Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 10:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Hingê ew milyakʼetê ku min dîtibû, wekî wî nigek danîbû ser beʼrê û yek jî ser bejê, destê xweyî rʼastê berbi eʼzmên bilind kir

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Piştre ew milyaketê ku min ew li ser deryayê û li ser bejê rawestayî dîtibû, destê xwe yê rastê ber bi ezmên ve bilind kir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Һьнге әԝ мьлйакʼәте кӧ мьн дитьбу, ԝәки ԝи ньгәк данибу сәр бәʼре у йәк жи сәр бәже, дәсте хԝәйи рʼасте бәрбь әʼзмен бьльнд кьр

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 اَو میلیاکَته گو مِن دیت سَر بَحره و هِشکاتیه راوَستا بو، دَسته خو یه راسته بُ اَسمانی بِرَ لاره سَری

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 10:5
29 Iomraidhean Croise  

«Eʼvdno! Hûn çima vê yekê dikin? Em jî binyatʼa xweda merîne mîna we ne, Mizgînîyê didine we, ku hûn ji wan tiştêd pʼûçʼ vegerʼin berbi Xwedêyê sax bên, Yê ku eʼrd û eʼzman, beʼr û hʼemûyêd nava wanda eʼfirandîye.


Çimkî gava ez gerʼîyam, min dîna xwe da hʼebandinêd we, min gorîgehek dît ku ser wê nivîsar bû ‹XWEDÊYÊ NENASRʼA›. Awa Ewê ku hûn nas nakin dihʼebînin, ez bona Wî werʼa dannasîn dikim.


Rʼast ji eʼfirandina dinyayêda hʼunurêd Wîye nexuya, awa gotî qudreta Wîye hʼeta-hʼetayê û Xwedêtîya Wî bi eʼfirîna xuya dibin, zelal têne dîtinê. Bi vî awayî kes nikare cabê bide.


Gava Xwedê soz da Birahîm, Ewî bi serê Xwe sond xwar, çimkî kesekî ji Wî mestir tʼunebû ku bi wî sond bixwara.


Ez Yê sax im. Ez Yê mirî bûm, lê va ye ez sax im hʼeta-hʼetayê. Û Ez im xweyê kʼilîtêd Mirinê û Dîyarê Mirîya.


Destê wîda kʼitêbeke biçʼûke vekirî hebû, nigê xweyî rʼastê danî ser beʼrê, nigê xweyî çʼepê jî danî ser bejê


Wî bi dengekî bilind digot: «Ji Xwedê bitirsin û şikirîyê bidine Wî, çimkî sihʼeta dîwankirina Wî pêrʼa gihîşt. Serê xwe ber Wî daynin, Yê ku eʼrd û eʼzman, beʼr û avêd kanîya eʼfirandine».


Milyakʼetê hʼefta tʼasa xwe rʼête ser hewê û ji tʼextê pʼaristgehê dengekî bilind derkʼet û got: «Hate sêrî!»


«Ya Xudan Xwedêyê me, Tu hêja yî ku rʼûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî Te her tişt eʼfirandin û bi xwestina Te ew eʼfirîn û hene».


Gava wan her çar rʼuhʼbera, rʼûmet, hurmet û şikirî didane Yê ku li ser tʼext rʼûniştîye û hʼeta-hʼetayê Sax e,


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan