Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 24:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Miletê rʼabe li ser milet, pʼadşatî li ser pʼadşatîyê, cî-cîya wê xelayî-celayê û eʼrdhʼejê bibin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

7 Milet wê li hember miletan, padîşahî li hember padîşahiyan rabin. Û wê li cih cihan xela û erdhejîn çêbin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

7 Мьләте рʼабә ль сәр мьләт, пʼадшати ль сәр пʼадшатийе, щи-щийа ԝе хәлайи-щәлайе у әʼрдһʼәже бьбьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 هَمژی قَومَگ له ضِدّ قَومَگَ دی و مملکتَگ له ضِدّ مملکتَگَ دی دیه رابیت. و دیه خَلایی و عَرد هَژیان جیه جُرواجُردا بِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 24:7
20 Iomraidhean Croise  

cî-cîya eʼrdhʼejêd mezin, xelayî-celayê û mîna nexweşîya hʼal wê bibin, li eʼzmên jî tiştêd xof û tirs û nîşanêd mezin wê biqewimin.


Ji wan yek, ku navê wî Hagabo bû, rʼabû bi Rʼuhʼ eʼlam kir, ku wê tʼemamîya dinyayêda bibe xelayîke giran. Û usa jî eva xelaya hêna Klawdyo Qeyserda bû.


Jor li eʼzmên tiştêd eʼcêbmayî bidime kʼifşê û jêr ser eʼrdê jî nîşana, xûn û agir, dû û dûxan.


Xebera «careke din» dide kʼifşê, ku tiştêd eʼfirî wê bihʼejin û bêne hildanê, wekî yêd nahʼejin cîda bimînin.


Çaxê Wî mora şeşa vekir, min dîna xwe dayê, eʼrd qayîm hʼejîya. Rʼo mîna kʼurxê ji pirʼçʼê çêkirî rʼeş bû û hîv serda-pêda bû mîna xûnê.


Çaxê Wî mora sisîya vekir, min bihîst ku rʼuhʼberê sisîya got: «Were». Min dîna xwe dayê, va hespekî rʼeş û destê sîyarê wîda mêzînek hebû.


Hingê tê bêjî min dengek bihîst, ji nava her çar rʼuhʼbera hat û got: «Çapeke genime biçʼûk pê zîvekî û sê çapêd biçʼûk ceh pê zîvekî. Lê zirarê nede zeytʼê û şeravê».


Min dîna xwe dayê, va hespekî şînoqî, ku navê sîyarê wî Mirin bû, Dîyarê Mirîya pey wî dihat. Hʼukum wîrʼa hate dayînê ser pʼareke ji çar pʼarêd dinyayê, wekî pê şûr, xelayîyê, nexweşîya hʼal û rʼeʼwirêd dinyayê wan bikuje.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan