Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 21:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Min ji tʼext dengekî bilind bihîst ku got: «Va ye konê Xwedê nava merivada! Ewê Xwexa nav wanda bijî, ewana wê bibine cimeʼta Wî û Xwedê Xwexa jî wê tʼevî wan bimîne, çawa Xwedêyê wan.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

3 Û min ji text dengekî bilind bihîst ku digot: «Va ye, konê Xwedê di nav mirovan de ye û ew bi xwe wê bi wan re bijî. Ewê gelên wî bin û Xwedê bi xwe wê bi wan re be û Xwedayê wan be.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

3 Мьн жь тʼәхт дәнгәки бьльнд бьһист кӧ гот: «Ва йә коне Хԝәде нава мәрьвада! Әԝе Хԝәха нав ԝанда бьжи, әԝана ԝе бьбьнә щьмәʼта Ԝи у Хԝәде Хԝәха жи ԝе тʼәви ԝан бьминә, чаԝа Хԝәдейе ԝан.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 مِن ژه وه تَختی، دَنگَکه بِلند بیهیسیت گو دِگُت: «بَرخوده، مالا خدا نابَینا مِرُوان دا یَ، اَو دیه گَل واندا جی بِگِریت، و اَو دیه بِبِنَ قَومه وی، و خدا بوخو دیه گَل واندا بیت و دیه بِبیتَ خدایه وان.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 21:3
29 Iomraidhean Croise  

Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Her kesê ku Min hʼiz bike, wê gotina Min xwey ke, Bavê Minê jî wî hʼiz bike û Emê bêne cem wî, tʼevî wî bimînin.


Yan jî çi hevaltîya pʼaristgeha Xwedê tʼevî ya pʼûta heye? Çimkî em pʼaristgeha Xwedêyê sax in! Çawa Xwedê got: «Ezê nava wanda bimînim, nava wanda bimeşim, Xwedêyê wan bim û ewê jî cimeʼta Min bin».


Bavê we bim, hûnê jî kurʼ û qîzêd Min bin, Xudanê Hʼemû Zorayîyê dibêje».


De bira Xwedê, Bavê me xwexa û Xudanê me Îsa rʼîya me rʼast ke, em bêne cem we.


Lê ji ber wêva demana welatekî hê qencda bûn, awa gotî yê eʼzmanî. Lema Xwedê vê yekêda şermîyê nabîne, ku ew jêrʼa bêjin: «Xwedêyê me», çimkî Ewî bona wan bajarek hazir kirîye.


Lê ev e ew peyman, ya ku Ezê tʼevî mala Îsraêl girêdim, pey wan rʼojarʼa, Xudan dibêje: Ezê qanûnêd Xwe bikime hʼişê wan û dilê wanda jî wan binivîsim û Ezê Xwedêyê wan bim, ewê jî cimeʼta Min be.


Ew çawa serekkʼahîn pîrozgehêda berdestîyê dike, awa gotî wî konê rʼastda, kʼîjan ku Xudan vegirt, ne ku meriva.


Gava wan her hʼeft gurʼînîyêd eʼwra xeber dan, min kir ku binivîsim, lê ji eʼzmên dengek hat û got: «Ew tiştêd ku her hʼeft gurʼînîyêd eʼwra gotin, wan eʼyan neke, nenivîse».


Pey vê yekêrʼa wî dengê ku min ji eʼzmên bihîstibû, dîsa tʼevî min xeber da û got: «Herʼe, wê kʼitêba vekirî ji destê wî milyakʼetî hilde, yê ku li ser beʼrê û bejê sekinî ye».


Hingê min li eʼzmên dengekî bilind bihîst ku got: «Niha ye wextê xilazkirin, qewat û pʼadşatîya Xwedêyê me, usa jî hʼukumê Mesîhê Wî. Çimkî Ew xeybkirê xûşk-birêd me jorda hate avîtinê, yê ku şev û rʼoj ber Xwedêyê me xeyba wan dikir.


Ewê ku serkʼeve, her tiştê pʼara wî bikʼevin, Ezê Xwedêyê wî bim, ewê jî lawê Min be.


Îdî tiştê nifirʼlêbûyî li wir wê tʼunebe. Tʼextê Xwedê û yê Berx wê nav bajêrda be û xulamêd Wî wê jêrʼa xizmetkʼarîyê bikin.


Lema ewe li ber tʼextê Xwedê ne, pʼaristgeha Wîda şev û rʼoj Wî dihʼebînin. Yê li ser tʼext rʼûniştî, wê konê Xwe li ser wan vegire.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan