanibî Kʼî ye ku terʼa dibêje: ‹Avekê bide Min Ez vexwim›, teyê ji Wî av bixwesta û Ewî wê ava jîyînê bida te».


Kʼulfetê jêrʼa got: «Ez xulam, tiştekî Teyî ku Tu pê avê bikʼişînî tʼune û bîr jî kʼûr e! De îjar Tê ava jîyînê ji kʼu derê bînî?


Lê ewê ku ji wê avê vexwe, ya ku Ez bidimê, ewê tʼu car tʼî nebe. Belê ew ava ku Ezê bidime wî, wê dilê wîda bibe kanîke avê, ku wê bona jîyîna hʼeta-hʼetayê bilq bide».


Lê ji kʼerema Wî, bi azakirina Mesîh Îsa rʼasthʼesabbûnê pʼêşkʼêş distînin.


Ewê ku hʼeyfa Wî Kurʼê Wî nehat, lê bona me hʼemûya da der, îdî wê çawa her tiştî tʼevî Wî pʼêşkʼêşî me neke?


Me ne ku rʼuhʼê vê dinyayê standîye, lê ew Rʼuhʼê ji Xwedê, wekî em wan tiştêd ji Xwedêda merʼa dayî feʼm bikin.


Li ser vî hʼîmî yek dikare bi zêrʼ, zîv, kevirêd qîmet, dar, gîhê, yan kayê çêke,


De bira îdî tʼu kes pê meriva nefirʼe! Belê her tişt jî pʼara we ne.


Îdî kʼî ye Apolo? Kʼî ye Pawlos? Ew qulixkʼarêd Xwedê ne, bi kʼîjana we bawer kir. Xudan çiqas şixul daye wan her kesî, haqasî jî dikin.


ku got: «Çi tiştê ku tu dibînî, kʼitêbêda binivîse û her hʼeft civînarʼa bişîne, yêd ku bajarêd Efesê, Simîrnayê, Pergamayê, Tîyatîrayê, Sardeysê, Filadelfyayê û Lawdikyayêda ne».


Çaxê ku min Ew dît, mîna yekî mirî kʼetime ber nigêd Wî. Ewî destê Xweyî rʼastê danî ser min û gote min: «Netirse, Ez im Yê Pêşin û Paşin.


«Ez Alfa û Omêga me», Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê dibêje, Yê ku heye, Yê ku hebû û Yê ku wê bê.


û pê Ewî sond xwar ku hʼeta-hʼetayê Sax e, awa gotî pê Wî Yê ku eʼzman, hʼemûyêd wêda, eʼrd, hʼemûyêd wêda û beʼr, hʼemûyêd wêda eʼfirandine û got: «Îdî wextê derengî nekʼeve.


Milyakʼetê hʼefta tʼasa xwe rʼête ser hewê û ji tʼextê pʼaristgehê dengekî bilind derkʼet û got: «Hate sêrî!»


Ez im Alfa û Omêga, Yê Pêşin û Yê Paşin, Destpêbûn û Axirî».


Rʼuhʼ û bûk dibêjin: «Were!» Ewê ku dibihê bira bêje: «Were!» Ewê ku tʼî ye bira bê, ewê ku ava jîyînê dixwaze bira bêheq bistîne.


Milyakʼetê civîna Lawdikyayêrʼa binivîse bêjê: ‹Yê Amîn› aha dibêje, Ew şeʼdê rʼast û amin, çʼeʼvkanîya eʼfirîn û xuliqîyêd Xwedê:


Çimkî ew Berxê ku goveka tʼextda ye, wê şivantîyê li wan bike, wan bibe ser kanîyêd ava jîyînê. Û Xwedê jî wê hʼemû hêsirêd çʼeʼvêd wan paqij ke».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan