Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 6:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Gava ku hûn rʼojî digirin, mîna durʼûya meʼdekirî nîbin. Ew meʼdê xwe dikin, wekî meriv bizanibin ku ew rʼojî ne. Ez rʼast werʼa dibêjim, ku wana heqê xwe standîye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 «Û çaxê ku hûn rojiyê bigirin, wek durûyan mirûzê xwe nekin; ew rûyê xwe tirş dikin, da ku mirov bibînin ku ew bi rojî ne. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 Гава кӧ һун рʼожи дьгьрьн, мина дӧрʼуйа мәʼдәкьри нибьн. Әԝ мәʼде хԝә дькьн, ԝәки мәрьв бьзаньбьн кӧ әԝ рʼожи нә. Әз рʼаст ԝәрʼа дьбежьм, кӧ ԝана һәԛе хԝә стандийә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 «وقته گو اون رُژیا دِگِرِن، بینا ریاکارا خُلقه خو شین نَگَن، چون اَو رویه خو تِگ دِدَن گو لاره خلقه، خو رُژی نیشان بِدَن. بَراستی، اَز بُ وَ دِبِژِم، اَوان خِیرا خو اِستاندیَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 6:16
25 Iomraidhean Croise  

Haş ji xwe hebin, ku hûn qencîyêd xwe ber meriva nekin, wekî ji wan bêne kʼifşê. Yan na, hûn ji Bavê xweyî Eʼzmana heq nastînin.


Awa çaxê tu xêra dikî, pêşîya xwe borʼîyê nexe, çawa durʼû kʼinîşt û kʼûçada dikin, wekî meriv pesinê wan bidin. Ez rʼast werʼa dibêjim, ku wana heqê xwe îdî standîye.


Gava hûn dua dikin, mîna durʼûya nebin. Ew hʼiz dikin kʼinîşt û meydanada bisekinin dua bikin, ku ber meriva bêne kʼifşê. Ez rʼast werʼa dibêjim, îdî wana heqê xwe standîye.


Carekê şagirtêd Yûhʼenna û fêrisîya rʼojî digirtin. Çend meriv hatine cem Îsa û jê pirsîn: «Çima şagirtêd Yûhʼenna û yêd fêrisîya rʼojîya digirin, lê şagirtêd Te rʼojî nagirin?»


Lê ez hʼeftîyê du cara rʼojî digirim û dehekê ji hʼemû kʼara xwe jî didim›.


Ew jinebîke hʼeyştê çar salî bû û ji pʼaristgehê dûr nedikʼet, şev û rʼoj bi dua û rʼojîya Xwedê dihʼeband.


Korʼnêlyo got: «Berî çar rʼoja, nêzîkî vî çaxî min duayê sihʼeta sisîya mala xweda dikir, nişkêva merivek bi kʼincê çîl-qerqaş li ber min sekinî


Wana bona her civînekê berpirsîyar kʼifş kirin, bi rʼojî dua kirin û ew spartine wî Xudanê ku bawerîya xwe jê anîbûn.


Ji hevdu na-na nekin, pêştirî wê demê, gava hûn bi hevrʼa bona wextekê tʼifaq qirar dikin wekî xwe bidine duakirinê, lê paşê dîsa li hev vegerʼin, ku mîrêcin we necêrʼibîne ji dest bêtʼawîya we.


Dixebitîm, diçerçirîm, gelek cara xewê şeva nedikir, tʼî-birʼçî, gelek cara bê nan, sermê û bêsitʼarîyêda bûm.


lêdanada, kelada û her alîyava hʼicûmkirî, kʼesirî, bêxew, birʼçî,


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan