Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 26:24 - Peymana Nû (Încîl)

24 Rʼast Kurʼê Mêriv wê usa herʼe çawa ku bona Wî hatîye nivîsarê, lê wey li wî merivê ku nemamîya Kurʼê Mêriv bike! Wîrʼa hê qenc bû ku ew qet dinê nekʼeta».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

24 Ji xwe Kurê Mirov wek ku li ser wî hatiye nivîsîn, wê here. Lê wey li wî mirovê ku Kurê Mirov bide dest! Wê ji bo wî çêtir bûya ku ew nehata dinyayê.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

24 Рʼаст Кӧрʼе Мерьв ԝе ӧса һәрʼә чаԝа кӧ бона Ԝи һатийә ньвисаре, ле ԝәй ль ԝи мәрьве кӧ нәмамийа Кӧрʼе Мерьв бькә! Ԝирʼа һе ԛәнщ бу кӧ әԝ ԛәт дьне нәкʼәта».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 گوره انسان هَ وِسا گو راستا ویدا کِتِبِت مُقدس دا هاتیَ نِویساندِن، دیه بِچیت، بله وَی بُ حاله اَو کَسه گو گوره انسان تسلیمی دُژمِن دِگَت. بُ وی باشتِر اَوَ بو گو چه جارا نَهاتِبا دُنیایه.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 26:24
34 Iomraidhean Croise  

Wey li dinyayê, bona ewêd ku meriva ji rʼê derdixin. Nabe ku ew tişt nebin, lê wey li wî ku meriv bi wî ji rʼê dikʼevin.


Hingê Îsa wanarʼa got: «Îşev hûn hʼemûyê jî ji Min pʼişk bin herʼin, çimkî nivîsar e: ‹Ezê li şivên xim û pezê jî bela-belayî be›.


Lê nivîsar wê çawa bêne sêrî ku dibêjin, gerekê hʼemû aha bin?»


Lê ev hʼemû tişt qewimîn, ku nivîsarêd pʼêxembera bêne sêrî». Wê demê hʼemû şagirta Ew hiştin û rʼevîn.


Rʼast Kurʼê Mêriv wê usa herʼe çawa ku bona Wî hatîye nivîsarê. Lê wey li wî merivê ku nemamîya Kurʼê Mêriv bike! Wîrʼa hê qenc bû ku ew qet dinê nekʼeta».


Ewî jî wanrʼa got: «Rʼast e, pêşîyê Êlyasê bê û her tiştî wê dîsa bîne cî. Lê çima hatîye nivîsarê, ku Kurʼê Mêriv wê gelekî cefê bikʼişîne û bê bêhurmetkirinê?


Rʼast Kurʼê Mêriv wê usa herʼe, çawa ku bona Wî nivîsar e, lê wey li wî merivî, ku wê nemamîya Kurʼê Mêriv bike».


Û wanrʼa got: «Awa nivîsar e, ku Mesîh gerekê cefa bikʼişîne û rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe


Gava Ez tʼevî wan bûm, Min ew pê navê Te xwey dikirin, pê wî navê ku Te daye Min, Min xweyîtî li wan kir. Ji wana tʼu kes unda nebû, pêştirî yê mirinêrʼa dayî, wekî nivîsar bê sêrî.


Hingê hevdurʼa gotin: «Werin em vî neqelêşin, em pʼeşk bavêjin, kʼa wê kʼêrʼa bikʼeve». Ev yek bû, wekî nivîsar bê sêrî: «Kʼincêd Min nav xweda pʼarevekirin û ser pʼotê Min pʼeşk avîtin». Eskera jî hema ev yek kir.


Pey vê yekêrʼa Îsa zanibû her tiştêd ku wê bibûna îdî qewimîn, hingê Wî got: «Ez tʼî me», wekî nivîsar bê sêrî.


Bona Wî Xwedê hê pêşda qirar kiribû û bi zanebûna Wî Ew kʼete destê we, we jî bi destê nerʼasta darmixê xist kuşt.


Awa rʼojek kʼifşkirin û wê rʼojêda gelek hatine wî cîyê ku Pawlos têda dima. Ewî sibê hʼeta êvarê wanarʼa bona Pʼadşatîya Xwedê şirovedikir û bi meʼrîfetî dannasîn dikir, derheqa Îsada jî bi Qanûna Mûsa û nivîsarêd pʼêxembera ew didane bawerkirinê.


wekî wan tişta bikin, çi ku Te hê berêda anegorî qewat û eʼmirê Xwe kʼifş kiribû bibin.


Min ev yeka ser her tiştîrʼa, çawa stand, usa jî da we, ku Mesîh bona gunêd me mir, li gora nivîsara


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan