Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Petrûs I 2:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Awa ew kevir bona we bawermenda xweyîrʼûmet e, lê bona nebawera: «Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir, Ew bû serê eʼnîşkê»,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

7 Îcar ji bo we, hûn ên ku bawer dikin, ev kevir hêja ye; lê ji bo yên ku bawer nakin, «Ew kevirê ku hostayan red kir, Bû kevirê serê rikin.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

7 Аԝа әԝ кәвьр бона ԝә баԝәрмәнда хԝәйирʼумәт ә, ле бона нәбаԝәра: «Әԝ кәвьре кӧ һоста тʼәхсир кьр, Әԝ бу сәре әʼнишке»,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 بَجا اَو بَرَ بُ وَ گو وَ ایمان اینایَ، حُرمَتَ، بله بُ اَونه گو ایمان نَینانَ، «اَو بَره گو معمارا رَد گِرِن، بویَ بَره اصلیَ عِمارَتی،»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Petrûs I 2:7
26 Iomraidhean Croise  

Îsa gote wan: «We nivîsarêda qet nexwendîye? ‹Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir, ew bû serê eʼnîşkê. Ev yek ji alîyê Xudanda qewimî û li ber çʼeʼvê me hʼeyr-hʼujmekʼar e!›


ku bibe rʼonayîya ber çʼeʼvê necihûya û qedir-hurmet cimeʼta Te Îsraêlrʼa».


Şimhʼûn dua wan kir û dîya Wî Meryemêrʼa got: «Bibihên, Eva ewî kʼifşkirî ye, Yê ku wê Îsraêlêda bibe sebebê kʼetin-rʼabûna geleka, usa jî bibe nîşanek, ku gelekê miqabilî Wî rʼabin


Û Îsa li wan nihêrʼî û got: «Lê ew çi ye, ku nivîsar e? ‹Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir, ew bû serê eʼnîşkê›.


û wê kʼulfetêrʼa gotin: «Em îdî ne ku pê gotina te bawer dikin, lê me xwexa bihîst û em zanin ku ev e rʼast Xilazkirê dinyayê».


Awa Egrîpa pʼadşa, ez miqabilî wê dîtina li berçʼeʼvaye ji eʼzmên nesekinîm.


Lê belê bona Îsraêlê dibêje: «Tʼemamîya rʼojê Min destê Xwe dirêjî miletekî serhʼişk û xweserîxwe kir».


Dua bikin, wekî ez ji destê wan xilaz bim, yêd ku Cihûstanêda nebawer in û wekî xizmetkʼarîya mine bona kʼomekdayînê Orşelîmêda li cimeʼta Xwedê xweş bê.


Bona hineka em bîna mirinê ne, ku wan berbi mirinê dibe û bona hineka jî bîna jîyînê, ku wan berbi jîyînê dibe. Û kʼî dikare vî barî hilde?


û hûn jî yektîya Wîda gihîştî ne, ku serê hʼemû serwêrtîya û hʼukumetîya ye.


Çimkî em jî wextekê bêfeʼm bûn, xweserîxwe, xalifî û xulamêd cûrʼe-cûrʼe temêd xirab û kʼêfa dilê xwe bûn, me nava xirabîyê û hʼevsûdîyêda dijît, em mîna meʼrê rʼeş, li ber çʼeʼvê hev rʼeş bûn.


Bi bawerîyê Rʼexaba çʼeʼvder ku ceʼsûs bi eʼdilayî qebûlkirin, tʼevî nebawera unda nebû.


Awa em bikin ku bikʼevine wê rʼihʼetîyê, wekî tʼu kes mîna nebawerîya wan nekʼeve rʼoja wan.


We Ew nedîtîye, lê hûn Wî hʼiz dikin, niha jî nabînin, lê bawerîya xwe Wî tînin û şa ne bi wê eşqa mezine xweyîrʼûmet, ku bi zara nayê gotinê.


Xwe li Wî bigirin, Wî kevirê saxî ku ji meriva tʼexsîrkirî ye, lê ji Xwedêda bijartî û xweyîqedir e.


«Kevirê ku meriv serda dilikʼumin û zinarê ku jê hol dibin». Ew dilikʼumin, çimkî guhdarîya xeberê nakin û çawa wê yekêrʼa jî kʼifşkirî ne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan