Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 5:41 - Peymana Nû (Încîl)

41 Û heger yekî qulixêda zorê li te bike, wekî kîlomêtirekê te bibe, tʼevî wî duda herʼe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

41 Eger yek bi zorê te kîlometrekê rêve bibe, bi wî re du kîlometreyan here.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

41 У һәгәр йәки ԛӧльхеда зоре ль тә бькә, ԝәки километьрәке тә бьбә, тʼәви ԝи дӧда һәрʼә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

41 هَگو سربازَگه رومی تَ مَجبور گَت دو کیلومِترا گَل وی ره بِچی، تِ چار کیلومِترا گَل ویدا هَرَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 5:41
6 Iomraidhean Croise  

Çaxê ew derkʼetine derva, eskera yekî kûrênî dît ku navê wî Şimhʼûn bû, pʼêyî ser wî kirin ku xaçê Wî hilde.


Û heger yek te kʼaşî ber dîwanê ke û bixwaze kirasê te ji te bistîne, pʼotê xwe jî jêrʼa bihêle.


Bide wî, kʼî ji te dixwaze û berê xwe ji wî neguhêze, yê ku dixwaze ji te deyn bike.


Şimhʼûnê ji Kûrênê, bavê Skender û Rʼûfo wirrʼa derbaz dibû, ku ji kʼewşên dihat. Eskera pʼêyî ser wî kirin ku xaçê Îsa hilde.


Û gava eskera Ew dane pêşîya xwe birin, yekî kûrênî navê wî Şimhʼûn, ku ji kʼewşên dihat, ew girtin û xaç danîne ser milê wî, ku li pey Îsa bibe.


Hʼizkirina Mesîhe hindava meda pʼêyî ser me dike, çimkî em feʼm dikin, ku yek bona hʼemûya mirîye, ku usa ye hʼemû jî mirine.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan