Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 14:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 ewê ji wê şerava hêrsa Xwedê vexwe, ya ku av tʼevnekirî ye, kʼasa Wîye xezebêda dagirtî ye. Ewê li ber milyakʼetêd pîroz û li ber Berx agir û kʼirkʼûtêda cefê bikʼişîne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

10 ew jî wê ji şeraba hêrsa Xwedê ya ku safî di kasa xezeba wî de hatiye amadekirin vexwe û li ber milyaketên pîroz û li ber Berx bi êgir û bi kewkurtê ezab wê li wî bê kirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

10 әԝе жь ԝе шәрава һерса Хԝәде вәхԝә, йа кӧ ав тʼәвнәкьри йә, кʼаса Ԝийә хәзәбеда дагьрти йә. Әԝе ль бәр мьлйакʼәтед пироз у ль бәр Бәрх агьр у кʼьркʼутеда щәфе бькʼьшинә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 اَو ژی دیه ژه شَرابا غَضَبا خدا وَخُت، شَرابَگه قاوَت و خالص گو ناو طاسِگا غَضَبا ویدا هاتیَ رِژاندِن. اَو مِرُو، حُضورا میلیاکَته مُقدس و حُضورا وی بَرخِگه دا بِ آگِر و گوگرده دیه عَذابه بِکِشیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 14:10
45 Iomraidhean Croise  

Lê Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn nizanin çi dixwazin. Gelo hûn dikarin ji wê kʼasê vexwin, ya ku Ezê vexwim?» Wana gote Wî: «Belê, em dikarin».


Hingê Ewê yêd milê Xweyî çʼepêrʼa bêje: ‹Nifirʼlêbûyîno! Dûrî Min herʼin nava agirê hʼeta-hʼetayê, ku bona mîrêcin û milyakʼetêd wî hazir bûye.


Hinekî pêşda çû Xwe deverʼûya avît dua kir û got: «Bavê Min! Heger dibe, bira ev kʼasa cefê ser Minrʼa derbaz be. Lê ne ku çawa Ez dixwazim, lê bira xwestina Te be».


Ewê ku Min û xeberêd Min nav vî nisilê xalifî û gunekʼarda şerm hʼesab ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî şerm hʼesab ke, gava rʼûmeta Bavê Xweva tʼevî milyakʼetêd pîroz bê».


Wan got: «Korʼnêlyoyê sersed em şandine. Ew merivekî rʼast, xwedêxof û alîyê tʼemamîya miletê cihûyada jî xweyîyê şeʼdetîya qenc e. Ewî eʼmir ji milyakʼetekî pîroz stand, ku te gazî mala xwe ke û xeberdana te bibihê».


û yêd ji we tengasîyêda ne, tʼevî me bide hêsakirinê. Evê aha be, gava Xudan Îsa tʼevî milyakʼetêd Xweye zor ji eʼzmênva bi kʼûra êgir xuya be,


Vê jî bîr nekin çawa Sodom, Gomora û bajarêd dor-berêd wan, mîna wan ji gurʼa Xwedê derkʼetin qavî kirin, çʼeʼv avîtine bedena başqe û dîwana agirîye hʼeta-hʼetayê ser xweda anîn. Evana îdî bona me tʼerz û ders in.


Hingê ji her çar rʼuhʼbera yekî hʼeft tʼasêd zêrʼîne xezeba wî Xwedêyîva tʼijî, Yê ku hʼeta-hʼetayê Sax e, dane wan her hʼeft milyakʼeta.


Bajarê mezin bû sê pʼara û bajarêd mileta wêran bûn. Babîlona mezin hate bîra Xwedê, wekî wê kʼasa xweye şerava xezeba giranva bide wê.


Çimkî ji wê şerava qavîya wêye har hʼemû mileta hilda vexwar, pʼadşêd dinyayê tʼevî wê qavî kirin, bazirganêd dinyayê ji agirê dilê wê dewletî bûn».


Wê çi kiribe usa jî hûn bînine serê wê û li anegorî kirêd wê, du car haqasî lê vegerʼînin, ew kʼasa ku wê bona we dagirt, hûn du car teʼl li wê bidine vexwarinê.


Ji devê Wî şûrekî tûj derdikʼet, wekî li mileta xe. Ewê pê şivdara hʼesinî şivantîyê li wan bike, wî hʼewzê şerava xezeba Xwedêyê Hʼemû Zorayîyêda wan bihʼincirʼîne.


Hingê ew ceʼnewir tʼevî wî pʼêxemberê derew dîl hatine girtinê, yê ku li ber wî ceʼnewirî nîşanêd eʼcêb dikirin. Ewî bi wan kira ew xalifandin, yêd ku nîşana ceʼnewir qebûl kirin û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîn. Ceʼnewir û pʼêxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê kʼirkʼûtêyî dişixule.


Ew mîrêcinê ku ew xalifandin, wê bê avîtinê nava gola agirê kʼirkʼûtê, wî cîyê ku ceʼnewir û pʼêxemberê derew têda ne. Li wir wê şev û rʼoj, hʼeta-hʼetayê biçerçirin.


Hingê Mirin û Dîyarê Mirîya hatine avîtinê nava gola êgir. Ev gola êgir mirina duda ye.


Lê pʼara tirsoneka, bêamina, kʼirêt-hʼerama, mêrkuja, bênamûsa, sêrbaza, pʼûtpʼarista û hʼemû derewîna wê gola agirê ku kʼirkʼûtêva dişewite bikʼeve. Ev e mirina duda».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan