Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 4:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Hingê Îsa gotê: «Dûrî Min herʼe, cino! Çimkî nivîsar e: ‹Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tʼenê Wîrʼa xulamtîyê bike!›»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

10 Hingê Îsa jê re got: «Ji min dûr keve, Îblîs! Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike.›»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

10 Һьнге Иса готе: «Дури Мьн һәрʼә, щьно! Чьмки ньвисар ә: ‹Сәре хԝә ль бәр Хӧдан Хԝәдейе хԝә дайнә у тʼәне Ԝирʼа хӧламтийе бькә!›»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 عیسی دیسا گُتَ وی: «دور بِکَوَ اَی شیطان! چون گو تَوراته دا هاتیَ نِویساندِن: ”خاده، خدایه خو بِپَرَستَ و تِنه وی عِبادَت گَ.“»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 4:10
30 Iomraidhean Croise  

Îsa ser Petrûsda vegerʼîya û gotê: «Ji ber çʼeʼvê Min betavebe, Cino! Tu bona Min pʼişkbûn î, çimkî ew nêt-fikira te ne ji Xwedê ye, lê ji merivayê ye».


Ew çil rʼojî li berʼîyê ma û ji mîrêcin hate cêrʼibandinê. Ew tʼevî rʼeʼwira bû û milyakʼeta jêrʼa berdestî kirin.


Ewî wanarʼa got: «Min mîrêcin dît, çawa birûska ji eʼzmên jorda kʼetî.


Hûn dibêjin, ku Ez bi hʼukumê Belzebûl cina derdixim. Lê heger mîrêcin nava xweda bêtʼifaq be, pʼadşatîya wî wê çawa bimîne?


Ne eva jî qîza Birahîm e, ku eva muxdarê hʼîjdeh salêd wê bûn, mîrêcin ew girêdabû. Ne lazim bû ku ew rʼoja şemîyê ji wê qeydê vebûya?»


Hingê mîrêcin kʼete qelpê dilê Cihûdayê ku Îsxeryotî dihate gotinê, ew yek ji wan her donzdeha bû.


Şimhʼûn! Şimhʼûn! Va ye mîrêcin xwest wekî we mîna genim bêjingê xe.


Îsa lê vegerʼand û got: «Nivîsar e: ‹Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tʼenê Wî bihʼebîne!›»


Ewî hema çawa peʼrî ji dêst girt, mîrêcin kʼete nava wî. Îsa wîrʼa got: «Tê çi bikî zû bike».


wekî çʼeʼvêd wan vekî, ji teʼrîstanîyê berbi rʼonayê û ji hʼukumê mîrêcin berbi Xwedê vegerʼînî, wekî bi saya wê bawerîya ser min, gunêd wan bêne baxşandinê û tʼevî pʼara cimeʼta Min bin›.


Hingê Petrûs wîrʼa got: «Hananîya! Ev çawa bû ku mîrêcin qelpê xirab kire dilê te, ku tu Rʼuhʼê Pîrozrʼa derewa bikî û ji qîmetê eʼrdê hinekî veşêrî?


wî merivî bidine destê mîrêcin, ku qalibê wî unda be û rʼuhʼê wî xilaz be Rʼoja Xudanda.


Ji hevdu na-na nekin, pêştirî wê demê, gava hûn bi hevrʼa bona wextekê tʼifaq qirar dikin wekî xwe bidine duakirinê, lê paşê dîsa li hev vegerʼin, ku mîrêcin we necêrʼibîne ji dest bêtʼawîya we.


Û ev yek ne tiştekî eʼcêbmayînê ye! Mîrêcin xwexa jî xwe dike dilqê milyakʼetê rʼonayîyê.


Û wekî nebe ez bona gelek eʼyantîyêd neberhʼişa kʼubar bim, belake mîna derzîkê qalibê minda minrʼa hate dayînê, milyakʼetekî ji mîrêcin, ku tʼepa bê min, wekî ez kʼubar nebim.


wekî mîrêcin piştê li me neşkêne, çimkî em haş ji hʼunurêd wî hene.


Awa ber Xwedê şkestî bin. Miqabilî mîrêcin bisekinin û ewê ji we birʼeve.


Bawerîyêda hʼîmgirtî miqabilî wî bisekinin, çimkî hûn zanin ku xûşk-birêd we jî tʼemamîya dinyayêda xût wan cefa dikʼişînin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan