Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Petrûs I 2:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Mîna merivêd aza bijîn. Bira azayîya we nebe xêlîya xirabîkirinê, lê bijîn çawa xulamêd Xwedê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 Mîna mirovên azad bijîn, lê belê azadiya xwe ji bo xerabîkirinê nekin hêcet, wek xulamên Xwedê bijîn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 Мина мәрьвед аза бьжин. Бьра азайийа ԝә нәбә хелийа хьрабикьрьне, ле бьжин чаԝа хӧламед Хԝәде.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 بینا وان مِرُوا بژین گو آزادِن. آزادیا خو بُ پیسیتیه نَگَنَ هِنجَت، بَلگو بینا خُلامه خدا بژین.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Petrûs I 2:16
15 Iomraidhean Croise  

Lê wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn derê Pʼadşatîya Eʼzmana li ber meriva dadidin. Ne hûn dikʼevinê û ne jî dihêlin ewêd ku dixwazin bikʼevinê.


Heger Ez nehatama û Min wanrʼa xeber neda, gunêd wanê tʼunebûna. Lê ew niha nikarin caba gunêd xwe bidin.


Hûn ji gune aza bûn û bûne xulamêd heqîyê.


Lê niha hûn ji gune ku aza bûn û bûne xulamêd Xwedê, berê hʼelalîyê diçinin û axirîya wan jî jîyîna hʼeta-hʼetayê ye.


Çimkî ew xulamê ku hate gazîkirinê, wekî bibe pʼara Xudan, ew azayê Xudan e, usa jî ewê ku aza bû gava hate gazîkirinê, ew xulamê Mesîh e.


Bona azayîyê Mesîh em aza kirine! Wê azayîyê qewîn bigirin û dîsa nekʼevine bin wî nîrê xulamtîyê.


Hûn azayîyêrʼa hatine gazîkirinê xûşk-birano, lê tʼenê ew azayîya we bira nebe mecala xwestina binyatʼa însên. Dewsa wê bi hʼizkirinê hevdurʼa xulamtîyê bikin.


ne ku bi xulamtîya li ber çʼeʼva, ku li meriva xweş bên, lê çawa xulamêd Mesîh bi dil qirara Xwedê biqedînin.


Zanibin ku hûnê ji Xudan bêne xelatkirinê, warê jorin bistînin. Çimkî Xudan Mesîhrʼa hûn xulamtîyê dikin.


Me gotinêd xweda hʼilekʼarî nekirin, çawa hûn zanin, ne jî pey timaya tʼerkelipaskirî kʼetin. Xwedê şeʼde ye!


Lê ewê ku çʼeʼvê xwe ji qanûna kʼamile ku aza dike nabirʼe û nava wêda dimîne, dibihê bîr nake, lê diqedîne, ew wan kirinêd xweda xwezilî ye.


Xeberdan û kirinêd xweda usa bin, çawa yêd dîwana wanê bi wê qanûnê bibe, ya ku azayîyê dide.


Evana yêd aharʼa azayîyê soz didin, lê xwexa xulamêd pʼûçʼbûnê ne, çimkî meriv çi tiştîda ku dide der, dibe xulamê wê yekê.


Çimkî çend meriv dizîva kʼetine nava we, ku derheqa dîwana wanda hê pêşda nivîsar bû. Ewêd nepʼak bin navê kʼerema Xwedêyê me xwe dane bênamûsîyê û Xudanê me Îsa Mesîh Xweyîkî bêşirîkî-bêheval înkʼar kirine.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan