Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 6:24 - Peymana Nû (Încîl)

24 Tʼu kes nikare du axarʼa xulamtîyê bike, çimkî yan wê hʼîlê wî ji yekî herʼe û yê dinê hʼiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêrʼa, hin jî hebûkêrʼa xulamtîyê bikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

24 «Tu kes nikare xulamtiyê ji du axayan re bike; çimkî an ewê ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, an jî ewê qedrê yekî bigire û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

24 Тʼӧ кәс нькарә дӧ ахарʼа хӧламтийе бькә, чьмки йан ԝе һʼиле ԝи жь йәки һәрʼә у йе дьне һʼьз бькә, йан жи ԝе ԛәдьре йәки бьгьрә у йе дьне беһӧрмәт кә. Һун нькарьн һьн Хԝәдерʼа, һьн жи һәбукерʼа хӧламтийе бькьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 «چه کَس نِگاریت بُ دو اَربابا خِذمَته بِگَت، چون گو آن دیه نَفرَته یگه بِگَت و دیه هَژَ اَوه دیتِر بِگَت، و آن بُ یگه دیه وفادار بیت و اَوه دیتِر بُ وی دیه به قَدِر بیت. اون نَشِن هم عَوده خدا بِن، هم عَوده دِراوی.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 6:24
20 Iomraidhean Croise  

Hingê Îsa gotê: «Dûrî Min herʼe, cino! Çimkî nivîsar e: ‹Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tʼenê Wîrʼa xulamtîyê bike!›»


Heger hûn nava hebûka vê dinêda bêamin bûn, kʼê wê hebûka rʼast bide we?


Xulamek nikare du axarʼa xulamtîyê bike, çimkî yan wê hʼîlê wî ji yekî herʼe û yê dinê hʼiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêrʼa, hin jî hebûkêrʼa xulamtîyê bikin».


Ez werʼa dibêjim, hûn bi hebûka vê dinê hevala xwerʼa dest xin û gava hebûk kêm be, we bin konêd hʼeta-hʼetayêda qebûl kin.


Çima ez niha dikim meriv ji min rʼazî bin, yan Xwedê? Yan gelo ez dikim ku li meriva xweş bêm? Heger min hê bixwesta ez li meriva xweş bihatama, min nikaribû ez bibûma xulamê Mesîh.


Tʼemîyê bide dewletîyêd vê dinê, bira babax nebin û gumana xwe nedine ser hebûka pʼûçʼe derew, lê li ser Xwedêyê ku her tiştî bi merʼdanî dide me, wekî em miraz pê bikin.


Dîmas ku dinya hʼiz kir ez hiştim û çû Tʼêsalonîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîto jî Dalmetyayê.


Bêeʼsilno! Hûn nizanin kʼê vê dinê hʼiz dike, ew neyartîyê li Xwedê dike? Awa kʼî dixwaze bibe yarê dinê, ew xwe dike neyarê Xwedê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan