Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 5:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Awa kʼî ji van tʼemîya yeke here biçʼûk xirab ke û meriva usa hîn ke, ewê Pʼadşatîya Eʼzmanada ji hʼemûya biçʼûktir bê hʼesabê. Lê kʼî ku wana pêk bîne û hîn bike, ewê Pʼadşatîya Eʼzmanada mezin bê hʼesabê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

19 Loma kî ku ji van emran ê herî biçûk bişikêne û bi wî awayî mirovan hîn bike, wê di Padîşahiya Ezmanan de ji wî re yê herî biçûk bê gotin. Lê kî ku van emran bîne cih û hîn bike, wê di Padîşahiya Ezmanan de ji wî re mezin bê gotin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

19 Аԝа кʼи жь ван тʼәмийа йәкә һәрә бьчʼук хьраб кә у мәрьва ӧса һин кә, әԝе Пʼадшатийа Әʼзманада жь һʼәмуйа бьчʼуктьр бе һʼәсабе. Ле кʼи кӧ ԝана пек бинә у һин бькә, әԝе Пʼадшатийа Әʼзманада мәзьн бе һʼәсабе.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 بَهنده هَچی کَسه یگ ژه گوشگَتِرینِ وان اَمرانَ به اهمیت بِگِریت و فِرَ مِرُوِت دی ژی بِگَت گو وِسا بِگَن، پادشاهیا اَسمانی دا، گوشگَتِرین دیه بِتَ گاز گِرِن. بله هَچی کَسه وان اَمرانَ بینیتَ جی و اَوان فِرَ مِرُوِت دی بِگَت، اَو پادشاهیا اَسمانی دا مَزِن دیه بِتَ گاز گِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 5:19
38 Iomraidhean Croise  

Ez rʼast werʼa dibêjim, ji nava ewêd ku ji kʼulfeta dinê kʼetine, tʼu kes ji Yûhʼennayê nixumdar mestir nebûye. Lê Pʼadşatîya Eʼzmanada yê herî biçʼûk ji wî mestir e.


Îsa gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, gava Kurʼê Mêriv Dinya Nûda li ser tʼextê Xweyî rʼûmet rʼûnê, hûnêd ku li pey Min tên, ser donzdeh kʼursîya rʼûnên û dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


Lê nava weda gerekê usa nîbe. Kʼî ku nava weda dixwaze bibe yê mezin, gerekê bibe berdestîyê we.


û wan hʼemû tʼemîyêd ku Min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin. Ez va îroda her tʼim hʼeta axirîya dinyayê tʼevî we me!»


Çimkî ewê li ber Xudan mezin be. Tʼu car gerekê şerav-araqê venexwe. Û hê zikê dîya xweda, wê bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî be.


Lê wey li we fêrisîya! Hûn dehekê pûngê, ceʼtʼrîyê û hʼemû pʼincarʼa didin, lê heqîyê û hʼizkirina Xwedê davêjine pişt guhê xwe. We gerekê ev yek bikirana û dest ji yêd mayîn nekʼişanda.


û wanrʼa got: «Kʼî ku evê zarʼokê bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Û kʼî ku Min qebûl ke, Yê ku Ez şandime qebûl dike. Awa ewî nava we hʼemûyada yê herî biçʼûk e, ew e yê herî mezin».


Tʼêyofîloyê xweyîqedir, min kʼitêba xweye pêşinda derheqa wan hʼemû tiştada nivîsî, çi ku Îsa kir û hîn kir, ji sêrîda


Û gelo heq e ku em aha bêjin: «Xirabîyê bikin, ku bibe qencî», çawa hinek şerʼa li me gilî dikin, yanê em usa dibêjin? Ew meriv wê rʼast ser bela xwe vebin.


Lê em niha çi bêjin? Em nava gunada bimînin, ku kʼerema Xwedê ser meda zêde be?


Îdî çi? Em guna bikin, çimkî ne bin qanûnêda ne, lê bin kʼeremê? Tʼu car!


Lê tu, merivê Xwedê ji van tişta birʼeve û pey heqîyê, xwedênasîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, sebirê û milûktîyê herʼe.


Vê gotinêda xêlif tʼune. Û ez dixwazim ku tu van tişta eʼseyî kî, wekî yêd ku bawerîya xwe Xwedê tînin, xîret kin, tiştêd qenc bikin. Evana merivarʼa qenc û kʼar in.


Û gava Serekşivan eʼyan be, hûnê wê tʼacê rʼûmetê bistînin, ku çʼirûsîya wê unda nabe.


Her kesê ku gune dike, ew Qanûna Xwedê ditʼerʼibîne û gune xût qanûntʼerʼibandin e.


Lê gazineke Min li te heye, ku tu wê jinê, Îzabêlê sebir dikî, ku xwe pʼêxember hʼesab dike. Ewa pê hînkirina xwe xulamêd Min ji rʼê derdixe, wekî bênamûsîyê bikin û qurbanêd pʼûta bixwin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan