Peyxam 19:20 - Peymana Nû (Încîl)20 Hingê ew ceʼnewir tʼevî wî pʼêxemberê derew dîl hatine girtinê, yê ku li ber wî ceʼnewirî nîşanêd eʼcêb dikirin. Ewî bi wan kira ew xalifandin, yêd ku nîşana ceʼnewir qebûl kirin û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîn. Ceʼnewir û pʼêxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê kʼirkʼûtêyî dişixule. Faic an caibideilKurmanji Încîl20 Û cenawir û pêxemberê derewîn bi wî re, bi hêsîrtî hatin girtin. Pêxemberê derewîn ew bû ku li ber cenawir nîşanên mezin dikirin û bi wan nîşanan ew ên ku deqa cenawir distandin û ji sûretê wî re diçûn ser çokan, dixapandin. Ev herduyên ha sax hatin avêtin nav gola êgir a ku bi kewkurtê dişewite. Faic an caibideilПәймана Ну (Инщил)20 Һьнге әԝ щәʼнәԝьр тʼәви ԝи пʼехәмбәре дәрәԝ дил һатьнә гьртьне, йе кӧ ль бәр ԝи щәʼнәԝьри нишанед әʼщеб дькьрьн. Әԝи бь ԝан кьра әԝ хальфандьн, йед кӧ нишана щәʼнәԝьр ԛәбул кьрьн у сәре хԝә ль бәр һʼәйкәле ԝи данин. Щәʼнәԝьр у пʼехәмбәре дәрәԝ жи сахә-сах һатьнә авитьне нав гола агьре кʼьркʼутейи дьшьхӧлә. Faic an caibideilکتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی20 اَو حیوانه وَحشی هاتَ گِرتِن، و گَل ویدا اَو پِیغَمبَره دِرَوین ژی هاتَ گِرتِن، گو حُضورا وه حیوانه وَحشی دا مُعجِزَ نیشان دِدان و بِ مُعجِزِت خو اَو مِرُو لِبانده بون گو نیشانا اَو حیوانه وَحشی قَبول گِرِه بون و صورَتا وی پَرستِش دِگِرِن. اَو هر دوگ بِ وه حالی گو ساخ بون هاتنَ هاوِتِن ناو گُلا آگِری دا گو بِ گوگرده دِشَوِتیت. Faic an caibideil |