Peyxam 13:15 - Peymana Nû (Încîl)15 Hʼukum wîrʼa hate dayînê, wekî rʼuhʼ ber hʼeykelê ceʼnewirda bîne, ku hʼeykelê ceʼnewir xeber de û bikaribe ewêd ku ceʼnewir nehʼebînin bide kuştinê. Faic an caibideilKurmanji Încîl15 Desthilatî ji wî re hat dayîn, da ku nefesê bide sûretê cenawir ku sûretê cenawir bipeyive û bikare wan ên ku neperizin cenawir bide kuştin. Faic an caibideilПәймана Ну (Инщил)15 Һʼӧкӧм ԝирʼа һатә дайине, ԝәки рʼӧһʼ бәр һʼәйкәле щәʼнәԝьрда бинә, кӧ һʼәйкәле щәʼнәԝьр хәбәр дә у бькарьбә әԝед кӧ щәʼнәԝьр нәһʼәбиньн бьдә кӧштьне. Faic an caibideilکتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی15 بُ وی ایجازَ هاتَ دایین گو نَفَسه بِدَتَ صورَتا اَو حیوانه وَحشی گو صورَته اَو حیوانه وَحشی حتا بِگاریت قِسَ گَت و اَونه گو پَرستِشا صورَتا وه حیوانه وَحشی نَدِگِرِن، بِدَتَ گُشتِن. Faic an caibideil |
Hingê ew ceʼnewir tʼevî wî pʼêxemberê derew dîl hatine girtinê, yê ku li ber wî ceʼnewirî nîşanêd eʼcêb dikirin. Ewî bi wan kira ew xalifandin, yêd ku nîşana ceʼnewir qebûl kirin û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîn. Ceʼnewir û pʼêxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê kʼirkʼûtêyî dişixule.
Hingê min kʼursî dîtin ku ew li ser wan rʼûniştin, kʼîjanarʼa hate dayînê, wekî dîwanê bikin. Usa jî min rʼuhʼêd wan dîtin, serê kʼîjana bona şeʼdetîya Îsa û bona xebera Xwedê hatibûne lêxistinê, kʼîjana serê xwe li ber ceʼnewir û hʼeykelê wî danenîbûn û ne jî nîşana wî hildabûne ser eʼnî yan destê xwe. Evana dîsa sax bûn û tʼevî Mesîh hʼezar salî pʼadşatî kirin.