Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 2:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Lê gazineke Min li te heye, ku li wê derê hinek merivêd te hene, ku pey hînkirina wî Bilamî diçin, yê ku Balaq hîn kir, ku zarʼêd Îsraêl ji rʼê derxe, wekî ew qurbanêd pʼûta bixwin û bênamûsîyê bikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

14 Lê belê piçek gazina min ji te heye: Li wê derê hin mirovên te hene ku hînkirina Balam digirin. Wî hînî Balaq kir ku zaryên Îsraêl ji rê derxe, da ku goriyên ji pûtan re hatine şerjêkirin bixwin û fuhûşiyê bikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

14 Ле газьнәкә Мьн ль тә һәйә, кӧ ль ԝе дәре һьнәк мәрьвед тә һәнә, кӧ пәй һинкьрьна ԝи Бьлами дьчьн, йе кӧ Балаԛ һин кьр, кӧ зарʼед Исраел жь рʼе дәрхә, ԝәки әԝ ԛӧрбанед пʼута бьхԝьн у бенамусийе бькьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 «بله مِن هِندَ گازِندَ راستا تَدا هَنَ: تَ هِندَ مِرُو وِدَره هَنَ گو دوو دَرسا بَلعام دا دِچِن؛ هَمَن اَو بَلعام گو فِرَ بالاق گِر گو بَرَگه پاوِژیتَ بَر پِیه بنی ‌اسرائیله گو بِبیتَ باعیثه کَتِنه، گو وِسا ژه رِسقه بُ بُتا هاتی پِشکِش گِرِن بُخُن و زِنایه بِگَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 2:14
30 Iomraidhean Croise  

Wey li dinyayê, bona ewêd ku meriva ji rʼê derdixin. Nabe ku ew tişt nebin, lê wey li wî ku meriv bi wî ji rʼê dikʼevin.


Dûrî qurbanêd pʼûta, xûnê, mirarîyê û bênamûsîyê bin. Heger hûn xwe ji van tişta xwey kin, qenc e. Hûn xweş bin, de ma xatirê we».


Lê bona wan necihûyêd ku hatine ser bawerîyê, me wanrʼa qirara xwe nivîsîye şandîye, wekî ew hʼevza xwe ji wan qurbanêd pʼûtpʼaristîyê, xûnê, goştê mirar û bênamûsîyê bikin».


Û Dawid dibêje: «De bira tʼext-sifirêd wan li wan bibine tʼorʼ û tʼelek, qede-bela jî heqê wan be.


De îdî em loma hevdu nekin, lê hûn xwerʼa bidine ber hʼesaba, çawa bikin ku nig nedine li ber bira, ku nelikʼumin yan pʼişk nebin.


Qenc e ne goşt bixwî, ne şeravê vexwî û ne jî tiştekî usa bikî, ku birê te bikʼeve.


Çima? Çimkî ew ne ku bi bawerîyê bû, lê bi kirêd xwe. Û ew ser kevirê likʼumandinêda kʼet hol bû,


Lê em, Mesîhê xaçbûyî dannasîn dikin, cihûyarʼa pʼişkbûn e, necihûyarʼa jî bêhʼişî,


Lê bona ku pêşîya her cûrʼe qavîyê bê girtinê, bira mêr bê jin nebe û jin jî bê mêr.


Hʼal-zewac hʼemûyarʼa nav-namûsî be û cî-nivîn hʼelal be, çimkî Xwedê wê dîwana çʼeʼvder û zinêkʼara bike.


«Kevirê ku meriv serda dilikʼumin û zinarê ku jê hol dibin». Ew dilikʼumin, çimkî guhdarîya xeberê nakin û çawa wê yekêrʼa jî kʼifşkirî ne.


Destê xwe ji rʼîya rʼast kirin, xalifîn, rʼîya Bilamê Beûrda çûn, yê ku maşê neheqîyê hʼiz kir.


Wey li wan, ku rʼîya Qayînda çûn, mîna Bilam xalifîn, pey kʼara xwe kʼetine û mîna rʼaberîbûna Qorax wê bela xwe bibînin.


Lê gazineke Min li te heye, ku tu wê jinê, Îzabêlê sebir dikî, ku xwe pʼêxember hʼesab dike. Ewa pê hînkirina xwe xulamêd Min ji rʼê derdixe, wekî bênamûsîyê bikin û qurbanêd pʼûta bixwin.


Lê gazineke Min li te heye, ku tu mîna berê Min hʼiz nakî.


Lê pʼara tirsoneka, bêamina, kʼirêt-hʼerama, mêrkuja, bênamûsa, sêrbaza, pʼûtpʼarista û hʼemû derewîna wê gola agirê ku kʼirkʼûtêva dişewite bikʼeve. Ev e mirina duda».


Lê se-kûçʼik, sêrbaz, bênamûs, mêrkuj, pʼûtpʼarist û her kesê ku derewa hʼiz dike û derewa dike, ewê derva bimîne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan