Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Petrûs I 4:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Berî her tiştî, hʼizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hʼizkirin gelek guna dinixême.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

8 Berî her tiştî, bila hezkirina we ya ji hev re hergav germ be; çimkî hezkirin gelek gunehan dinixumîne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

8 Бәри һәр тьшти, һʼьзкьрьна ԝә һьндава һәвда бь дьл у щан бә, чьмки һʼьзкьрьн гәләк гӧна дьньхемә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 پِش همو دِشدی دا مِجِد هَژَ یِگودو بِگَن، چون گو مُحبّت، زِدَتیا گُنَها دِپَچِریت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Petrûs I 4:8
17 Iomraidhean Croise  

Heger ez bi zimanêd meriva yan milyakʼeta xeber dim, lê dilê minda hʼizkirin tʼunebe, ezê bibime mîna wî zengilê ku dike zingîn yan jî bolmêd sifre ku dikine şingîn.


Hʼizkirin dûmikdirêj û şîrin e, hʼizkirin hʼevsûdîyê nake, hʼizkirin kʼubar nabe, pʼişika xweda nawerime,


Û ser van hʼemûyada hʼizkirinê li xwe kin, ya ku van hʼemûya bi yektîya tʼam hevva girêdide.


Bira Xudan hʼizkirina we hindava hev û hʼemûyêd mayînda bigihîne û zêde ke, çawa ya me jî hindava weda heye.


Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.


Serê tʼemîyê hʼizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rʼihʼet û ji bawerîya bêdurʼûtî ye.


Bira hûn tʼimê çawa xûşk-bira hevdu hʼiz bikin.


Berî her tiştî xûşk-birayêd min, sond nexwin, ne bi eʼzmên, ne bi eʼrdê, ne jî sondeke mayîn. Bira «Belê»-ya we belê be, «Na»-ya we na be, wekî hûn dîwanê ser xweda neynin.


bira ew zanibe yê ku gunekʼar ji rʼîya wîye xalifî vedigerʼîne, ew rʼuhʼekî ji mirinê xilaz dike û gelek guna rʼesît dike.


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Delalo, ez dua dikim, ku hʼemû alîyava çerxa te usa rʼast be û sihʼet-qewat bî, çawa minva eʼyan e ku rʼuhʼê te silametîyêda ye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan