Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 3:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Ez we bona gunevegerʼandinê bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me çarixê Wî jî bigirime destê xwe. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

11 Erê, ez we ji bo tobê bi avê imad dikim, lê yê ku piştî min tê ji min bihêztir e. Ez ne hêja me ku çaroxa wî hilgirim. Ewê we bi Ruhê Pîroz û bi êgir imad bike.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

11 Әз ԝә бона гӧнәвәгәрʼандьне бь аве дьньхӧминьм, ле Йәки жь мьн ԛәԝаттьр ԝе бе. Әз нә һежа мә чарьхе Ԝи жи бьгьрьмә дәсте хԝә. Әԝе ԝә пе Рʼӧһʼе Пироз у егьр бьньхӧминә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 «اَز وَ بِ آوه تعمید دِدَم، بُ تَوبَ گِرِنه؛ بله اَوه گو پاشه مِن تِت ژه مِن قاوَتتِرَ گو اَز حتا گِیر هِنده نایِم گو سُلگه وی جُت گَم. اَو دیه وَ بِ رِحا مُقدسا خدا و آگِری تعمید دَت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 3:11
29 Iomraidhean Croise  

gunêd xwe didane rʼûyê xwe û ji wî çʼemê Ûrdunêda dihatine nixumandinê.


Awa Yûhʼenna berʼîyêda xuya bû, cimeʼt dinixumand û dannasîn dikir, ku ji gunekirinê vegerʼin û bêne nixumandinê, wekî gunêd wan bêne baxşandinê.


Ewê bi rʼuhʼ û qewata Êlyas pʼêxember pêşîya Xudanva herʼe, wê dilê bava ser zarʼada û neêlima berbi feʼmdarîya rʼasta vegerʼîne, wekî cimeʼtekê bona Xudan hazir ke».


Yûhʼenna li hʼemûya vegerʼand û got: «Ez we bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me benê çarixêd Wî jî vekim. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne.


û Yûhʼenna hate hʼemû dor-berêd çʼemê Ûrdunê dannasîn dikir, ku cimeʼt ji gunekirinê vegerʼe û bi avê bê nixumandinê, wekî Xwedê wan bibaxşîne.


Yûhʼenna bona Wî şeʼdetî da û bi dengekî bilind got: «Eva ye, bona Kʼîjanî min gotibû: ‹Ewê ku pey min tê Ew ser minrʼa ye, çimkî Ew berî min hebû›».


Ev e bona Kʼîjanî min gotibû: ‹Pey minrʼa Yekê bê, ku ser minrʼa ye, çimkî Ew berî min hebû›.


Yûhʼenna bi avê nixumand, lê hûnê çend rʼoja şûnda bi Rʼuhʼê Pîroz bêne nixumandinê».


Pawlos got: «Yûhʼenna bona gunevegerʼandinê nixumand û cimeʼtêrʼa got: ‹Yê ku pey minrʼa tê bawerîya xwe Wî bînin›, awa gotî Îsa».


Gava rʼîya xweda diçûn, ew gihîştine avekê û nemêr got: «Va ye av, îdî çi nahêle ku ez bême nixumandinê?»


Û nemêr eʼmir kir, ku eʼrebê bidine sekinandinê, her du jî kʼetine avê û Fîlîpo nemêr nixumand.


Rʼast usa jî yektîya Rʼuhʼekîda em hʼemû hatine nixumandinê, ku bibine bedenek, hin cihû hin necihû, hin xulam hin aza û em hʼemû jî ji wî Rʼuhʼî dane vexwarinê.


Belê ez ku ji nava cimeʼta Xwedêda ji yê herî biçʼûk kêmtir im, lê ev kʼerem minrʼa hatîye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtîya Mesîhe ne li ber hʼişa dannasîn kim


Wî em xilaz kirin. Ne ku bona wan kirinêd rʼaste ku me kirin, lê li gora rʼeʼma Xwe em xilaz kirin, bi şûştinê em nû dinê kʼetin û bi Rʼuhʼê Pîroz nûyejîyîn bûn.


Usa jî cahilno, gurʼa mezinada bin. Û hûn hʼemû jî, li ber hev şkestî bin, xulamtîyê hevdurʼa bikin, çimkî nivîsar e: «Xwedê miqabilî kʼubar-babaxa ye, lê kʼeremê dide şkestîya».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan