Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 21:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Bajar ne hʼewcê teʼvê û hîvê bû ku rʼonayî bidanê, çimkî rʼûmeta Xwedê wî rʼonayî dike û Berx çʼira wî ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

23 Ne hewce ye ku roj û heyv bajêr ronahî bikin, çimkî rûmeta Xwedê wî ronahî dike û Berx çira wî ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

23 Бажар нә һʼәԝще тәʼве у һиве бу кӧ рʼонайи бьдане, чьмки рʼумәта Хԝәде ԝи рʼонайи дькә у Бәрх чʼьра ԝи йә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 شَهَر محتاجی رُژ و هَویه نَبو گو سَر وه بِبِرِسقِن، چون گو شُکوه و جلالا خدا نوره دِدَته دا و چِرایا وه اَو بَرخِگَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 21:23
25 Iomraidhean Croise  

Çimkî Kurʼê Mêriv wê bi rʼûmeta Bavê Xwe tʼevî milyakʼetêd Xwe bê. Hingê wê anegorî eʼmelêd her kesî bide wan.


Ewê ku Min û xeberêd Min nav vî nisilê xalifî û gunekʼarda şerm hʼesab ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî şerm hʼesab ke, gava rʼûmeta Bavê Xweva tʼevî milyakʼetêd pîroz bê».


ku bibe rʼonayîya ber çʼeʼvê necihûya û qedir-hurmet cimeʼta Te Îsraêlrʼa».


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Tʼu kesî tʼu car Xwedê nedîtîye, lê Yê Tayê Tʼenêyî ku xût Xwedê ye û hʼemêza Bavêda ye, Ewî Ew da eʼyankirinê.


Kanîya jîyînê Ew bû û jîyîn jî rʼonaya meriva bû.


Rʼonaya rʼast Ew e, kʼîjan ku tê dinyayê û hʼemû meriva rʼonayî dike.


Ya Bavo, Ez dixwazim wekî yêd ku Te dane Min, Ez li kʼu bim, ew jî tʼevî Min bin, wekî ew rʼûmeta ku Te daye Min bibînin, çimkî hê berî eʼfirandina dinyayê Te Ez hʼiz kirime.


wekî hʼemû qedirê Kurʼ bizanibin, çawa qedirê Bavê zanin. Yê ku qedirê Kurʼ nizane, ew qedirê Bavê ku Ew şandîye jî nizane.


Min ku ji dest şewqa wê rʼonayê nedidît, hingê yêd tʼevî min destê min girtin, ez birime Şamê.


Evana ew in, yêd ku serê xwe jinarʼa danenîne, ew yêd bikʼir in. Evana pey Berx diçin, kʼuda ku ew diçe. Evana ji nava meriva hatine kʼirʼînê, çawa berê deremeta pêşin ku Xwedê û Berxrʼa bêne dayînê.


Pey van tiştarʼa min dîna xwe dayê, wê milyakʼetekî din ji eʼzmên dihate xwarê. Ew xweyê hʼukumê mezin bû û ji dîndara wî rʼûyê eʼrdê rʼonayî bû.


Rʼûmeta Xwedê nav wîda şewq dida, ew rʼonayî mîna kevirê qîmet bû, mîna kevirê yaspîs, mîna xirûstal bû.


Dergehêd wî wê tʼu car neyêne girtinê, çimkî li wir tʼimê wê rʼoj be, şevê tʼunebe.


Îdî şevê li wir tʼunebe, wê rʼonaya çʼirê û rʼoyê kêr neyên, çimkî Xudan Xwedê wê li wan rʼonayî ke û hʼeta-hʼetayê pʼadşatîyê bikin.


Hingê min dîna xwe dayê, wê goveka wî tʼextîda, kʼîjan her çar rʼuhʼber û rʼûspîya dorê girtibûn, Berxek sekinî bû, çawa ku serjêkirî be. Hʼeft stirûyêd Wî û hʼeft çʼeʼvêd Wî hebûn, Ew her hʼeft rʼuhʼêd Xwedê ne, ku li tʼemamîya dinyayê hatine şandinê.


Çimkî ew Berxê ku goveka tʼextda ye, wê şivantîyê li wan bike, wan bibe ser kanîyêd ava jîyînê. Û Xwedê jî wê hʼemû hêsirêd çʼeʼvêd wan paqij ke».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan