Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 17:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Ew ceʼnewirê ku te dît, wextekê hebû, lê niha tʼune. Ewê zûtirê ji gelîyê hey-wayê derkʼeve û herʼe unda be. Binelîyêd rʼûbarî dinêye ku navêd wan ji wextê eʼfirandina dinyayêda kʼitêba jîyînêda nehatine nivîsarê, wê eʼcêbmayî bimînin, gava wî ceʼnewirî bibînin, yê ku hebû û niha tʼune, lê wê hebe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

8 Ew cenawirê ku te dîtiye hebû, lê niha tune; ewê zû ji kortala bêbinî derkeve û here helakê. Û ew ên ku li ser rûyê erdê rûdinin û navên wan ji damezrandina dinyayê ve di Kitêba Jiyanê de nehatine nivîsîn, çaxê cenawir bibînin, wê şaş bibin. Çimkî hebû û niha tune, lê wê hebe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

8 Әԝ щәʼнәԝьре кӧ тә дит, ԝәхтәке һәбу, ле ньһа тʼӧнә. Әԝе зутьре жь гәлийе һәй-ԝайе дәркʼәвә у һәрʼә ӧнда бә. Бьнәлийед рʼубари дьнейә кӧ навед ԝан жь ԝәхте әʼфьрандьна дьнйайеда кʼьтеба жийинеда нәһатьнә ньвисаре, ԝе әʼщебмайи бьминьн, гава ԝи щәʼнәԝьри бьбиньн, йе кӧ һәбу у ньһа тʼӧнә, ле ԝе һәбә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 اَو حیوانه وَحشی گو تَ دیت، زَمانَگه هَبو، نَهَ چِنینَ، و گَلَک زو دیه ژه وه بیرا به بِن دا دَرکَویت و بِچیتَ بُ آلیه بَین چُیینه. اَونه گو سَر رویه عَردی جی گِرتِنَ گو ناوه وان ژه دَستبه گِرِنا عالَمه ناو دَفترا ژیانه دا نَهاتیَ نِویسین، ژه دیتِنا وه حیوانه وَحشی دیه بِمینِنَ حَیر، چون گو اَو زَمانَگه هَبو، نَهَ چِنینَ و دیه بِت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 17:8
28 Iomraidhean Croise  

Hingê Pʼadşa wê yêd li milê Xweyî rʼastêrʼa bêje: ‹Werin bimbarekbûyîyêd alîyê Bavê Minda! Ew Pʼadşatîya ku bona we ji wextê eʼfirandina dinyayêda hazir bûye war bin.


Lê bi wê yekê şa nebin ku cin êlimî we dibin, lê şa bin, ku navêd we li eʼzmana nivîsar e».


Û cina lava Wî dikir, ku eʼmir neke ew herʼine gelîyê hey-wayê.


Ya Bavo, Ez dixwazim wekî yêd ku Te dane Min, Ez li kʼu bim, ew jî tʼevî Min bin, wekî ew rʼûmeta ku Te daye Min bibînin, çimkî hê berî eʼfirandina dinyayê Te Ez hʼiz kirime.


Ew Xudanê ku van tişta hê ji dewrêd berêda eʼyan kirîye dibêje›.


Berî eʼfirandina dinyayê Xwedê yektîya Wîda em bijartin, wekî em pîroz û bêqusûr bin, li ber Wî hʼizkirinêda bijîn.


usa jî bona wê gumana jîyîna hʼeta-hʼetayê gazîkirî. Bona wê jîyînê, Xwedêyê xweyê gotina Xwe, hê dewrêd berêda soz daye


Ew hê berî destpêbûna dinyayê kʼifşkirî bû, lê van axirîyada bona we eʼyan bû.


Gava ewana şeʼdetîya xwe ser hevda bînin, hingê ew ceʼnewirê ku ji gelîyê hey-wayê derdikʼeve, wê tʼevî wan şerʼ ke, wan bindest ke û bikuje.


Ew ceʼnewirê ku wextekê hebû û niha tʼune, ew xwexa jî pʼadşê hʼeyşta ye. Ew yekî ji wan her hʼefta ye û wê herʼe unda be.


Pʼadşêd dinyayê tʼevî vê qavî kirin û binelîyêd rʼûbarî dinê pê şerava qavîya wê serxweş bûn».


Ew mîrêcinê ku ew xalifandin, wê bê avîtinê nava gola agirê kʼirkʼûtê, wî cîyê ku ceʼnewir û pʼêxemberê derew têda ne. Li wir wê şev û rʼoj, hʼeta-hʼetayê biçerçirin.


Wê hingê min mirîyêd biçʼûk û mezin dîtin ku li ber tʼext sekinî bûn. Kʼitêb vebûn û kʼitêbeke din jî vebû, awa gotî kʼitêba jîyînê. Dîwana mirîya anegorî wan kirêd wane kʼitêbada nivîsar hate kirinê.


Û navê kʼê vê kʼitêba jîyînêda nivîsar tʼunebû, ew hate avîtinê nava gola êgir.


Te ku tʼemîya Min xwey kir û sebir kir, Ezê jî te ji wî wextê cêrʼibandinê xwey kim, ya ku wê bê ser tʼemamîya dinyayê, ku binelîyêd li rʼûbarî dinê bicêrʼibîne.


Ewê ku serkʼeve, ewê aha kʼincêd çîle-qerqaş li xwe wergire. Ezê navê wî ji kʼitêba jîyînê tʼu car rʼesît nekim û navê wî li ber Bavê Xwe û li ber milyakʼetêd Wî aşkere kim.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan