Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 8:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Gava rʼo çû ava, gelek cinakʼetî anîne cem Wî. Ewî bi xeberê rʼuhʼêd hʼeram derxistin û hʼemû nexweş qenc kirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 Gava ku bû êvar, gelek mirovên cinoyî anîn ba wî. Wî bi gotinekê cin derxistin û hemû nexweş qenc kirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 Гава рʼо чу ава, гәләк щьнакʼәти анинә щәм Ԝи. Әԝи бь хәбәре рʼӧһʼед һʼәрам дәрхьстьн у һʼәму нәхԝәш ԛәнщ кьрьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 وقته رُژآوابونه، گَلَک ژه مِرُوِت جن هَیی اینانَ لاره وی و اَوی بِ کلاما خو رِحِت پیس ژه وان دَرخِستَ دَروَ و شفا دا تواوی نَساخا.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 8:16
17 Iomraidhean Croise  

Hingê cinakʼetîkî korî lal anîne cem Wî û Ewî ew qenc kir, usa ku ewî hin dît û hin jî xeber da.


Çaxê Îsa ji qeyikê derkʼet û eʼlaleteke giran dît, hingê gunê Wî li wan hat û nexweşêd wan qenc kirin.


Ewî destê Xwe da destê wê û tʼayê jê berʼda, rʼabû berdestî Wîrʼa kir.


Berazvan rʼevîn çûne bajêr, çi ku hatibû serê cinakʼetîya gotin.


Wê derê şilûşeʼtek nivînêda pʼaldayî anîne cem. Gava Îsa bawerîya wan dît, gote yê şilûşeʼt: «Lawo, ser xwe be! Gunêd te hatine baxşandinê».


Û meriv hatin, ji nav wanda çar meriva şilûşeʼtek hildabûn danîne cem Îsa.


Ewî ev yek digot, çimkî Îsa digotê: «Hey rʼuhʼê hʼeram! Ji vî merivî derkʼeve!»


Gava Îsa dît ku eʼlalet dibeze, tʼopî ser Wî dibe, li rʼuhʼê hʼeram hilat û got: «Hey rʼuhʼê kerʼ û lal, Ez eʼmirî ser te dikim: Ji kurʼik derkʼeve û careke din nekʼevî nava wî!»


Gava Îsa ew dît, gazî wê kir û gotê: «Eʼvdê! Tu ji nexweşîya xwe aza yî!»


Gava rʼo diçû ava, hʼemûyêd ku cûrʼe-cûrʼe nexweşîyêd wan hebûn anîne cem Wî. Ewî destê Xwe danî ser wan her yekî û ew qenc kirin.


Ji geleka jî cin derdikʼetin, dikirine qîrʼîn û digotin: «Tu Kurʼê Xwedê yî!» Lê Îsa li wan hilat û nedihişt ew xeber din, çimkî zanibûn ku Ew Mesîh e.


Bona vê yekê xelqê nexweş derdixistine serê rʼîya, dadanîne ser darbesta û berʼa, wekî gava Petrûs derbaz be, tʼenê sîya wî bikʼeve ser ji wan hineka.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan