Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 26:55 - Peymana Nû (Încîl)

55 Wê gavê Îsa eʼlaletêrʼa got: «Tê bêjî we ser qaçaxekîda girtîye, ku hûn bi dara û şûra hatine Min bigirin? Ne Ez her rʼoj tʼevî we pʼaristgehêda rʼûdiniştim Min hûn hîn dikirin, lê we Ez nedigirtim.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

55 Wê gavê Îsa ji elaletê re got: «Ma ez rêbirek im ku hûn bi dar û şûran hatine ku min bigirin? Her roj ez li Perestgehê rûdiniştim û min hîn dikir, lê we ez negirtim.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

55 Ԝе гаве Иса әʼлаләтерʼа гот: «Те бежи ԝә сәр ԛачахәкида гьртийә, кӧ һун бь дара у шура һатьнә Мьн бьгьрьн? Нә Әз һәр рʼож тʼәви ԝә пʼарьстгәһеда рʼудьньштьм Мьн һун һин дькьрьн, ле ԝә Әз нәдьгьртьм.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

55 هِنگه، گُتَ جَماعَتا وِدَره: «ما اَز دِزِم گو اون بِ زُپَ و شمشیرا هاتنَ گو مِن بِگِرِن؟ اَز همو رُژه ناو معبده دا دِرونِشتِم و مِن دَرس دِدا و وَ اَز نَگِرتِم.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 26:55
15 Iomraidhean Croise  

Gava Ew hate pʼaristgehê û cimeʼt hîn kir, serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtê hatine cem Wî û gotinê: «Tu bi çi hʼukumî van kira dikî? Û kʼê ev hʼukum daye Te?»


Ewî hê xeber dida, nişkêva Cihûdayê ku yek ji wan donzdeha bû hat. Ewî tʼevî xwe ji alîyê serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtêda eʼlaleteke giran anîbû, bi dara û şûra.


Îsa ji wir rʼabû çû sînorê Cihûstanê û derbazî wî alîyê çʼemê Ûrdunê bû. Dîsa eʼlaletê li dora Wî girt û çawa eʼdetê Wî bû, Ewî dîsa ew hîn kirin.


Gava ku Îsa pʼaristgehêda hîn dikir, got: «Qanûnzan çawa dibêjin ku Mesîh kurʼê Dawid e?


Û her rʼoj pʼaristgehêda hîn dikir, lê serekêd kʼahîna, qanûnzan û giregirêd cimeʼtê pey kʼetibûn, ku çawa Wî bikujin.


Û rʼojeke ji wan rʼojada, gava Ewî pʼaristgehêda xelq hîn dikir û Mizgînî dida, serekêd kʼahîna û qanûnzan tʼevî rʼûspîya hatine cem Wî


Û kʼitêb gulomatk kir da berdestî rʼûnişt û kʼinîştêda hʼemû zûrʼ bibûn li Wî dinihêrʼîn.


Lê nîvê cejinêda Îsa hevraz çû kʼete pʼaristgehê û dest bi hînkirinê kir.


Hingê Îsa pʼaristgehêda wextê hînkirinê dengê Xwe bilind kir û got: «Hûn Min nas dikin û zanin ku Ez ji kʼu me? Ez xweserîxwe nehatime. Lê Yê ku Ez şandime, Ew ser rʼastîyê ye, hûn Wî nas nakin.


Serê sibehê zû Ew dîsa vegerʼîya pʼaristgehê, tʼemamîya cimeʼtê hate cem Wî. Ew rʼûnişt û destpêkir ew hîn kirin.


Îsa ev xeber pʼaristgehêda wextê hînkirina Xwe gotin, li wê oda ku dîyarî têda dihate tʼopkirinê, lê kesî Ew negirt, çimkî hê wextê Wî nehatibû.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan