Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 5:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî ser birê xwe hêrs kʼeve, wê bibe deyndarê dîwanê û kʼî bêje birê xwe: ‹Bê aqil›, ewê bibe deyndarê dîwana civîna giregira û kʼî ku bêje: ‹Axmax›, wê bibe deyndarê agirê dojê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

22 Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku li birayê xwe hêrs bibe, wê bê dîwankirin. Û kî ku ji birayê xwe re bêje: ‹Bêmejî!› wê li ber Dîwana Bilind bê kişandin pirsyarê. Û kî ku bêje: ‹Ehmeq!› ewê agirê dojehê heq bike.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

22 Ле Әз ԝәрʼа дьбежьм, кʼи сәр бьре хԝә һерс кʼәвә, ԝе бьбә дәйндаре диԝане у кʼи бежә бьре хԝә: ‹Бе аԛьл›, әԝе бьбә дәйндаре диԝана щьвина гьрәгьра у кʼи кӧ бежә: ‹Ахмах›, ԝе бьбә дәйндаре агьре доже.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 بله اَز بُ وَ دِبِژِم، هَچی کَسه گو کَربه خو بِرایه خو وَگَت، دِبی دیوانا وی بِتَ گِرِن؛ و هَچی کَسه بِژیتَ بِرایه خو”به مَژی“، دِبی حُضورا شورایه دا دیوانا وی بِتَ گِرِن؛ و هَچی کَسه بِژیتَ بِرایه خو ”اَحمق“، مُستحَقه آگِره جَهنَمه یَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 5:22
93 Iomraidhean Croise  

Lê hʼevza xwe ji meriva bikin, ewê we bibine ber dîwana û kʼinîştêd xweda we bidine ber qamçîya.


Û ji wan netirsin yêd ku bedenê dikujin, lê nikarin rʼuhʼ bikujin. Lê hûn ji Wî bitirsin, Yê ku dikare rʼuhʼ û bedenê ceʼnimêda unda ke.


Lê gava fêrisîya bihîst gotin: «Eva bi hʼukumê serwêrê cina Belzebûl cina derdixe».


Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»


Hingê Petrûs nêzîkî Wî bû û gotê: «Xudan. Gava birê min neheqîyê li min bike, gerekê ez çend cara bibaxşînimê, hʼeta hʼeft cara?»


Usa jî Bavê Minî Eʼzmana wê li serê we her yekî bike, heger hûn bi dil nebaxşînine birê xwe».


Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn beʼr û bejê li hev didin, ku yekî nebawer bînin ser rʼîya xwe. Gava meremê we dibe, hûn ewî ji xwe du cara zêdetir dikine pʼara ceʼnimê.


Meʼrno! Çʼêjikêd meʼra! Hûnê çawa ji dîwana dojê birʼevin?


Hingê Ewê yêd milê Xweyî çʼepêrʼa bêje: ‹Nifirʼlêbûyîno! Dûrî Min herʼin nava agirê hʼeta-hʼetayê, ku bona mîrêcin û milyakʼetêd wî hazir bûye.


Serekêd kʼahîna û tʼemamîya civîna giregira jî miqabilî Îsa şeʼdetîke derew digerʼîyan ku Wî bikujin,


Û va dengek ji eʼzmana hat: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku ez ji Wî rʼazî me».


Lê Ez werʼa dibêjim, tʼu car sond nexwin, ne bi eʼzmên, çimkî ew tʼextê Xwedê ye,


Lê Ez werʼa dibêjim, dijminêd xwe hʼiz bikin û bona wan dua bikin, yêd ku we dizêrînin,


Serekêd kʼahîna û tʼemamîya civîna giregira jî li şeʼdetîke miqabilî Îsa digerʼîyan, wekî Wî bikujin, lê ne didîtin.


Serê sibehê zû serekêd kʼahîna tʼevî rʼûspîya, qanûnzana û tʼemamîya civîna giregirarʼa şêwirîn. Îsa girêdan û birin dane destê Pîlato.


Lê Ezê werʼa bêjim, ku hûn ji kʼê bitirsin. Ji Wî bitirsin, Yê ku pey kuştinêrʼa jî hʼukumê Wî heye bavêje ceʼnimê. Belê, Ez werʼa dibêjim ji Wî bitirsin!


Û gava sibeh zelal bû, kʼoma rʼûspîyêd cimeʼtê, serekêd kʼahîna û qanûnzana civîyan. Îsa kʼaşî dîwanxana xwe kirin


Û hingê fêrisî û serekêd kʼahîna civîna giregira gîhandine hev û gotin: «Emê çi bikin? Eva meriva gelek nîşana dike.


Lê belê ev yek bû, wekî ew gotina ku Qanûna wanda hatîye nivîsarê bê sêrî: ‹Cîkî badîhewa jenîyane Min›.


Cimeʼtê lê vegerʼand û gotê: «Tu cinakʼetî yî! Kʼî dixwaze Te bikuje?»


Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Çima em rʼast nabêjin, ku Tu samerî yî û cina dikʼevî?»


Çend fîlosofêd êpîkûrî û stoyxî wîrʼa kʼetine hʼucetê û hineka digot: «Evî devbelayî bêtʼewşe çi dixwaze bêje?» Hineka jî digot: «Usa tê kʼifşê, ku eva derheqa xwedêyêd xerîbda dannasîn dike». Aha digotin, çimkî ewî bona Îsa û rʼabûna mirîya dannasîn dikir.


Sibetira din serhʼezar xwest rʼast bizanibe kʼa cihû çima şikîyatê Pawlos dikin. Ew berʼda û eʼmir kir, ku serekêd kʼahîna civîna giregirava bê. Hingê Pawlos anî li ber wan da sekinandinê.


Pawlos dîna xwe da civîna giregira û got: «Gelî bira! Min bi îsafa rʼihʼet li ber Xwedê eʼmirê xwe hʼeta îro derbaz kirîye».


Yan jî bira evana bêjin, gava ez ber civîna giregira sekinî bûm, çi xirabî ser min dîtin,


Hingê eʼmirî li wan kirin, ku ew ji civîna giregira derên û hevrʼa şêwirîn,


Wana jî guhdarî kir, sibehê zû kʼetine pʼaristgehê, destpêkirin hîn kirin. Hingê serekkʼahîn kʼoma xweva hat, tʼevî tʼemamîya kʼoma rʼûspîyêd Îsraêlê, civîna giregira civand û şandine kelê ku şandîya bînin.


Ew birin ber civîna giregira dane sekinandinê, serekkʼahîn ji wan pirsî


Bi vî awayî cimeʼt, rʼûspî û qanûnzan tʼevîhev kirin, rʼahiştine Steyfan, ew girtin û kʼaşî civîna giregira kirin.


Hʼemûyêd civîna giregirada rʼûniştî gava li wî nihêrʼîn, dîna xwe danê rʼeng-rʼûyê wî mîna rʼeng-rʼûyê milyakʼeta bû.


Mûsa hema ew bû, yê ku zarʼêd Îsraêlrʼa got: ‹Xwedê wê ji nav birayêd weda pʼêxemberekî mîna min bona we rʼake›.


Hʼizkirinêda çawa xûşk-bira ser hev şewat bin, qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin,


ne diz, ne timakʼar, ne serxweş, ne buxdanbêj, ne jî tʼalankir Pʼadşatîya Xwedê wê war nebe.


Lê bira birêrʼa dikʼeve deʼw-dozê, ew jî li ber nebawera!


Bira nebe ku yek wê yekêda ji eʼsiltîyê derê û namûsa xûşk-birarʼa bilîze. Xudanê bona van hʼemû tişta hʼeyfê ji meriva hilde, çawa me ev yek pêşda werʼa got û bi meʼrîfetî tʼemî li we kir.


Hindava tʼu kesekîda xirab xeber nedin, şerʼûd nîbin, lê milûk bin û şîrinayîya xwe hindava hʼemû merivada bidine kʼifşê.


Îdî haş ji xwe hebin, nebe ku hûn Ewî werʼa xeber dide tʼexsîr kin. Heger ewêd ku li ser dinê Mûsa tʼexsîr kirin, kʼîjanî ku tʼemîyêd Xwedê didan xilaz nebûn, îdî emê çawa bikaribin xilaz bin heger em pişta xwe bidine Yê ku ji eʼzmana merʼa xeber dide?


Gava wê yekêda hate kʼamilkirinê, bona hʼemûyêd ku guhdarîya Wî dikin, Ew bû kanîya xilazbûna hʼeta-hʼetayê


Lê tu dixwazî ev yek bê îzbatkirinê, merivê bêhʼiş, wekî bawerî bêyî kira mirî ye?


Ziman jî agirek e, dinyake zulmkʼar e nava endemêd meda. Ew tʼemamîya qalibê me dihʼerʼimîne, agir dewra jîyîna mêriv dixe û ew xwexa ji alava agirê dojê pêgirtî ye.


Gava dihate rʼezîlkirinê, ji berva kes rʼezîl nedikir, gava cefa dikʼişand, gef li kesekî nedixwar, lê Xwe spartibû hʼakimê ser rʼastîyê.


Ji ber xirabîyêva xirabîyê nekin, yan ji ber bêhurmetkirinêva bêhurmetkirinê, lê ji ber vanva dua-dirozga li wan bikin, çimkî hûn vê yekêrʼa hatine gazîkirinê, wekî dua-dirozgê sozdayî ser weda bê.


Ewê ku dibêje: «Ez nava rʼonayêda me», lê birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew hela hê nava teʼrîyêda ye.


Zarʼêd Xwedê û zarʼêd mîrêcin bi vê yekê ji hev têne firqîkirinê: Ewê ku rʼastîyê nake, ew ne ji Xwedê ye û usa jî ewê ku birê xwe hʼiz nake.


Heger yek bibîne ku birê wî gunek kirîye, lê nabe berbi mirinê, bira bona wî dua bike û Xwedê wê jîyînê bide wî. Ez vê yekê hindava wanda dibêjim, kʼîjanêd ku gunê berbi mirinê nakin. Gune heye ku dibe berbi mirinê. Ez nabêjim, ku bona vê yekê dua bikin.


Lê Mixayîlê serekê milyakʼeta ev yek nekir. Gava bona cinyazê Mûsa rʼabû mîrêcinrʼa kʼete hʼucetê, turuş nekir ku bi gotinêd bêhurmetkirinê dîwana wî bikira, lê got: «Bira Xudan li te hilê!»


Hingê Mirin û Dîyarê Mirîya hatine avîtinê nava gola êgir. Ev gola êgir mirina duda ye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan