Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Petrûs I 2:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Gava dihate rʼezîlkirinê, ji berva kes rʼezîl nedikir, gava cefa dikʼişand, gef li kesekî nedixwar, lê Xwe spartibû hʼakimê ser rʼastîyê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

23 Çaxê ku dihat nizimkirin, wî bi nizimkirinê bersîv neda. Çaxê ku êş dikişand wî li kesî gef nexwar; lê wî xwe spart wî yê ku bi dadperwerî dîwanê dike.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

23 Гава дьһатә рʼәзилкьрьне, жь бәрва кәс рʼәзил нәдькьр, гава щәфа дькʼьшанд, гәф ль кәсәки нәдьхԝар, ле Хԝә спартьбу һʼакьме сәр рʼастийе.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 وقته گو دوژون دانَ وی، اَوی بَدَله دوژون نَدان؛ وقته گو زَجر کِشا، تهدید نَگِر، بَلگو وه یگه دا بَردَوام ما گو خو بِسپاریتَ دَسته خدا گو بِ عدالته قضاوته دِگَت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Petrûs I 2:23
32 Iomraidhean Croise  

Ev heqê me ye, ku ez û tu anegorî eʼmelêd xwe dikʼişînin, lê Evî tʼu xirabî nekirîye».


Û Îsa bi dengê bilind kire gazî û got: «Bavo, rʼuhʼê Xwe didime destê Te». Û gava ev yek got, rʼuhʼê Xwe da.


Hêrodes gelek pirs dane Wî, lê Îsa caba tʼu pirsê neda.


Çimkî Ewî rʼojek kʼifş kirîye, kʼîjanêda wê dîwana dinê rʼast bi destê Merivekî bike, Yê ku Ewî kʼifş kirîye. Xwedê ev yekana hʼemûyarʼa dane îzbatkirinê, gava Ew meriv ji mirinê rʼakir».


Niha ya Xudan, ser gef û gurʼîya wanda binihêrʼe, kʼeremê xulamêd Xwerʼa bike, wekî em mêrkʼîmî xebera Te xeber din,


Gava kevir davîtinê, Steyfan dua kir û got: «Xudan Îsa, rʼuhʼê min bistîne».


Şawûl jî hʼeta hingê hê gef li şagirtêd Xudan dixwar ku wan bide kuştinê. Ew çû cem serekkʼahîn,


Lê tu bi serhʼişkî û dilkevirîya xwe xezebê ser xweda dicivînî, bona Rʼoja Xezebê, gava dîwana Xwedêye heq xuya be.


Hûn jî xweyîno, hindava wanda usa bin. Dest ji gef-gurʼîyê bikin. Hûn zanin ku Xweyê wan jî, Yê we jî li eʼzmana ye û cem Wî tʼu firqî tʼune.


Ev yek îzbat dike, ku dîwana Xwedê rʼast e. Û bi vî awayî hûnê hêjayî Pʼadşatîya Xwedê bin, bona kʼîjanê jî hûn wan teʼlî-tengîya dibînin.


û lema ez vî cefayî dikʼişînim. Lê ez şerm nakim, çimkî zanim min bawerîya xwe Kʼê anîye û guman im jî, ku Ewî çi ku spartîye min, wê hʼeta wê Rʼojê jî xwey ke.


Û niha minrʼa dimîne kʼofîya heqîyêye serkʼetinê, ya ku Xudan, Hʼakimê rʼast wê bide min wê rʼojê û ne tʼenê min, lê wan hʼemûya jî, yêd ku bi hʼizkirinê hʼeyra xuyabûna Wîda ne.


Awa ser Wî bifikirin, Yê ku li ber wan gunekʼarêd miqabilî Xwe teyax kir. Hingê hûnê newestin û ji îlacê nekʼevin.


Ji ber xirabîyêva xirabîyê nekin, yan ji ber bêhurmetkirinêva bêhurmetkirinê, lê ji ber vanva dua-dirozga li wan bikin, çimkî hûn vê yekêrʼa hatine gazîkirinê, wekî dua-dirozgê sozdayî ser weda bê.


Awa yêd ku li gora qirara Xwedê cefê dikʼişînin, bira xwe li qencîyê bigirin, rʼuhʼê xwe bispêrine Eʼfirandarê xweyî amin.


Hingê min dîna xwe dayê, eʼzman vebû, va ye hespekî boz, ku sîyarê Wîrʼa Amin û Rʼast digotin. Ew dîwankirinê û şerʼê Xweda ser rʼastîyê ye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan