Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Petrûs II 1:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Çimkî tʼu pʼêxembertî bi xwestina dilê meriva nehatîye dayînê, lê meriva bi rʼêberîya Rʼuhʼê Pîroz ji Xwedêda xeber dane.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

21 Çimkî pêxemberîtî tu caran bi daxwaza mirov nehatiye; lê belê mirovan bi rêberiya Ruhê Pîroz, peyv ji Xwedê gotine.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

21 Чьмки тʼӧ пʼехәмбәрти бь хԝәстьна дьле мәрьва нәһатийә дайине, ле мәрьва бь рʼебәрийа Рʼӧһʼе Пироз жь Хԝәдеда хәбәр данә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 چون گو چه جارا، چه نَبوَت بِ داخازیا مِرُوَگه نَهاتیَ، بَلگو رِحا مُقدسا خدا مِرُو دانَ گَل خودا و اَوان ژه آلیه خدا قِسَ گِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Petrûs II 1:21
29 Iomraidhean Croise  

Ne Dawid xwexa pê Rʼuhʼê Pîroz dibêje? ‹Xudan gote Xudanê min: Li milê Minî rʼastê rʼûnê, hʼeta ku Ez dijminêd Te bikime binê pʼîyêd Te›.


çawa Ewî hê berêda bi devê pʼêxemberêd Xweye pîroz gotîye,


«Gelî bira! Gerekê ev nivîsara bihata sêrî, çawa ku berî vê yekê Rʼuhʼê Pîroz bi devê Dawid bona Cihûda gotibû, ku ew bû rʼêberê wan, yêd ku Îsa girtin.


Awa berî çûyîna wan nava wanda bû dutîretî gava Pawlos ev yek got: «Çawa rʼast Rʼuhʼê Pîroz bi Îşaya pʼêxember tʼevî kal-bavêd me xeber da


Lê Xwedê çawa berî vê yekê bi devê hʼemû pʼêxembera bona cefê Mesîhê Xwe gotibû, usa jî kir.


Rʼuhʼê Pîroz jî şeʼdetîyê dide me. Pêşîyê dibêje:


Bona vê yekê çawa Rʼuhʼê Pîroz dibêje: «Îro heger hûn dengê Wî bibihên,


Bi vê yekê Rʼuhʼê Pîroz dide kʼifşê, ku rʼîya Cîyê Herî Pîroz nevekirîye, hʼeta ku goza der heye.


Rʼuhʼê Mesîhî nava wanda hê pêşda li ber wan vedikir, ku Mesîhê cefê bikʼişîne û peyrʼa bikʼeve rʼûmeta Xwe. Û wan dikir ku bizanibin kʼa bona kʼengê û zemanekî çawada ev yekê biqewimin.


Wî çaxî ez deverʼû çûme niga, ku serê xwe li ber wî daynim, lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan xûşk-birêd te me, kʼîjan eʼlametîya Îsaye rʼast xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne. Çimkî ew rʼastîya ku Îsa eʼlam kir ew pʼêxembera dide xeberdanê».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan