Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Petrûs I 3:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Lê heger hûn bona rʼastîkirinê cefê jî bibînin, hûne xwezilî ne! Îdî ji meriva netirsin û xwe unda nekin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

14 Lê eger hûn di ber rastiyê de cefayê bikişînin jî, xwezî bi we! Ji tiştê ku ew ditirsin, hûn netirsin û nebizdin,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

14 Ле һәгәр һун бона рʼастикьрьне щәфе жи бьбиньн, һунә хԝәзьли нә! Иди жь мәрьва нәтьрсьн у хԝә ӧнда нәкьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 بله حتا هَگو اون بَر خاطره صالِح بونه زَجره بِکِشِن ژی، اونه بَرکته بِگِرِن. ژه وان نه بِتِرسِن، نه ژی پَرِشَ بِن،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Petrûs I 3:14
29 Iomraidhean Croise  

Û ji wan netirsin yêd ku bedenê dikujin, lê nikarin rʼuhʼ bikujin. Lê hûn ji Wî bitirsin, Yê ku dikare rʼuhʼ û bedenê ceʼnimêda unda ke.


Îdî netirsin. Hûn ji gelek çʼivîka qîmettir in.


Kʼî eʼmirê xwe bigerʼe, ewê unda ke, lê kʼî eʼmirê xwe bona Min unda ke, ewê bibîne.


Çimkî kʼî ku dixwaze eʼmirê xwe xilaz ke, ewê unda ke û kʼî ku eʼmirê xwe bona Min unda ke, ewê bibîne.


Û hʼemûyêd ku mala xwe, yan birêd xwe, yan xûşkêd xwe, yan bavê xwe, yan dîya xwe, yan jina xwe, yan zarʼêd xwe, yan eʼrdêd xwe bona navê Min hiştine, ewê sed qat bistîne û wê jîyîna hʼeta-hʼetayê jî war be.


Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, tʼu kes tʼune ku bona Min û Mizgînîyê mal, yan bira, yan xûşk, yan dê, yan bav, yan zarʼ, yan eʼrdêd xwe hiştibin,


Çimkî kʼî ku dixwaze eʼmirê xwe xilaz ke, ewê wî unda ke û kʼî ku eʼmirê xwe bona Min û Mizgînîyê unda ke, ewê wî xilaz ke.


Bira dilê we neqilqile. Bawerîya xwe Xwedê bînin û bawerîya xwe Min jî bînin.


Ez eʼdilayîyê werʼa dihêlim, wê eʼdilayîya Xwe didime we. Ez usa nadim çawa ku dinya dide we. Bira dilê we neqilqile û netirsin!


Ezê Xwexa nîşanî wî kim, ku çiqasî gerekê bona navê Min cefê bikʼişîne».


Lema jî ez bona navê Mesîh sistîya, qara, hêsîrî-belengazîya, zêrandina û teʼlî-tengîya begem dikim, çimkî gava ez sist dibim, hingê qewat dibim.


Eva kʼerema Xwedê bona xatirê Mesîh daye we, wekî ne ku tʼenê hûn bawerîya xwe Wî bînin, lê bona Wî cefê jî bikʼişînin.


Xwezî li wî merivî, ku cêrʼibandinada teyax dike, çimkî gava bi cêrʼibandinê rʼûspî derê, ewê tʼacê jîyînê bistîne, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin.


Belê em xwezîya xwe li yêd sebir dikin tînin. We bona sebira Îbo bihîstîye û we dît, Xudan axirîya wî çawa xêr kir, çimkî Xudan gelekî îsaf û rʼeʼm e!


mîna Serayê ku gurʼa Birahîmda bû û digote wî: «Xweyê min». Îdî hûn qîzêd wê dêyê ne, heger hûn xwe li qencîyê digirin û ji tʼu tiştî natirsin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan