Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 7:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Derê tengrʼa bikʼevine hindurʼ, çimkî fire ye ew derî û ber e ew rʼîya ku dibe berbi undabûnê û gelek in ewêd ku wêda diçin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

13 «Di deriyê teng re derbas bibin. Çimkî deriyê ku dibe helakê fireh e, riya ku diçe wê rihet e û yên ku pê ve diçin gelek in.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

13 Дәре тәнгрʼа бькʼәвьнә һьндӧрʼ, чьмки фьрә йә әԝ дәри у бәр ә әԝ рʼийа кӧ дьбә бәрбь ӧндабуне у гәләк ьн әԝед кӧ ԝеда дьчьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 «دَره تَنگاودا هَرنَ ژُر، چون گو فِرَیَ اَو دَر و پانَ اَو ره گو دِچیتَ بُ بَین چُیینه و اَونه گو وه دَری دا دِچِنَ ژُر گَلَکِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 7:13
38 Iomraidhean Croise  

Lê wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn derê Pʼadşatîya Eʼzmana li ber meriva dadidin. Ne hûn dikʼevinê û ne jî dihêlin ewêd ku dixwazin bikʼevinê.


Hingê Ewê yêd milê Xweyî çʼepêrʼa bêje: ‹Nifirʼlêbûyîno! Dûrî Min herʼin nava agirê hʼeta-hʼetayê, ku bona mîrêcin û milyakʼetêd wî hazir bûye.


Û evê herʼine cefê hʼeta-hʼetayê, lê yêd rʼast wê herʼine jîyîna hʼeta-hʼetayê».


û got: «Ji gunekirinê vegerʼin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye».


De bi kirêd qenc bidine kʼifşê, ku hûn ji gunekirinê vegerʼîyane.


Lê gelekî teng e ew derî û zeʼmet e ew rʼîya ku dibe berbi jîyînê û hindik in ewêd ku wê rʼêyê dibînin.


Awa ji we her kes, kʼî ku destê xwe ji tʼemamîya hebûna xwe nekʼişîne, ew nikare bibe şagirtê Min.


Çaxê ewana ji Wî dûr kʼetin, Petrûs Îsarʼa got: «Mamosta, çawa rʼind e ku em vir in! De emê sê hʼolika çêkin, yekê Terʼa, yekê Mûsarʼa û yekê jî Êlyasrʼa». Çimkî ewî nizanibû ew çi dibêje.


Ez im derî. Yê ku bi destê Min bikʼeve hindurʼ, wê xilaz be. Ewê bikʼeve hindurʼ, derkʼeve û çʼêrê bibîne.


Îsa wîrʼa got: «Ez im, rʼê, rʼastî û jîyîn. Tʼenê pê Min yek dikare bê cem Bavê.


Awa tʼobe kin û berbi Xwedê vegerʼin, ku gunêd we bêne rʼesîtkirinê.


Lê çi vê yekêrʼa heye, heger Xwedê xwest berî kʼifşkirina hêrs û qewata Xwe, bi dûmika dirêj gelekî sebira Xwe li wan derdanêd hêjayî hêrsê bîne, yêd ku undabûnêrʼa hazir sekinî ne?


Mîrê vê dinyayêyî neheq şeverʼeşa kora anîye ser feʼmê nebawera, wekî rʼonaya Mizgînîya rʼûmeta Mesîh nede ser wan, Yê ku sûretê Xwedê ye.


Bona vê yekê «Xudan dibêje: De rʼabin ji nava wan derên, cude bin. Li tiştêd hʼeram nekʼevin, û Ezê we qebûl kim,


Û ewêd ku pʼara Mesîh Îsa ne, binyatʼa xwe bi tʼevî temêd xirab û havijîyava ser xaç kuştine.


Axirîya wan undabûn e, xwedêyê wan zikê wan e û kirêd wane şermî jî rʼûmeta wan e. Ewana tʼenê ser tiştêd vê dinê difikirin.


Em zanin ku em ji Xwedê ne û tʼemamîya dinyayê bin hʼukumê yê Xirabda ye.


ew zîyayê mezin jorda hate avîtinê. Eva ew meʼrê berê bû, ku jêrʼa mîrêcin û şeytʼan dibêjin, yê ku tʼemamîya dinê xalifandîye. Ew milyakʼetêd xweva jorda hatine avîtinê ser rʼûyê eʼrdê.


Hʼemû binelîyêd li rʼûbarî dinê wê serê xwe li ber wî daynin, navêd kʼîjana ji wextê eʼfirandina dinyayêda kʼitêba jîyînêye Berxê serjêkirîda nehatine nivîsarê.


Û navê kʼê vê kʼitêba jîyînêda nivîsar tʼunebû, ew hate avîtinê nava gola êgir.


Ewî ew avîte gelîyê hey-wayê, ser wî kʼilît kir û mor lêxist, wekî îdî mileta nexalifîne, hʼeta hʼezar sal tʼemam be. Pey wê yekêrʼa ew gerekê bona wextekî kin bê berʼdanê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan