Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 16:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Evana ew rʼuhʼêd cina bûn, yêd ku nîşanêd eʼcêb dikin. Ew diçine cem hʼemû pʼadşêd dinyayê, wekî wan bicivînin, bona şerʼê wê Rʼoja Mezine Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

14 Ew ruhên ku cin in nîşanên mezin çêdikin. Ew diçin ba hemû padîşahên dinyayê, da ku wan ji bo cenga Roja Mezin a Xwedayê karîndarê her tiştî bicivînin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

14 Әвана әԝ рʼӧһʼед щьна бун, йед кӧ нишанед әʼщеб дькьн. Әԝ дьчьнә щәм һʼәму пʼадшед дьнйайе, ԝәки ԝан бьщьвиньн, бона шәрʼе ԝе Рʼожа Мәзьнә Хԝәдейе Һʼәму Зорайийе.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 چون گو اَونَ رِحه شیطانینَ گو مُعجِزا نیشان دِدَن و دِچِنَ لاره تواوی پاشایه دُنیایه گو اَوان بُ شَره رُژا عَظیمَ خدایه قادرَ مطلق خِر گَنَ جیَگه.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 16:14
33 Iomraidhean Croise  

Û ev Mizgînîya Pʼadşatîyê wê li nav tʼemamîya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hʼemû miletarʼa bibe şeʼdetî û hingê xilazî wê bê.


Çimkî mesîh û pʼêxemberêd derew wê derên, nîşan û kʼeremetêd mezin bikin, ku bikaribin bijartîyêd Xwedê jî bixalifînin.


Çimkî mesîh û pʼêxemberêd derew wê derên. Wê nîşan û kʼeremeta bikin, heger dest wanva bê, wê bijartîya jî bixalifînin.


Wan rʼojada ji Awgûstoyê Qeyser eʼmir derkʼet, ku hʼemû merivêd Împêratorîya Rʼomayê bêne navnivîsarê.


Hûn bavê xweda ji mîrêcin in û dixwazin xwestinêd bavê xwe bînine sêrî. Ew ji serê sêrîda qetʼil bû û wî tʼu car xwe rʼastîyê negirtîye, çimkî nava wîda rʼastî tʼune. Gava ew derewa dike, ew gora binyatʼa xwe dike, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye.


Berê pêşin ez bi destê Îsa Mesîh bona we hʼemûya rʼazîbûnê didime Xwedêyê xwe, çimkî bawerîya we tʼemamîya dinyayêda tê gotinê.


Hatina Yê Neheqîyê wê bi qewata mîrêcin be, hʼeta hʼunurê wî hebe wê nîşan û kʼeremetêd derew bike


Rʼuhʼ aşkere dibêje, ku rʼojêd axirîyêda hinek wê ji bawerîyê bikʼevin, guh bidine rʼuhʼêd derewîn û hînkirinêd cina.


Eva «serwaxtîya» ne dayîna jorin e, lê ji dinê ye, ya merivayî ye û ji cina ye.


Em zanin ku em ji Xwedê ne û tʼemamîya dinyayê bin hʼukumê yê Xirabda ye.


ew zîyayê mezin jorda hate avîtinê. Eva ew meʼrê berê bû, ku jêrʼa mîrêcin û şeytʼan dibêjin, yê ku tʼemamîya dinê xalifandîye. Ew milyakʼetêd xweva jorda hatine avîtinê ser rʼûyê eʼrdê.


Serîkî vî ceʼnewirî tê bêjî birîndar li ber mirinê bû, lê birîna wî hate qenckirinê. Û tʼemamîya dinyayê ser wî ceʼnewirî eʼcêbmayî ma.


Hingê wan rʼuhʼa ew pʼadşa civandine wî cîyî ku bi îbranî jêrʼa «Harmegedon» tê gotinê.


Hingê min dengê gorîgehê bihîst, ku aha got: «Belê, ya Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê, dîwanêd Te rʼast û heq in».


Evana wê tʼevî Berx şerʼ bikin, lê Berx tʼevî yêd gazîkirî, bijartî û amina wê li ser wan bikaribe, çimkî ew Berx Xudanê xudana û Pʼadşê pʼadşa ye».


ewê derkʼeve, wekî wan miletêd her çar qulbêd dinêda, awa gotî Gog û Magogê bixalifîne û wan bona şerʼ li cîkî bicivîne. Rʼeqema wan wê mîna qûma devê beʼrê be.


Te ku tʼemîya Min xwey kir û sebir kir, Ezê jî te ji wî wextê cêrʼibandinê xwey kim, ya ku wê bê ser tʼemamîya dinyayê, ku binelîyêd li rʼûbarî dinê bicêrʼibîne.


Çimkî rʼoja xezeba wane mezin hat û kʼî dikare teyax ke?»


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan