Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Petrûs I 4:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Lê heger cefê bikʼişîne çawa mesîhî, bira şerm neke, lê şikirîyê bide Xwedê bona vî navî, ku ser wî ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 Lê eger yek ji we ji ber ku Mesîhî ye cefayê bikişîne, bila ew şerm neke, lê bila bi vî navî pesnê Xwedê bide.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 Ле һәгәр щәфе бькʼьшинә чаԝа мәсиһи, бьра шәрм нәкә, ле шькьрийе бьдә Хԝәде бона ви нави, кӧ сәр ԝи йә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 بِ وه حالی هَگو مِرُوَگ بَدَلا مسیحیَگه زَجره دِکِشیت بِلا شَرمندَ نَبیت، بَلگو بِلا ناو وی ناوی دا سِتایِشا خدا بِگَت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Petrûs I 4:16
20 Iomraidhean Croise  

ew dît anî Entakyayê. Ewana hevrʼa tʼemamîya salekê tʼevî civînê dicivîyan û gelek cimeʼt hîn dikirin. Pêşîyê Entakyayêda şagirt «mesîhî» hatine navkirinê.


Egrîpa Pawlosrʼa got: «Te tʼirê tu usa zû dikarî min bikî mesîhî?»


Lê em dixwazin ji te bibihên, kʼa bîr û bawerîya te çi ye, çimkî bona wê kʼomelê meva îdî eʼyan e ku hʼemû cîya miqabilî wê xeber didin».


Evana jî ji civîna giregira çûn, şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî rʼezîlkirinê bûne.


Ez guman û çʼeʼvnihêrʼîya vê yekê me, ku tʼu tiştîva ezê şermî nemînim, lê belê hê mêrkʼîmî bim, çawa her gav usa jî niha pesinê Mesîh bi qalibê min bê dayînê, heger bi mirina min be, yan jî bi jîyîna min be.


Eva kʼerema Xwedê bona xatirê Mesîh daye we, wekî ne ku tʼenê hûn bawerîya xwe Wî bînin, lê bona Wî cefê jî bikʼişînin.


û lema ez vî cefayî dikʼişînim. Lê ez şerm nakim, çimkî zanim min bawerîya xwe Kʼê anîye û guman im jî, ku Ewî çi ku spartîye min, wê hʼeta wê Rʼojê jî xwey ke.


Çima ew nînin, yêd ku wî navê qenc bêhurmet dikin, kʼîjan ser we ye?


Nava pʼûtpʼaristada hûn xwe usa pʼergal xwey kin, wekî çi tiştîda jî we rʼezîl bikin çawa xirab, kirêd weye qenc bibînin û şikirîyê bidine Xwedê, wê Rʼoja ku serîkî bide dinê.


Heger yek xeber dide, bira gotinêd Xwedê xeber de, heger yek xizmetkʼarîyê dike, bira bi wê qewatê bike, ku Xwedê dayê, wekî her tiştîda navê Xwedê bê bilindkirinê bi Îsa Mesîh, rʼûmet û qudret ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


Heger hûn bona navê Mesîh bêne rʼezîlkirinê, hûne xwezilî ne, ku usa ye Rʼuhʼê xweyîrʼûmet, Rʼuhʼê Xwedê ser we danîye.


Awa yêd ku li gora qirara Xwedê cefê dikʼişînin, bira xwe li qencîyê bigirin, rʼuhʼê xwe bispêrine Eʼfirandarê xweyî amin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan