Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 9:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Gava eʼlaletê ev yek dît, xofê ew girtin û şikirî dane Xwedê, ku ev hʼukum daye meriva.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

8 Gava ku elaletê ev yek dît, tirsiya û pesnê Xwedayê ku desthilatiya weha daye mirovan dan.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

8 Гава әʼлаләте әв йәк дит, хофе әԝ гьртьн у шькьри данә Хԝәде, кӧ әв һʼӧкӧм дайә мәрьва.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 وقته خلقه اَو دِشدَ دیتِن، تِرسیان و اَو خدایه گو اقتدارَگه وِسا دایَ بَشَری، سِتایِش گِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 9:8
22 Iomraidhean Croise  

Û tʼemamîya eʼlaletê zendegirtî ma û got: «Gelo Ev e kurʼê Dawid?»


Gava eʼlaletê dît ku lala xeber dan, şilûşeʼt qenc bûn, seqet gerʼîyan û çʼeʼvê kora vebûn, zendegirtî man û pesinê navê Xwedêyê Îsraêlê dan.


Îsa nêzîkî wan bû, wanrʼa xeber da û got: «Hʼemû hʼukumê eʼrd û eʼzmên Minrʼa hate dayînê.


Usa jî bira rʼonaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinêd weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî eʼzmana bidin.


Ew jî rʼabû çû mala xwe.


Ew jî pêrʼa-pêrʼa li ber çʼeʼvê her kesî rʼabû, berʼa xwe hilda, derkʼet û çû. Hʼemû jî hʼeyîrî man, şikirî dane Xwedê û gotin: «Me tiştekî usa tʼu car nedîtîye!»


Meriv gelekî eʼcêbmayî mabûn û digotin: «Evî hʼemû tişt qenc kir: Hin kerʼa dide bihîstinê, hin jî lala dide xeberdanê».


Û Ewî destêd Xwe danîn ser wê, ew pêrʼa-pêrʼa rʼast bû û şikirî dida Xwedê.


Lê gava ji wan yekî dît ku ew paqij bûye, paşda vegerʼîya, bi dengekî bilind şikirî dida Xwedê.


Çima pêştirî evî merivê xerîb kesek ji wan venegerʼîya, ku bihata şikirî bida Xwedê?»


Û destxweda çʼeʼvêd wî dîtin, da pey Îsa çû û şikirî dida Xwedê. Tʼemamîya wê cimeʼtê ku ev yek dît, pesinê Xwedê didan.


Şivan vegerʼîyan, bona tiştêd bihîstî û dîtî pesin û şikirî didane Xwedê. Ev hʼemû usa bûn çawa wanarʼa hatibû gotinê.


Sersed ev tiştê bûyî ku dît, şikirî da Xwedê û got: «Rʼastî Eva merivekî rʼast bû».


Û saw kʼete ser hʼemûya, şikirî didane Xwedê û digotin: «Pʼêxemberekî mezin nava meda derkʼetîye!» û: «Xwedê serîk daye miletê Xwe!»


Bi vê yekê Bavê Minê bê rʼûmetkirinê, gava hûn pê gelek berdayînê bidine kʼifşê, ku hûn bûne şagirtêd Min.


Gava ku ev yeka bihîstin, dengê xwe birʼîn, şikirî dane Xwedê û gotin: «Wekî usa ye Xwedê eva mecala da necihûya jî, ku ji gunekirinê vegerʼin û bijîn».


Wana ku ev yek bihîst, şikirî dane Xwedê û usa jî Pawlosrʼa gotin: «Dîna xwe bidê, çiqas hʼezara cihûyêd bawermend hene û hʼemû jî xîretkʼêşêd Qanûnê ne.


Wana dîsa gef li wan xwar û berʼdan. Ber cimeʼtê meʼnîk ser wan nedîtin ku ceza bidana wan, çimkî hʼemûya jî bona ew tiştê qewimî şikirî didane Xwedê.


Ev kirina we rʼastîya bawerîya we îzbat dike, bi vî awayî şikirîya xwe Xwedê tînin bona guhdarîkirina Mizgînîya Mesîhe ku hûn îqrar dikin û bona wê merʼdanîya we, ku hûn alîkʼarîya wan û hʼemûya dikin.


Û bona min şikirî didane Xwedê.


Nava pʼûtpʼaristada hûn xwe usa pʼergal xwey kin, wekî çi tiştîda jî we rʼezîl bikin çawa xirab, kirêd weye qenc bibînin û şikirîyê bidine Xwedê, wê Rʼoja ku serîkî bide dinê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan