Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Petrûs I 3:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Çimkî Mesîh carekê bona her tʼim bona guna cefa kʼişand, Yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew alîyê bedenîda hate kuştinê, lê alîyê rʼuhʼanîda jîyînêrʼa hate vegerʼandinê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

18 Mesîh jî bi carekê ji bo gunehan cefa kişand, da ku me bigihîne Xwedê. Yê rast ji bo yên nerast mir. Ew di bedenê de hat kuştin, lê ji aliyê Ruh ve hat vejandin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

18 Чьмки Мәсиһ щарәке бона һәр тʼьм бона гӧна щәфа кʼьшанд, Йе һәԛ бона нәһәԛа, ԝәки мә незики Хԝәде кә. Әԝ алийе бәдәнида һатә кӧштьне, ле алийе рʼӧһʼанида жийинерʼа һатә вәгәрʼандьне.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 چون گو مسیحْ ژی یگ جار بُ گُنَها زَجر کِشا؛ آنی اَوه صالِح، بُ اَونه گو صالِح نینِن، گو وِسا مَ بینیتَ حُضورا خدادا. اَو جسمه دا هاتَ گُشتِن، بله رِح دا ساخ بو،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Petrûs I 3:18
34 Iomraidhean Croise  

Gava ew li herema dîwanê rʼûniştibû, kʼulfeta wî cab şand û got: «Kʼarê te ewî Bêsûc nekʼetîye, çimkî vê şeva derbazbûyî xewnêda bona Wî gelek tişt ser minrʼa derbaz bûn».


Pîlato jî dît, wekî tiştek kʼarê nade, lê hê şerʼ û deʼw destpêdibe, av hilda li ber eʼlaletê destêd xwe şûştin û got: «Ez ji xûna Vî bêsûc im. Hûn xwexa binihêrʼin».


Bona heqî-neheqîyê wê eʼyan ke, çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe û îdî hûnê Min nebînin.


Ewî minrʼa got: ‹Xwedêyê kal-bavêd me tu kʼifş kirî ku eʼmirê Wî bizanibî û Yê Rʼast bibînî, xebera devê Wî bibihêyî,


We yê Pîroz û rʼast tʼexsîr kir û yê mêrkuj xwest ku werʼa bê berʼdanê.


Îsa bona neheqîyêd me hate kuştinê û ji mirinê rʼabû, ku em rʼast bêne hʼesabê.


Pê Wî me bi bawerîyê mecal dît tʼevî wê kʼeremê bin, kʼîjanêda em sekinîne. Û bi wê gumana ku emê tʼevî rʼûmeta Xwedê bin difirʼin.


Û heger ew Rʼuhʼê ku Îsa ji mirinê rʼakir nava weda dijî, ku usa ye Ewê Mesîh ji mirinê rʼakir, wê bi wî Rʼuhʼê Xweyî nava weda, jîyînê bide qalibê weyî pʼûçʼî-mirî jî.


Belê çi ku Qanûnê ji dest bêtʼaqetîya binyatʼa merivayê nikaribû bikira, Xwedê ew yek kir, Kurʼê Xwe dilqê binyatʼa merivayîye gunekʼarda bona guna şand. Û aha Ewî wê binyatʼêda dîwana gune kir,


Em hʼukumî ser bawerîya we nakin, çimkî hûn bawerîyêda şidîyayî ne, lê em tʼevî we dixebitin bona şabûna we.


Rʼast e Ew bi sistîyê hate xaçkirinê, lê bi qewata Xwedê sax e. Em yektîya Wîda sist dibin, lê bi qewata Xwedê hindava weda emê bijîn tʼevî Wî.


Ewî ku heleqetîya Wî tʼevî guna tʼunebû, Xwedê Ew bona me kire heval-pʼarê guna, wekî em yektîya Wîda bibine heval-pʼarêd rʼastîya Xwedê.


Yê ku canîya Xwe anegorî eʼmirê Bavê me Xwedê ji ber gunêd meva da, wekî me ji vî zemanê nihayî xirab xilaz ke.


Mesîh em ji wê nifirʼa Qanûnê kʼirʼîn, ew dewsa me kʼete bin wê nifirʼê, çimkî nivîsar e: «Nifirʼ ser yê darva dardakirî ye».


Yektîya Mesîhda û pê wê bawerîya meye ser Wî em dikarin bi mêrkʼîmî û rʼûvekirî nêzîkî Xwedê bin.


Ewî Xwe bona me da der, ku me ji hʼemû neheqîya xilaz ke û paqij ke, bike cimeʼta Xweye xîretkʼêşêd kirinêd qenc.


Bi vî awayî Îsa Mesîh eʼmirê Xwedê anî sêrî, carekê bona her tʼim bedena Xwe kire qurban, bi vê yekê em paqij kirin.


lê çiqas zêde xûna Mesîh, ku bi destê Rʼuhʼê hʼeta-hʼetayê Xwe çawa qurbana bêqusûr da Xwedê, wê îsafa me ji kirêd ku em dibirine berbi mirinê paqij bike, wekî em xizmetkʼarîyê Xwedêyê Saxrʼa bikin?


Heger aha bûya, Ewî gerekê gelek cara pey eʼfirandina dinyayêrʼa cefa bikʼişanda. Lê niha axirîya dewrada Ewî Xwe da kʼifşê û carekê bona her tʼim pê xwequrbankirinê gune hildan.


usa jî Mesîh carekê bona gunehildana geleka qurban hate dayînê. Û Ewê cara duda ne ku bona gunehildanê kʼifş be, lê bona xilazbûna wan, yêd ku hîvîya Wî ne.


We ew merivêd rʼast lomekʼar kirin û kuştin, kʼîjan ku miqabilî we rʼanebûn.


Bi rʼuhʼanî çû nava wan rʼuhʼêd kelêda dannasîn kir,


Awa Mesîh ku bona me bedenî cefa kʼişand, hûn jî bi wê nêt-fikirê sîlihʼkirî bin. Çimkî yê bi bedenî cefa kʼişand, wî dest ji guna kʼişandîye,


Bona vê yekê jî wan mirîyarʼa Mizgînî hate dayînê, yêd ku bi bedenî mîna meriva dîwana wan hate kirinê, wekî bi rʼuhʼanî bijîn mîna Xwedê.


Lê heger em gunêd xwe bidine rʼûyê xwe, Ew xweyê sozê Xwe ye û heqîyê dike, wê gunêd me bibaxşîne û me ji hʼemû neheqîya paqij ke.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan