Peyxam 13:16 - Peymana Nû (Încîl)16 Ewî pʼêyî ser hʼemûya kir, awa gotî biçʼûk û mezina, dewletî û belengaza, aza û xulama ku nîşanê bidine ser destê xweyî rʼastê yan eʼnîya xwe, Faic an caibideilKurmanji Încîl16 Wî destê rastê an eniya hemû biçûk û mezinan, dewlemend û belengazan, azad û xulaman dida deqkirin. Faic an caibideilПәймана Ну (Инщил)16 Әԝи пʼейи сәр һʼәмуйа кьр, аԝа готи бьчʼук у мәзьна, дәԝләти у бәләнгаза, аза у хӧлама кӧ нишане бьдьнә сәр дәсте хԝәйи рʼасте йан әʼнийа хԝә, Faic an caibideilکتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی16 هَمژی اَوی همو کَس، گوشگَ و مَزِن، دَولمَند و فقیر، آزاد و خُلام مَجبور گِرِن گو نیشانا دانِنَ سَر دَسته خو یه راسته آن عَنیا خو، Faic an caibideil |
Hingê ew ceʼnewir tʼevî wî pʼêxemberê derew dîl hatine girtinê, yê ku li ber wî ceʼnewirî nîşanêd eʼcêb dikirin. Ewî bi wan kira ew xalifandin, yêd ku nîşana ceʼnewir qebûl kirin û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîn. Ceʼnewir û pʼêxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê kʼirkʼûtêyî dişixule.
Hingê min kʼursî dîtin ku ew li ser wan rʼûniştin, kʼîjanarʼa hate dayînê, wekî dîwanê bikin. Usa jî min rʼuhʼêd wan dîtin, serê kʼîjana bona şeʼdetîya Îsa û bona xebera Xwedê hatibûne lêxistinê, kʼîjana serê xwe li ber ceʼnewir û hʼeykelê wî danenîbûn û ne jî nîşana wî hildabûne ser eʼnî yan destê xwe. Evana dîsa sax bûn û tʼevî Mesîh hʼezar salî pʼadşatî kirin.