Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 14:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Min ji eʼzmên dengek bihîst, mîna dengê gelek ava û mîna dengê gurʼînîya eʼwraye qayîm. Ew dengê ku hate min, mîna dengê miqamê çengvana bû, ku li çengêd xwe dixin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

2 Û min ji ezmên dengekî wek dengê aveke boş û wek dengekî bilind yê xurexura ewran bihîst. Dengê ku min bihîstibû, wek dengê muzîkvanên ku li çengên xwe dixin bû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

2 Мьн жь әʼзмен дәнгәк бьһист, мина дәнге гәләк ава у мина дәнге гӧрʼинийа әʼԝрайә ԛайим. Әԝ дәнге кӧ һатә мьн, мина дәнге мьԛаме чәнгвана бу, кӧ ль чәнгед хԝә дьхьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 مِن دَنگَک ژه اَسمانی بیهیست گو بینا شِرَشِرا گَلَک آوا و دَنگا بِلندَ بروسگه بو. دَنگا گو مِن بیهیست، بینا دَنگا اَونه گو چَنگه خو له دِدَن بون،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 14:2
29 Iomraidhean Croise  

Heger ez bi zimanêd meriva yan milyakʼeta xeber dim, lê dilê minda hʼizkirin tʼunebe, ezê bibime mîna wî zengilê ku dike zingîn yan jî bolmêd sifre ku dikine şingîn.


Rʼoja Xudanda Rʼuhʼê Pîroz hate ser min û min li pişt xwe dengekî bilindî mîna dengê borʼîyê bihîst,


Nigêd Wî mîna sifirê xasî ji kʼûra agir derxistî, ku dibiriqe û dengê Wî mîna dengê xule-xula gelek ava bû.


Hingê wan her duya dengekî bilind ji eʼzmên bihîst ku wanrʼa got: «Werine vê jorê». Û ewana ber çʼeʼvêd dijminêd xwe eʼwrava hilkʼişîyane eʼzmên.


Milyakʼetê hʼefta li borʼîyê xist û eʼzmênda dengêd bilind hatin ku digotin: «Pʼadşatîya dinyayê bû ya Xudanê me û Mesîhê Wî, Ewê hʼeta-hʼetayê pʼadşatîyê bike».


Wî çaxî min tiştekî mîna beʼreke şûşe êgirva tʼevayî dît, usa jî ewêd ku ceʼnewir, hʼeykelê wî û hʼesabê navê wî bindest kiribûn. Evana ser beʼra şûşe sekinî bûn, çengêd ku Xwedê dabûne wan destêd wanda bûn


Wê îdî dengê çeng, sazbend, bilûrvan û borʼîvan nav teda tʼu car neyê bihîstinê. Wê îdî hostakî tʼu pʼêşeyî tʼu car nav teda xuya nebe. Wê îdî dengê beraşa jî tʼu car nav teda neyê bihîstinê.


Çaxê Wî ew hilda, ew her çar rʼuhʼber û her bîst çar rʼûspî li ber wî Berxî deverʼûya çûn. Destê her yekîda çeng û tʼasêd zêrʼîne tʼijî bixûr hebûn. Ew bixûr duayêd cimeʼta Xwedê ne.


Hingê min dîna xwe dayê, wî Berxî moreke ji wan her hʼeft mora vekir û min ji wan her çar rʼuhʼbera dengekî mîna dengê gurʼînîya eʼwra bihîst ku got: «Were».


Yê pêşin li borʼîyê xist, teyrok û agir xûnêva tʼevayî ser eʼrdêda barî. Û ji sê pʼara pʼareke eʼrdê şewitî, ji sê pʼara pʼareke dara şewitî û hʼemû gîhayê şîn şewitî.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan