Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 5:29 - Peymana Nû (Încîl)

29 Awa heger çʼeʼvê teyî rʼastê te ji rʼê derdixe, wî derxe û ji xwe bavêje. Bona te hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nekʼeve ceʼnimê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

29 Eger çavê te yê rastê te bixe guneh, wî derxe û ji xwe bavêje! Ji bo te çêtir e ku tu endamekî ji bedena xwe winda bikî, lê hemû bedena te nekeve dojehê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

29 Аԝа һәгәр чʼәʼве тәйи рʼасте тә жь рʼе дәрдьхә, ԝи дәрхә у жь хԝә бавежә. Бона тә һе ԛәнщ ә кӧ әндәмәки тә ӧнда бә, ле бәдәна тә пева нәкʼәвә щәʼньме.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

29 بَهنده هَگو چاوه تَ یه راسته باعیث بیت تِ گُنَهه بِگَی، اَوه دَرخینَ و پاوِژَ دور، چون گو یا باش بُ تَ اَوَیَ گو اَندامَگ ژه اَندامه خو ژه دَست بِدَی حَتا هِنده گو تواوی بَدَنا تَ بِتَ هاوِتِن ناو جَهنَمه دا.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 5:29
22 Iomraidhean Croise  

Û ji wan netirsin yêd ku bedenê dikujin, lê nikarin rʼuhʼ bikujin. Lê hûn ji Wî bitirsin, Yê ku dikare rʼuhʼ û bedenê ceʼnimêda unda ke.


Û xwezî li wî, ku ji Min pʼişk nabe».


Çi feyde heger meriv tʼemamîya dinyayê qazinc ke, lê eʼmirê xwe unda ke? Yan jî meriv çi dikare ber eʼmirê xweva bide?


Lê wekî em van pʼişk nekin, herʼe golê şewkê bavêjê û meʼsîyê pêşin ku derdikʼeve, bigire devê wî veke û tê nalekî çarzîvê bibînî. Ewî hilde, dewsa Min û xwe bide wan».


Çimkî nemêr hene, ku ji zikmakîyêda usa bûne û nemêr jî hene, ku ji destê meriva bûne nemêr û nemêr jî hene, ku bona Pʼadşatîya Eʼzmana wana xwe nemêr kirin. Kʼêrʼa ev yek dest dide, bira usa jî bike».


Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn beʼr û bejê li hev didin, ku yekî nebawer bînin ser rʼîya xwe. Gava meremê we dibe, hûn ewî ji xwe du cara zêdetir dikine pʼara ceʼnimê.


Meʼrno! Çʼêjikêd meʼra! Hûnê çawa ji dîwana dojê birʼevin?


Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî ser birê xwe hêrs kʼeve, wê bibe deyndarê dîwanê û kʼî bêje birê xwe: ‹Bê aqil›, ewê bibe deyndarê dîwana civîna giregira û kʼî ku bêje: ‹Axmax›, wê bibe deyndarê agirê dojê.


Û heger destê teyî rʼastê te ji rʼê derdixe, wî jêke û bavêje. Terʼa hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nekʼeve ceʼnimê.


Çi feyde heger meriv tʼemamîya dinyayê qazinc ke, lê eʼmirê xwe unda ke?


Lê Ezê werʼa bêjim, ku hûn ji kʼê bitirsin. Ji Wî bitirsin, Yê ku pey kuştinêrʼa jî hʼukumê Wî heye bavêje ceʼnimê. Belê, Ez werʼa dibêjim ji Wî bitirsin!


Em vê yekê zanin ku binyatʼa meye kevin tʼevî Wî xaç bû, wekî qalibê gunekʼar serî hilnede, ku ji vir şûnda em nebine xulamêd gune.


Çimkî heger hûn li gora binyatʼa merivayê bijîn, hûnê bimirin, lê heger hûn bi Rʼuhʼ kirêd binyatʼa merivayê bikujin, hûnê bijîn.


Lê ez zordarîyê qalibê xwe dikim û wê zeft dikim, ku nebe xelqê gazî lecê kim, lê ew xwexa ji dest min herʼe.


Û ewêd ku pʼara Mesîh Îsa ne, binyatʼa xwe bi tʼevî temêd xirab û havijîyava ser xaç kuştine.


Awa xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsîyê, hʼeramîyê, temê xirab, dilhavijîya xirab û timayê, ku pʼûtpʼaristî ye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan