Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 2:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve Ezê ji wî manayê veşartî bidime wî û usa jî kevirekî sipî bidimê, ku wê navekî nû li ser kêvir nivîsar be û tʼu kesê wî navî nizanibe, pêştirî yê ku wî kevirî bistîne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

17 Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje. Ewê ku bi ser dikeve, ezê ji Mannayê veşartî bidim wî. Ezê kevirekî spî yê ku navekî nû li ser nivîsiye bidim wî; ji yê standî pê ve, kes nizane.›»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

17 Гӧһе кʼе һәйә бьра бьбьһе, кӧ Рʼӧһʼ чь дьбежә щьвина. Әԝе кӧ сәркʼәвә Әзе жь ԝи манайе вәшарти бьдьмә ԝи у ӧса жи кәвьрәки сьпи бьдьме, кӧ ԝе навәки ну ль сәр кевьр ньвисар бә у тʼӧ кәсе ԝи нави ньзаньбә, пештьри йе кӧ ԝи кәвьри бьстинә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 «اَوه گو گوه هَیَ بِلا بِبیهیسیت گو رِحا خدا چه دِبِژیتَ کلیسایا. اَوه گو سَرکَویت، اَزه نانه وَشارتیَ مَنّا بِدَمه دا و اَزه بَرَگه سِپی بِدَمه گو ناوَگه تازَ سَر وه بَری هاتیَ نِویساندِن، گو چه کَس اَوه نِزانیت، خِنجی وی مِرُوی گو اَوه دِستینیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 2:17
24 Iomraidhean Croise  

Ewî li wan vegerʼand û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Eʼzmana bizanibin, lê wanarʼa nehatîye dayînê.


Guhê kʼêyî bihîstinê heye bira bibihê».


Lê Ewî wanrʼa got: «Xurekê Minî xwarinê heye, hûn nizanin».


Lê merivê nexweyî-Rʼuhʼ wan tiştêd Rʼuhʼê Xwedê qebûl nake, bi ya wî ev yekana bêhʼişî ne û nikare jî feʼm bike, çimkî hʼalê wan tişta bi rʼuhʼanî têne eʼnenekirinê.


Çimkî hûn mirine û eʼmirê we tʼevî Mesîh cem Xwedê veşartî ye.


Wana li ber tʼext û li ber wan her çar rʼuhʼbera û rʼûspîya stiraneke nû distira. Tʼu kes nikaribû wê stiranê hîn bûya, pêştirî wan sed çil çar hʼezarêd ku ji dinyayê hatibûne kʼirʼînê.


Li ser kʼinca Wî, ser hêta Wî navek nivîsar bû: PʼADŞÊ PʼADŞA Û XUDANÊ XUDANA.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve ji mirina duda wê qet zirarê nebîne.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve, Ezê îzinê bidime wî, wekî ji wê dara jîyînê bixwe, ya ku buhişta Xwedêda ye.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna».


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan