Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 12:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Poçʼa wî ji sê pʼara pʼareke steyrkêd eʼzmên kʼişand û avîte ser eʼrdê. Ew zîya li ber wê kʼulfeta ku kʼetibû ber zarʼê sekinî, ku hema çawa zarʼ bibe wê zarʼê hʼûfî xwe ke.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

4 Û dûvikê wî sêyeka stêrên ezmên xişandin û ew avêtin ser rûyê erdê. Ejder li ber wê jina ku li ber zarokanînê bû rawesta. Ew li benda bûyîna zarok bû, ku wî daqurtîne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

4 Почʼа ԝи жь се пʼара пʼарәкә стәйркед әʼзмен кʼьшанд у авитә сәр әʼрде. Әԝ зийа ль бәр ԝе кʼӧлфәта кӧ кʼәтьбу бәр зарʼе сәкьни, кӧ һәма чаԝа зарʼ бьбә ԝе зарʼе һʼуфи хԝә кә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 دِلا وی سه یادا یگ ژه سِتِره اَسمانی گِزی گِر و رِژاندَ سَر رویه عَردی. اَژدَها پِشیا وه ژِنگا گو بَ زایینه بو راوَستا، گو وقته اَوی ژِنگه، بِچوگا خو اینا دُنیایه، اَوی قُط گَت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 12:4
22 Iomraidhean Croise  

Hûn bavê xweda ji mîrêcin in û dixwazin xwestinêd bavê xwe bînine sêrî. Ew ji serê sêrîda qetʼil bû û wî tʼu car xwe rʼastîyê negirtîye, çimkî nava wîda rʼastî tʼune. Gava ew derewa dike, ew gora binyatʼa xwe dike, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye.


Serwaxt bin, hʼişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mirʼe-mirʼa wî ye, digerʼe kʼa kʼê hʼûfî xwe ke.


Hingê li eʼzmên şerʼ dest pê bû. Mixayîl milyakʼetêd xweva tʼevî zîyê şerʼ kir, zîyê jî milyakʼetêd xweva tʼevî wan şerʼ kir.


ew zîyayê mezin jorda hate avîtinê. Eva ew meʼrê berê bû, ku jêrʼa mîrêcin û şeytʼan dibêjin, yê ku tʼemamîya dinê xalifandîye. Ew milyakʼetêd xweva jorda hatine avîtinê ser rʼûyê eʼrdê.


Ew ceʼnewirê ku min dît, mîna piling bû, nigêd wî mîna lepê hʼirʼçʼa bûn û devê wî jî mîna devê şêra bû. Vî zîyayî qewata xwe, tʼextê xwe û hʼukumê xweyî mezin da wî ceʼnewirî.


Wan serê xwe li ber zîyê danîn, ku wî hʼukumê xwe da wî ceʼnewirî. Usa jî serê xwe li ber ceʼnewir danîn û gotin: «Gelo kʼî mîna vî ceʼnewirî ye? Û kʼî dikare tʼevî vî şerʼ ke?»


Hingê min dîna xwe dayê, va sê rʼuhʼêd hʼerame mîna beqa, ji devê wî zîyayî, ji devê ceʼnewir û ji devê pʼêxemberê derew derdikʼetin.


Ew jina ku te dît, ew bajarê mezin e, yê ku pʼadşatîyê li ser pʼadşêd dinyayê dike».


Ewî ew zîya girt, awa gotî ew meʼrê berê, ku xwexa mîrêcin û şeytʼan e û hʼezar salî girêda.


Milyakʼetê sisîya li borʼîyê xist û steyrkeke mezine mîna qendîla alav pêkʼetî ji eʼzmên kʼete ser pʼareke ji sê pʼarêd çʼema û avêd kanîya.


Navê wê steyrkê Zirîçʼk bû. Ji sê pʼara pʼareke ava bû zirîçʼk û ji wê avê gelek meriv mirin, çimkî ew av teʼl bû.


Milyakʼetê çara li borʼîyê xist, ji sê pʼara pʼareke rʼoyê, ji sê pʼara pʼareke hîvê û ji sê pʼara pʼareke steyrka derb standin, usa ku ji sê pʼara pʼareke wan qarîya û ji sê pʼara pʼareke rʼojê rʼonayî neda, usa jî ji sê pʼara pʼareke şevê.


Yê pêşin li borʼîyê xist, teyrok û agir xûnêva tʼevayî ser eʼrdêda barî. Û ji sê pʼara pʼareke eʼrdê şewitî, ji sê pʼara pʼareke dara şewitî û hʼemû gîhayê şîn şewitî.


Milyakʼetê duda li borʼîyê xist, tiştekî mezinî mîna çʼîyakî agir pêkʼetî hate avîtinê nava beʼrê. Û ji sê pʼara pʼareke beʼrê bû xûn,


ji sê pʼara pʼareke hʼeywanêd beʼrêda qirʼ bû û ji sê pʼara pʼareke gemîya wêran bû.


Mîna dûpʼişka jî poçʼêd wan hebûn û ser poçʼa jî derzî, kʼîjanada qewata wan hebû ku pênc meha mêriv bidine cefê.


Çimkî qewata hespa dev û dêlêd wanda bûn. Dêlêd wan mîna meʼra bûn û serê wan hebûn, ku pê wan zirar didan.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan