Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 19:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Hingê min dîna xwe dayê, eʼzman vebû, va ye hespekî boz, ku sîyarê Wîrʼa Amin û Rʼast digotin. Ew dîwankirinê û şerʼê Xweda ser rʼastîyê ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

11 Hingê min ezman vebûyî dît. Va ye, hespekî boz. Ji siwarê wî re Yê Dilsoz û Rast tê gotin; ew di şer û dîwankirinê de dadperwer e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

11 Һьнге мьн дина хԝә дайе, әʼзман вәбу, ва йә һәспәки боз, кӧ сийаре Ԝирʼа Амьн у Рʼаст дьготьн. Әԝ диԝанкьрьне у шәрʼе Хԝәда сәр рʼастийе йә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 هِنگه مِن دیت گو اَسمان وَبویَ، ایجا، هَسبَگه سِپی! اَوه گو سَر وه هَسبه رونِشته بو، وفادار و حَق دِتَ گاز گِرِن. اَو بِ عدالته قضاوته دِگَت و شَری دِگَت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 19:11
28 Iomraidhean Croise  

Û jêrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hûnê bibînin eʼzman vebûye û milyakʼetêd Xwedê çawa ji ser Kurʼê Mêriv hildikʼişin, peya dibin».


Îsa wîrʼa got: «Ez im, rʼê, rʼastî û jîyîn. Tʼenê pê Min yek dikare bê cem Bavê.


usa jî ji Îsa Mesîhê şeʼdê amin, Nixurîyê ji nava mirîya û serwêrê pʼadşêd eʼrdê. De bira rʼûmet û qudret Wîrʼa be hʼeta-hʼetayê, Yê ku me hʼiz dike û em pê xûna Xwe ji gunêd me aza kirin û em kirin kʼahînêd pʼadşatîyê, wekî Bavê Wî Xwedêrʼa em xizmetkʼarîyê bikin. Amîn!


Pey vê yekêrʼa pʼaristgeha Xwedêye eʼzmên vebû û wêda Sindoqa Peymana Wî xuya bû. Birûskê birq dan, gurʼînîya dengêd eʼwra hate bihîstinê, eʼrd hʼejîya û teyrok barî.


Hingê min ew ceʼnewir û pʼadşêd dinyayê ordîyêd wanva li cîkî civîyayî dîtin, wekî şerʼê xwe tʼevî Wî sîyarê hespê boz û ordîya Wîva bikin.


Ewêd mayîn jî pê wî şûrê ku ji devê Sîyarê hespê boz derdikʼet, hatine kuştinê û hʼemû teyrede ji cinyazêd wan tʼêr bûn.


Milyakʼetê civîna Lawdikyayêrʼa binivîse bêjê: ‹Yê Amîn› aha dibêje, Ew şeʼdê rʼast û amin, çʼeʼvkanîya eʼfirîn û xuliqîyêd Xwedê:


Milyakʼetê civîna Filadelfyayêrʼa binivîse bêjê: Ewî pîroz, Ewî rʼast, aha dibêje, Yê ku xweyê kʼilîta Dawid e, ku vedike û tʼu kes nikare dade û dadide tʼu kes nikare veke:


Pey van tiştarʼa min dîna xwe dayê, va eʼzmênda derîk vekirî ye. Û ew dengê ku min berê mîna dengê borʼîyê bihîstibû minrʼa got: «Rʼabe were vê jorê, Ezê wan tiştêd ku gerekê ji vir şûnda biqewimin, nîşanî te kim».


Min dîna xwe dayê, va hespekî boz xuya bû, destê yê lêsîyarbûyîda tîrkevanek hebû, tʼacek wîrʼa hate dayînê û ew çawa eʼgît çû, wekî serkʼeve.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan