Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 19:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Wî çaxî ez deverʼû çûme niga, ku serê xwe li ber wî daynim, lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan xûşk-birêd te me, kʼîjan eʼlametîya Îsaye rʼast xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne. Çimkî ew rʼastîya ku Îsa eʼlam kir ew pʼêxembera dide xeberdanê».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

10 Û ez li ber lingên wî deverû çûm ser çokan, ku ez biperizim wî. Lê wî ji min re got: «Nebe ku tu vê yekê bikî! Ez xizmet-hevalê te û xizmet-hevalê birayên te me, yên ku şahidiya Îsa bi wan re ye. Biperize Xwedê, çimkî şahidiya Îsa ruhê pêxemberîtiyê ye.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

10 Ԝи чахи әз дәвәрʼу чумә ньга, кӧ сәре хԝә ль бәр ԝи дайньм, ле әԝи мьнрʼа гот: «Ве йәке нәкә! Әз жи һәвал-хӧламәки мина тә у ԝан хушк-бьред тә мә, кʼижан әʼламәтийа Исайә рʼаст хԝәй дькьн. Сәре хԝә ль бәр Хԝәде дайнә. Чьмки әԝ рʼастийа кӧ Иса әʼлам кьр әԝ пʼехәмбәра дьдә хәбәрдане».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 هِنگه اَز کَتِمَ بَ پِیه وی گو وی پَرستِش گَم، بله اَوی گُتَ مِن: «تِ نابی وه شُله بِگَی! اَز ژی بینا تَ و بینا بِرایِت تَ گو شَهادَتا عیسی خُدان دِگَن، خُلامه وی مَ. پَرستِشا خدا بِگَ! چون گو شَهادَتا عیسی، رِحا نَبوَته یَ.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 19:10
40 Iomraidhean Croise  

Hingê Îsa gotê: «Dûrî Min herʼe, cino! Çimkî nivîsar e: ‹Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tʼenê Wîrʼa xulamtîyê bike!›»


yekî ji serwêrêd kʼinîştê ku navê wî Yayîro bû hate cem Wî, gava wî Îsa dît, xwe avîte nigêd Wî,


Kʼulfeteke ku qîzika wê rʼuhʼê hʼeramva girtî bû, bona Îsa pê hʼesîya, lez hat û xwe avîte ber nigêd Wî.


Milyakʼet lê vegerʼand û gotê: «Ez Cibrayîl im, ku li ber Xwedê disekinim. Û ez hatime şandinê, ku terʼa bêjim û vê mizgînîyê bidime te.


û wanarʼa got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez tʼevî we bûm, Min werʼa gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd pʼêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›».


Hûn nivîsarada kʼûr dibin, çimkî hûn dibêjin, jîyîna weye hʼeta-hʼetayê wanda ye û hema ew xwexa şeʼdetîya Min didin.


Hʼemû pʼêxember şeʼdetîya Wî didin, ku hʼemûyêd bawerîya xwe Wî bînin, wê bi saya navê Wî baxşandina guna bistînin».


Binelîyêd Orşelîmê û serwêrêd wan Îsa çawa Xilazkir nas nekirin, lê gava dîwana Wî kirin, gotinêd pʼêxemberaye ku her şemî dixûnin anîne sêrî.


Çawa hûn her tiştîda tʼêre-tʼijî ne, bawerîyê, xeberdanê, zanebûnê, tʼemamîya xîretêda û wê hʼizkirina xweye hindava meda, usa jî vî şixulê qencda tʼêr-tʼijî bin.


Awa binihêrʼin ku hûn nigê xwe fesal bavêjin, nebine mîna bêfeʼma, lê mîna serwaxta.


Belê ji we her kes jî bira jina xwe hʼiz bike çawa xwe û jin ji mêrê xwe xof bike.


Çimkî sinetîya rʼast ya me ye, ku bi Rʼuhʼê Xwedê em dihʼebînin û bi Mesîh Îsa difirʼin. Gumana me ne ser nav-nîşanêd qalib e,


Haş ji xwe hebin, nebe ku yek ji ber xirabîyêva xirabîyê bike, lê her gav ser nêta qencîyê bin, hin bona hev, hin jî bona hʼemûya.


Îdî milyakʼet çi ne? Ew hʼemû jî rʼuhʼêd berdestî ne, ku bona xizmetkʼarîya wan têne şandinê, yêd ku xilazbûnê wê war bin.


Îdî haş ji xwe hebin, nebe ku hûn Ewî werʼa xeber dide tʼexsîr kin. Heger ewêd ku li ser dinê Mûsa tʼexsîr kirin, kʼîjanî ku tʼemîyêd Xwedê didan xilaz nebûn, îdî emê çawa bikaribin xilaz bin heger em pişta xwe bidine Yê ku ji eʼzmana merʼa xeber dide?


Yê ku bawerîya xwe Kurʼê Xwedê tîne, nava wîda ev şeʼdetî heye. Yê ku bawerîya xwe Xwedê nayne, ew Xwedê derew derdixe, çimkî bawerîya xwe wê şeʼdetîyê nayne, ya ku Xwedê bona Kurʼê Xwe şeʼdetî da.


Zarʼokno, xwe ji pʼûtpʼaristîyê xwey kin.


Eva eʼyantîya Îsa Mesîh e, kʼîjan Xwedê da Wî, wekî ew wan tiştêd ku gerekê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamêd Wî ke. Îsa pê destê milyakʼetê Xwe şand û eʼlamî xulamê Xwe Yûhʼenna kir.


Ez, Yûhʼennayê birê we me, yektîya Îsada heval-pʼarê wê tengasîyê, pʼadşatîya Wî û sebira we me. Ez bona xebera Xwedê û şeʼdetîya bona Îsa wê giravêda bûm, ku jêrʼa Patmos dibêjin.


Ewana pê xûna Berx û xebera şeʼdetîya xwe ser wî kʼetin, eʼmirê xwe hʼeta mirinê hʼiz nekirin.


Hingê wî zîyayî hêrsa xwe li wê kʼulfetê rʼakir û çû, wekî şerʼê xwe tʼevî wan zarʼêd wêye mayîn bike, yêd ku tʼemîyêd Xwedê xwey dikin û şeʼdetîya bona Îsa didin.


Wî bi dengekî bilind digot: «Ji Xwedê bitirsin û şikirîyê bidine Wî, çimkî sihʼeta dîwankirina Wî pêrʼa gihîşt. Serê xwe ber Wî daynin, Yê ku eʼrd û eʼzman, beʼr û avêd kanîya eʼfirandine».


Xudan, kʼî ji Te wê netirse û rʼûmetê nede wî navê Te? Çimkî Tu tʼenê Yê pîroz î. Hʼemû miletê berbi Te bên û serê xwe ber Te daynin, çimkî kirêd Teye rʼast xuya bûn».


Hingê wî milyakʼetî minrʼa got: «Binivîse: Xwezî li wan, ku bona şayîya deʼwata Berx hatine tʼeglîfkirinê!» Serda zêde kir got: «Ay ev in xeberêd Xwedêye rʼast».


ew her bîst çar rʼûspî ber Yê ku li ser tʼext rʼûniştî deverʼûya diçûn, serê xwe ber Wî dadanîn, Yê ku hʼeta-hʼetayê Sax e û tʼacêd xwe davîtine ber tʼext û digotin:


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan