Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 13:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Hingê min dîna xwe dayê, va ceʼnewirek ji beʼrê derdikʼet. Hʼeft serêd wî û dehe stirûyêd wî hebûn, li ser stirûyêd wî dehe tʼac bûn û li ser her hʼeft serêd wî jî navêd kʼifirî-zifirîya bûn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Piştre min cenawirekî ku ji deryayê derdiket dît. Deh strûhên wî û heft serên wî hebûn û li ser strûhên wî deh tac û li ser serên wî navên çêran hebûn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Һьнге мьн дина хԝә дайе, ва щәʼнәԝьрәк жь бәʼре дәрдькʼәт. Һʼәфт сәред ԝи у дәһә стьруйед ԝи һәбун, ль сәр стьруйед ԝи дәһә тʼащ бун у ль сәр һәр һʼәфт сәред ԝи жи навед кʼьфьри-зьфьрийа бун.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 هِنگه مِن حیوانَگه وَحشی دیت گو ناو بَحره دا هاتَ دَروَ، اَوی دَه شاخ و هَفت سَر هَبون، و دَه تاج سَر شاخِت وی و سَر هر سَرَگه وی ناوَگه کُفری هاته بو نِویسین.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 13:1
21 Iomraidhean Croise  

Gava ewana şeʼdetîya xwe ser hevda bînin, hingê ew ceʼnewirê ku ji gelîyê hey-wayê derdikʼeve, wê tʼevî wan şerʼ ke, wan bindest ke û bikuje.


Pey vê yekêrʼa nîşaneke din jî eʼzmênda xuya bû. Min dîna xwe dayê, va zîyakî zerî mezin ku hʼeft serî û dehe stirûyêd wî hebûn û hʼeft tʼac jî li serêd wî bûn.


Hingê min dîna xwe dayê, va ceʼnewirekî din ji eʼrdê derdikʼet, du stirûyê wîye mîna yê berxa hebûn û mîna zîyê xeber dida.


Ewî pê wan nîşanêd ku wîrʼa hatibûne dayînê, wekî li ber ceʼnewirê pêşin bike, binelîyêd li rʼûbarî dinê dixalifandin. Ewî wanrʼa got, ku hʼeykelekî wî ceʼnewirî çêkin, yê ku bi şûr hatibû birîndarkirinê û dîsa sax bû.


Hʼukum wîrʼa hate dayînê, wekî rʼuhʼ ber hʼeykelê ceʼnewirda bîne, ku hʼeykelê ceʼnewir xeber de û bikaribe ewêd ku ceʼnewir nehʼebînin bide kuştinê.


Wî çaxî min tiştekî mîna beʼreke şûşe êgirva tʼevayî dît, usa jî ewêd ku ceʼnewir, hʼeykelê wî û hʼesabê navê wî bindest kiribûn. Evana ser beʼra şûşe sekinî bûn, çengêd ku Xwedê dabûne wan destêd wanda bûn


Hingê min dîna xwe dayê, va sê rʼuhʼêd hʼerame mîna beqa, ji devê wî zîyayî, ji devê ceʼnewir û ji devê pʼêxemberê derew derdikʼetin.


Ew her dehe stirûyêd ku te dîtin, usa jî ceʼnewir wê hevrʼa bijenine ya qav. Ewê destê wê ji her tiştî bikin, wê teʼzî kin û goştê wê bixwin, êgirda bişewitînin.


Hingê Rʼuhʼê Pîroz hate ser min, wî milyakʼetî ez birime berʼîkê. Min dîna xwe dayê, va jinek li ser ceʼnewirekî sorê gevez sîyar, ku serda-pêda ji her alîyava bi navêd kʼifirîyêd hindava Xwedêda tʼijî bûn û hʼeft serêd wî û dehe stirûyêd wî hebûn.


Li ser eʼnîya wê navekî surʼ nivîsar bû: BABÎLONA MEZIN, MAKA QAVA Û KʼIRÊTÎYÊD DINYAYÊ.


Hingê min ew ceʼnewir û pʼadşêd dinyayê ordîyêd wanva li cîkî civîyayî dîtin, wekî şerʼê xwe tʼevî Wî sîyarê hespê boz û ordîya Wîva bikin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan