Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 9:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Wê derê şilûşeʼtek nivînêda pʼaldayî anîne cem. Gava Îsa bawerîya wan dît, gote yê şilûşeʼt: «Lawo, ser xwe be! Gunêd te hatine baxşandinê».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

2 Çend mirovan felciyekî ku di nav nivînan de bû anî ba wî. Gava ku Îsa baweriya wan dît, wî ji yê felcî re got: «Bi zirav be lawo, li gunehên te hat bihûrtin.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

2 Ԝе дәре шьлушәʼтәк ньвинеда пʼалдайи анинә щәм. Гава Иса баԝәрийа ԝан дит, готә йе шьлушәʼт: «Лаԝо, сәр хԝә бә! Гӧнед тә һатьнә бахшандьне».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 وه ناوه دا هِندَ مِرُوا مِرُوَگه فلج گو سَر تَختَگه دِرِژگِری بو، اینانَ لاره وی. عیسی وقته ایمانا وان دیت، گُتَ مِرُوه فلج: «دله تَ قُرص بیت گوره مِن، گُنَهه تَ هاتنَ بَخشین!»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 9:2
32 Iomraidhean Croise  

Lê Îsa wê demê deng da wan û got: «Ser xwe bin! Ez im! Netirsin!»


Nav-dengê Wî li tʼemamîya Sûryayê bela bû, cimeʼtê her cûrʼe merivêd nexweş anîne cem Wî, yêd ku cûrʼe-cûrʼe êş û cefada bûn: Yêd cinakʼetî, hîvkʼetî, şilûşeʼt û Ewî ew hʼemû jî qenc kirin.


Deynêd me bibaxşîne, çawa ku em dibaxşînine deyndarêd xwe.


Gava Îsa ev yek bihîst, zendegirtî ma û gote ewêd ku pey wî diçûn: «Ez rʼast werʼa dibêjim, Îsraêlêda jî Min bawerîke aha yekîda nedîtîye.


Gava rʼo çû ava, gelek cinakʼetî anîne cem Wî. Ewî bi xeberê rʼuhʼêd hʼeram derxistin û hʼemû nexweş qenc kirin.


Îsa ser milê Xweva vegerʼîya ew dît û gotê: «Eʼvdê! Ser xwe be! Bawerîya te tu qenc kirî». Û wê demê ew kʼulfet qenc bû.


Kʼîjan rʼihʼet tê gotinê: ‹Gunêd te hatine baxşandinê›, yan ‹Rʼabe û bigerʼe›?


Lê wekî hûn bizanibin ku hʼukumê Kurʼê Mêriv heye li ser dinê guna bibaxşîne», hingê gote yê şilûşeʼt: «Rʼabe nivîna xwe hilde, herʼe mala xwe!»


Êvarê, gava rʼo çû ava, hʼemû nexweş û yêd cinakʼetî anîne cem Wî.


Îsa sekinî û got: «Gazî wî kin». Gazî yê kor kirin û wîrʼa gotin: «Çʼeʼvê te rʼonik! Rʼabe ser xwe, gazî te dike».


Îsa wêrʼa got: «Eʼvdê! Bawerîya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet herʼe û ji êşa xwe qenc be».


Çimkî hʼemûya jî Ew dît û tirsîyan. Lê Îsa wê demê deng da wan û got: «Ser xwe bin! Ez im. Netirsin!»


Min ev yekana werʼa gotin, wekî pê Min hûn xweyê eʼdilayîyê bin. Hûnê dinyayêda tengasîyê bibînin, lê mêrxas bin! Min dinya kire bindestê Xwe».


Ne hʼewce bû, ku yekî hindava merivekîda şeʼdetî bida, çimkî Wî dilê meriva zanibû.


Hingê Îsa gote wan: «Lawikno! We tişt negirtîye?» Wana lê vegerʼand û gotinê: «Na».


Ewî jî guhdarîya Pawlos dikir, Pawlos li wî nihêrʼî û gava dît bawerîya wî bona qencbûnê heye,


hʼeta ku ew destmal û şalikêd ku Pawlos lê dikʼetin nexweşarʼa dibirin, ew qenc dibûn û rʼuhʼêd xirab derdikʼetin.


Şevtira din Xudan li ber wî sekinî û gotê: «Serxwe be, te çawa şeʼdetîya Min Orşelîmêda da, usa jî gerekê Rʼomêda şeʼdetîyê bidî».


Û ne tʼenê haqas, lê bi Xwedê jî em difirʼin, saya Xudanê xwe Îsa Mesîh, bi Kʼîjanî em tʼevî Xwedê li hev hatine.


Lê yekê bêje: «Bawerîya te heye, kirêd min hene». Lê ezê bêjim: Kʼa bawerîya xwe bê kirina nîşanî min ke, ezê jî bawerîyê bi kirinêd xweva nîşanî te kim.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan