Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 1:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Va ye eʼwrava Ew tê. Her çʼeʼvê Wî bibîne, hʼeta ewêd ku nekʼsa Wî qul kirin jî. Hʼemû miletêd dinyayê wê li ser Wî şîn û kʼeder bin. Belê. Amîn!

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

7 Va ye, ew bi ewran re tê. Her çav wê wî bibîne, heta ew ên ku bedena wî qul kirine jî. Û hemû gelên dinyayê wê li ser wî li xwe bixin. Erê. Amîn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

7 Ва йә әʼԝрава Әԝ те. Һәр чʼәʼве Ԝи бьбинә, һʼәта әԝед кӧ нәкʼса Ԝи ԛӧл кьрьн жи. Һʼәму мьләтед дьнйайе ԝе ль сәр Ԝи шин у кʼәдәр бьн. Бәле. Амин!

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 بَرخودَنه، اَو بِ اَورا تِت، هر چاوَگ دیه وی بِبینیت، حتا چاوه اَونه گو نِیزَ له راگِرِن؛ و تواوی طایفه دُنیایه بَر خاطره وی دیه تازیه بِگِرِن. بَله، دیه وِسا له بِت. آمین.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 1:7
36 Iomraidhean Croise  

Çimkî Kurʼê Mêriv wê bi rʼûmeta Bavê Xwe tʼevî milyakʼetêd Xwe bê. Hingê wê anegorî eʼmelêd her kesî bide wan.


Ez rʼast werʼa dibêjim, hinekêd li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv bi Pʼadşatîya Xweva tê nebînin».


Hingê nîşana Kurʼê Mêriv wê li eʼzmên xuya be û hʼemû miletêd dinyayê wê şînê bikin, gava bibînin Kurʼê Mêriv li ser eʼwrêd eʼzmên bi qewat û rʼûmeta mezin tê.


Gava Kurʼê Mêriv tʼevî hʼemû milyakʼeta û rʼûmeta Xweva bê, hingê wê ser tʼextê Xweyî rʼûmetê rʼûnê


Îsa gote wî: «Te bi devê xwe got. Lê Ez werʼa dibêjim, ji vir şûnda hûnê Kurʼê Mêriv li kʼêleka Yê Herî Zor, li milê Wîyî rʼastê rʼûniştî û li ser eʼwrêd eʼzmên tê bibînin».


Û hingê wê bibînin, Kurʼê Mêriv bi qewata mezin û rʼûmet eʼwrava tê.


Îsa gotê: «Ez im. Û hûnê Kurʼê Mêriv li kʼêleka Yê Herî Zor, li milê wîyî rʼastê rʼûniştî û li ser eʼwrêd eʼzmên tê bibînin».


Û hingê wê bibînin ku ‹Kurʼê Mêriv eʼwrava bi qewat û rʼûmeta mezin tê›.


Lê dîsa ji eskera yekî rʼim nekʼsa Wîrʼa kir û pêrʼa-pêrʼa av û xûnê avît.


Nivîsareke din jî aha dibêje: «Ewê li Wî binihêrʼin, nekʼsa kʼîjanî qul kirin».


û ji eʼzmana hîvîya hatina Kurʼê Wî bin, kʼîjan ku Wî ji nava mirîya rʼakir, Îsayê ku me ji xezeba tê xilaz dike.


paşê, em ku sax mane, tʼevî wan eʼwrava bêne rʼahiştinê, hewêda rʼastî Xudan bên û bi vî awayî emê hʼeta-hʼetayê tʼevî Xudan bin.


Lê tʼexmîna we, ewê hê çiqasî hêjayî cezayê giran be, yê ku Kurʼê Xwedê daye bin pʼîyêd xwe û Xûna peymanê hʼeram hʼesab kirîye, bi Kʼîjanê ew paqij bû û Rʼuhʼê kʼeremdayînê bêhurmet kirîye?


heger ew ji wê bawerîyê bikʼevin, îdî nabe ku ewana dîsa vegerʼin ser xweda bên, çimkî ewana careke din Kurʼê Xwedê nav xweda xaç dikin û dikine sosret.


Delalno, niha em zarʼêd Xwedê ne û hela hê ne eʼyan e emê bibine çi. Lê em vê yekê zanin ku çaxê Îsa eʼyan be, emê bibine mîna Wî, çimkî emê Wî usa bibînin, çawa heye.


Henox jî ku pey Ademrʼa bavê hʼefta bû, bona van meriva pʼêxembertî kir û got: «Va ye Xudan tʼevî pîrozêd Xweye bêhʼesab tê,


Ewî ku şeʼdetîya van tişta dide, dibêje: «Belê, Ezê zûtirê bêm». Amîn! Were, ya Xudan Îsa.


Ewê rʼûyê Wî bibînin û navê Wî wê li ser eʼnîya wan hebe.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan